‘Êşên herî mejin jinan kişandine berxwedan herî mezin jî jinan kirin’

19:14

JINHA

ŞIRNEX – Li Cizîrê KJA yê li Taxa Nur ji bo jinan civînek pêk anîn. Di civîşnê de Namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik diyar kir ku dê bi berxwedana jinên Kobanê û Şengalê xwe rêxistin bikin û jiyana nû avabikin.


Xebatên hilbijarrtinê yên HDP'ê bi coşek mezin dewam dikin û jin di van xebatan de pêşengtiyê dikin. KJA li taxa Nur ya Cizîrê ji bo jinan pêk anîn. Namzeta HDP’ê Leyela Birlik, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, hevserkên DBP û HDP’ê yên Cizîrê, endamên KJA’yê û gelek jinê taxê tevli civinê bû. Civina ku dihat pîlan kirin li Mala Şinê ya Taxa Nur pêk bihata ji ber tevlibûna zêde di hewşa mala şînê de pêk hat. Piştî dekeyek rêzgirtina ji bo giyana kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji destdane Namzeta Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Birlik axivî.

‘Berxwedana Kobanê ji bo me bû mînak’

Leyla li hember tevlibuna jinên taxê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Bi rastî jî ez bi coşa we, hêza we pir kêfxweş bum û bawerim ev hêz wê bendan ji holê rake.” Leyla balkişand ser berxwedana ku jinên kurd li Rojava dan û ev tişt got: "Îro berxwedana jinên Kobanê ji bo me bû mînak. Berxwedanak bi vî rengî li tu dera cihanê nehatiye dîtin.” Leyla li ser polêtikayên ku hedafa wan xirakirina civakêye sekinî û wiha got: "Dewletê fam kiriye êdi nikare vî gelî bi şer bisekinîne loma jî polîtiqeyên qirêj dimeşîne tenê jin kare jin kare li hember vê yekê bisekine. Ji bo civakek ahlakî û polîtik divê em li zimanê xwe çanda xwe xwedî derkevin."

‘Em êşa jinê şengalê tu car ji bîr nakin’

Piştî axaftina Leyla Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî got ku wan çawa hilbijartinê herîmî kazanc kiriyê ewê bi heman awayî di hilbijartina 7’ê Heziranê de jî serkeftinê bi dest bixin. Leyla li ser pêk hatinê ku di nav salekî de qewimin sekinî û wiha got: "Me di nav salekê de gelek êş kişand li Kobanê li Şengalê êşa herî mezin dîsa jinê kişand û berxwedana herî mezin jî jinê da.” Leyla got ku Jinên Şengalê tu car ji bîra wan naçin û wiha pêde çu: "Li wan tecavuz hat kirin, hatin serjê kirin, hatin revandin û di bazarên koleyan de hatin firotin. Lê bersiva vê li Kobanê, li Şengalê bi hêza YPJ’ê hat dayîn û dengê xwe da dinyayê hêza jina kurd li dinyayê da îspatkirin.”

(ma/zt)