Li Başakşehîrê buroya jinan a duyem hat vekirin

12:05

JINHA

STENBOL - Li Navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê bi tevlîbûna Namzeta Parlementera HDP'ê Stanbolê Perwîn Buldan buroya jinan ya hilbijartinê a duyem hate vekirin.

Di hefteya borî de jinan li taxa Gûvercîtepe buroya jinan ya hilbijartinê a yekem vekirin, jinên Başakşehîrê jî buroya duyem li taxa Şahîntepe yê vekirin. Bi tevlîbûna Namzeta Parlementera HDP'ê ya herêma 3'em a Stenbolê Perwîn Buldan buroya jinan hate vekirin. Perwîn derbarê pêvajoya hilbijartinê û girîngiya çareseriyê ji girseyê axivî û got: "Ji hilbijartinê re pêvajoyek kêm maye. Eger em baş bixebitin emê benda hilbijartinê derbas bikin. Hinek ji xwere xeyalên seroktiyê dikin, lê heyanî ku em hebin dê ew nebin serok. Serkeftina pêvajoya çareseriyê di destê we daye. Ji bona ku em destê Birêz Ocalan bi hêz bikin pêwîste em pir bixebitin da ku bendavê derbas bikin."

Kurdeleya vekirina buroyê ji aliya Perwîn û jinan ve hate qûtkirin.

(rc)