Pervîn Buldan: Em hikûmetê vedixwînin cidiyetê
11:34
Bêrîtan Elyakut - Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED - Serokwekîla Koma HDP'ê û endama Heyat Îmraliyê Pervîn Buldan asta ku pêvajo gehiştiyê nirxan û destnîşan kir ku pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin veneguheriye pêvajoya muzakereyê û banga cidiyetê li hikûmeta AKP'ê kir.
Heyeta Îmraliyê ku bi daxuyaniyekê têkildarî pêvajoya çareseriyê de hişyariya "Em bivê hişmendiyê hatin dawiya rê" kir û gotin heya ku rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya muzakereyê neyê naskirin ev pêvajo nameşe û hat gotin ku berpirsê rewşa ku pêvajo ketiyê jî hikûmet e. Serokwekîla Koma HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan der barê daxuyaniya ku dane de axivî û diyar kir ku wan ji ber gotinên serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêwîstî bi daxuyaniyek bivî awayî dîtine.
'Pêvajoya diyalogê veneguherî muzakereyê'
Pervîn destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an ya Amedê de pêvajoya diyalogê dabû destpêkirin lê ev pêvajo veneguherî muzakereyê û wiha got: "Em dibêjin divê êdî pêvajoya diyalogê bidawî bibe pêvajo veguhere muzakereyê. Me di daxuyaniyê ev yek carekdin anî bîra hikûmetê. Ji ber ku piştî daxuyaniyên serokomar tu bersiv ji aliyê rayedarên dewletê ve nehatin dayîn. Me bêdengiya serokwezîr û rayedarên dewletê di pêvajoyê de rexne kir."
'Dervîşoglu li Îmraliyê temsîliya çi dike?'
Pervîn anî ziman ku li Îmraliyê maseyek heye û li aliyekê maseyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li aliyekê heyet û li aliyekê din jî temsîlên dewletê rûdinên û wiha axivî: " Em dixwazin ji Serokomar bipirsin di wê maseyê de dest pê kê Musteşarê Ewlehiya Giştî Muhammed Dervîşoglu rûdinê ger ku ew dewletê temîs neke, çi temsîl dike?."
'Em hikûmetê vedixwînin cîdiyetê'
Pervîn anî ziman ku maseya li Îmraliyê ye gelek berfireh e û wiha pê de çû: "Divê li ser maseya muzakerayê ji bilî heyetê û rayedarên dewletê heyeta şopandinê jî cihê xwe bigire. Ji destpêka pêvajoyê û heta niha ji bo ku heyeta şopandinê jî cihê xwe di hevdîtinan de bigire gelek hewldanên me çêbûn. Ligel hemû hewldanên me heyeta şopandinê nehat avakirin. Bi daxuyaniya ku me da, me banga cîdiyetê li hikûmetê kir. Bila peywir û berpirsiyartiya xwe bîne cih. Ev kar karekî cîdiye. Birêz Ocalan jî her tim vê yekê bi lêv dike. Divê hemû alî bi cîdî nêz bibin."
'Îktidar bûye du alî'
Pervîn destnîşan kir ku hikûmet bûye du alî û wiha bi lêv kir: "Di aliyekî di Serokomar heye, di aliyê din de jî hikûmet heye. Aliyê îktidarê di nava xwe de bûye çend parçe. Serokomar jî her carê dibêje 'Mase tune ye, alî tune ye, pirsgirêka kurd tune ye' Li ser van gotinên Erdogan tu kes nabêje ku ew li ser wê maseyê mutabakatan pêk tînin. Em di nava van her dû aliyan de ku bûne du parçe, dixwazin aştiyek derxin holê."
'Ger ku ji bo girtiyên nexweş gav neyê avêtin dê pêvajo bi dawî bibe'
Pervîn bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê demildest ji bo girtiyên nexweş gav bê avêtin. Li dijî ne gav avêtina hikûmetê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîşyariya ku dê ji pêvajoyê vekişe kir. Divê êdî ev pêvajo ji pêvajoya hevdîtinê derê û bibe ya muzaekerê. Piştî daxuyaniya ku me da em li bendê ne ku hikûmet gavek biavêje."
(aw)