Heyeta Îmraliyê: Em hatine dawiya rê

14:35

JINHA

ENQERE - Heyeta Îmraliyê der barê rewşa heyî ya "pêvajoya çareseriyê" de daxuyaniyên girîng da û got, "Ji ber hewldanên Serokkomar ên bêqîmetkirinê, maseyê di rewşa heyî de hikmê xwe winda kiriye."

Heyeta Îmraliyê der barê rewşa heyî ya "pêvajoya çareseriyê" de daxuyaniyên girîng da û got, "Ji ber hewldanên Serokkomar ên bêqîmetkirinê, maseyê di rewşa heyî de hikmê xwe winda kiriye. Ji karekî bi cidiyeta muzakereya fermî neyê meşandin, em ê raya giştî û xwe nekin alet." Ji Heyeta Îmraliyê Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan, parlamenterê HDP'ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li odeya HDP'ê ya li Meclîsê der barê rewşa heyî ya "pêvajoya çareseriyê" de û li ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê li dijî çareseriyê derdikeve, daxuyaniyek dan. Sirri Sureyya diyar kir ku ew civînê di heman demê de li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tînin. Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşankirin:

'Mase heye lê hikmê xwe winda kiriye!'

"Bloka desthilatdariyê bûye du parçe, li aliyekî Serokkomar, li aliyê din hikûmet. Ev di nava xwe de jî bûne gelek parçe. Me dixwest ku gava Serokkomar got, 'li holê mase nîne, pirsgirêka Kurd nîne' Birêz Davûtoglû yan jî Yalçin Akdogan yek ji wan rabe bêje, 'Ev mesele ne bi vî rengî ye, bi mûxatabên xwe re me bi vî rengî li hev nekirin'.
Birêz Serokkomar dibêj 'Mase nîne, alî nînin'. Ev qet ne rast e, mase heye, qoltixên wê vala ne. Yanî mase hat avakirin, Ev mase bi avakirina komîsyona çavdêriyê, berfirehkirina heyeta dewletê û heyeta me ya muzakereyê re, ji bo li ser serenavên mutebeqeta Dolmabahçeyê encamek were bidestxistin, hat avakirin. Ji ber hewldanên Serokkomar ên bêqîmetkirinê, ev mase niha bêhikm e.

'Yên birêz Ocalankir wê ji dîrokê re bimînin'

Li ser navên çavê 3. me li hev kiribûn. Rojek du roj beriya Serokkomar bêje ez li dijî vê me, li dijî wê me, me li hev kiribûn. Birêz Serokkomar ewqasî bêqîmet kir ku niha dixwazim bipirsim; gelo kîjan akademîsyen, rûspî, siyasetmedar wê qebûl bike di vê desteyê de cih bigire. Serokkomar ev yek di asta xiyanetê de nirxand.
Em ji hikûmetê dixwazin ku bi qasî cidiyeta Birêz Ocalan cidiyetekê nîşan bide. Ocalan lîdereke ku însiyatîfa bingehîn a pêvajoya aştiyê hilgirtiye ser milê xwe, bi pêş xistiye û mesele di bin sîwana demokrasiyê de bi pêş ve biriye. Tiştên ku wî ji bo aştiyê kir wê ji dîrokê re bimînin û bi demê re wê bêhtir ronî û aşkera bibe. Bi windakirina dengan, bi hejîna desthilatdariya xwe re hûn nikarin wî tine bihesibînin, wî bê qîmet nîşan bidin. Ev 12 sal in cihekî teng, li pêşeroja vî welatî difikire.
Pêngava herî mezin a demokratîk li wê maseyê tê avêtin. Eger hûn vê maseyê bêqîmet bikin û hilweşînin wê demê wê maseyeke din bikeve dewrê. Ew mase jî maseya Serokatiya Fermandariya Giştî ye ku nexşeyên herêmê li ser in. Berdêla vê jî ne em, ne siyasetmedar, ne gel ne jî dewlet nikare bide. Hîna dereng nîne, lewma dest ji vê feraseta di oxira hesabên hilbijartinê de tê bikaranîn, berdin.

'Divê statuya birêz Ocalan were diyarkirin û ji raya giştîre bê eşkere kirin'

Pêwîstî pê heye ku statuya Birêz Ocalan were diyarkirin û ji raya giştî re bê deklarekirin. Heta ev nebe, em ê nehêlin ku hûn mîna pêlîstokê bi xoyratî, bi bêberpirsyarî li ser pêşeroja vî gelî bilîzin. Em bang li hêzên navneteweyî dikim ku tevlî pêvajoyê bibin.

Daxuyanî li holê ne, dema hûn bêjin 'li holê mase nîne, Kurd nîne' û bi vî rengî li vî welatî her tişt dikare reset bibe, ev tê vê wateyê; ti tiştek nehatiye kirin. Eger tiştek hatibûya kirin, hikûmeta ku ji aliyê siyasî ve mûxatabê me ye wê derketibûya pêşberî raya giştî û sozên daye, aşkera bikira. Em dixwazin êdî biçin Îmraliyê û hevdîtinên xwe yên bi Birêz Ocalan re dubare bikin. Em ê bi hezaran carî biçin, lê belê em ê ji karekî bi cidiyeta muzakereya fermî nemeşe re, ne raya giştî ne jî xwe bikin alet.Ya li hemberî vê ji nû ve şer û pevçûn nîne, divê ne bi vî rengî be. Ji ber ku vî gelî sîwana demokrasiyê, serenavên Birêz Ocalan destnîşan kir û li Dolmabahçeyê hat ragihandin, pejirand, hembêz kir. Di nava bingeha AK Partiyê de jî li bersiveke muezem rast hat. Naxwazin pêşeroja xwe bikin qurban. Em ê destûrê nedin vê. Encamên hilbijartinan wê ji bo van bibe alîgiriya şer û ji bo hewldanên aştiyê tine dihesibînin jî bibe dilêşî.

' Em hişyariya xwe ya dawî dikin'

Em hişyariya dawî li hikûmetê dikin: Rêya vê ne terikandina aştiyê ye, hîn bêhtir xwedîderketina li aştiyê ye. Em bang li wan dikin ku ji nû ve nirxandineke hêjahî bikin. Em şîretan li wan dikin ku cidiyetê ji dest bernedin."

(rc)