Namzetên HDP'ê yên Denizliyê: Emê dengê xwe bigihînin hev

10:25

Handan Tufan / JINHA

DENİZLİ - Namzetên Parlementerên HDP'ê yên Denizliyê Perihan Uge, Ayfer Înan û Emîne Yalçin diyar kirin ku dê bibin dengê hemû jinan û gelan bang li jinên Denizliyê kirin û gotin: "Werin em bi hev re dengê xwe bikin yek û jiyana nû biqêrin."

Di çarçova xebatên HDP'ê yên hilbijartina 7'ê Hezîranê yên bi duruşma "Jiyana Nû" û "Emê biçin meclisê" berdewam dike namzetên jin jî lez dan xebatên xwe. Yek ji navendên di lista namzetan de rêza despêkê dayî jinan jî Denizliye, 3 namzetên jin yên Denizliyê bi îdiane. Perîhan Uge ya ku di rêza yekem de cîh digire di sala 1964'an de li Denizliyê hatiye dinê, dibistana seretayî û navîn li Denizliyê xwendiye. Piştî li Bilecik ê lîse qedand di sala 1983'an de tayînî Nexweşxana Nexweşiyên Ruh û Sinir ya Stenbolê hat kirin. Perîhan di avakirina Sendikayên Kedkarên Tenduristiyê de cîh girtiye û di nava sendîkayan de di mijara tekoşîna jinan de gelek kar kiriye. Paşê Perîhan Fakulteya Hiquqê ya Zanîngeha Kocaeliyê qazanc kir. Perîhan ya ku 12 salin parêzeriyê dike di heman demê de aktîvîsta tevgerên jinane û yek ji pêşenga HDP'ê ya Denizliyê ye. Perîhan diyar kir ku ji ber wê bawer kiriye di nava HDP'ê deye û dê bibin dengê hemû jin û gelan.

'Em weke jin heman pirsgirêkan dijîn'

Perîhan da zanîn ku yek ji navendên herî zêde berdan heyî Denizliye û wiha domand: "Ji ber li bajar pîşesazî pir li pêşe jin bi dahatek kêm dixebitin. Gelek zêde jin rastî tacîz û tecawîzê tên. Ji rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl tevgerek jinan ya 8'ê Adarê heye. Divê zêdetir di ban de di aliyê ekonomi û siyasî de rêxistin hebe. Weke mînak hevgrtina sosyalîst û feministan bê avakirin. Emê vana avabikin, ji bo me jin ji ku bin bila bibin pirsgirêkên wan hemanin. Emê jî di nava van projan de cîh bigirin. Emê dengê xwe bi dengê wan re bikin ye. Dê jinên Denizliyê xwe di nava HDP'ê de bibînin. Di nava HDP'ê de ne tenê di aliyê gotinê de, berevajî di her merheleyan de li keda jinê xwedîderdikeve. Dê her gotina jinekê bibe dilê me."

'Em di her qada jiyanê denin'

Perîhan anî ziman ku tayîbetiya HDP'ê li hev civandina Anadolu û Mezopotamyayê ye û wiha berdewam kir: "Li Denizliyê gelek netew û baweriyên cuda hene. Emê têkevin nava van mirovan. Emê bi tayîbetî jî bi rêya jinan têkevin navê. Em kesê nadin paş û kesê naxin halê yekanyebûnê. Dê her kes xwe bi xwe bîne ziman. Li Denizliyê rêxistinên jinan hene, emê wan bigihînin hev û hewilbidin dengê wan bikin yek. Em giringiyê didin rêxistinên civakî û rêxistinên sendîkayan. Em giringiyê didin hevgirtina jinan û ciwanan. Em di her qada jiyanê denin, emê li her kesê guhdar bikin û bibin yek."

Namzeta HDP'ê ya herî ciwan li Denizliyê ye

Namzeta HDP'ê ya Denizliyê Ayfer Înan di heman demê de namzeta HDP'ê ya herî ciwane. Ayfer di sala 1991'an de li Şaxa Wanê hatiye dinê. Ayfer li gel malbata xwe beriya salên 1997'an bi zorê koçî Manisayê kiriye, paşê jî koçî Îzmîrê kiriye. Ayfer ya ku piştî li gel malbata xwe koçî Îzmîrê kir dest bi xwendinê kirî wiha dibêje: "Di rastiyê de divê min li welat dest bi xwendinê kiribana. Lê li wê ne dibistan hebû ne jî perwerde. Ti zarokên keç ne dişandin dibistanê, tenê zarokên mêr dişandin dibistanê. Ew jî ji gund diçun navçê bi gelek zoriyan dixwendin. Dema ku em hatin Salihliyê min dît zarokên keç diçin dibistanê. Min jî xwest biçim dibistanê. Ji bo biçim dibistanê min di wî temenê xwe yê biçuk de dest bi tekoşînê kir û bi serketim."

'Ez dengê jinên bêdengim'

Ayfer got: "Ez nabêjim ez Kardelenim, ji ber kardelen karekterek yê pergalê avakiriye." Ayfer anî ziman ku piştî qedandina dibistana seretayî, orta û lîseyê ji bo xwendina zanîgehê we çuye Denizliyê û wiha berdewam kir: "Partiya me tekoşîn hînî min kir. Ji ber di nava partiyê de li gotina jinan tê guhdarkirin. Herî zêde di nava partiyê de girtingî tê dayîna jinan. Rewşa di nava partiyê de hêzek bê navber damin. Min armanc danî pêşiya xwe û wiha xwend. Bi saya partiyê min baş xwe naskir. Bi giyana partiyê min ev deskeftinaye qazanc kir. Di temenê xwe yê biçuk de min pêwîstiya xwe ya xwendinê hînî dayîk û bavê xwe kir. Di nava malbatê de ez jina yekem çuyî dibistanême." Ayfer bang li ciwanan kir û got: "Werin em bi hev re jiyana nû pêşde bibin. Ez li vê derê ne tenê namzetim di heman demê de dengê jinên bê dengim. Jin werin em bi ev re dengê xwe bikin yek. Ji bo avakirina jiyanek nû biqêrin."

'Min xwe di nava partiyên dinê de nedît'

Emîne Yalçin jî di sala 1960'an de li Sêwasê hatiye dinê. Hîna biçuk li gel malbata xwe bi zorê koçî Denizliyê kirine. Hîna Emîne biçuk malbata wê ji bo kar diçin derveyî welat ew li gel dapîra xwe dimîne. Emîne li Denizliyê dibistana seretayî û navîn xwendiye. Emîne piştî xwendina lîsê û Beşa Îngîzî ya Zanîngeha Gazî ya Enqereyê 30 sal mamostatî kiriye. Emîne zewiciye û zarokên wê hene. Emîne diyar kir ku ew yek ji avakara Wexfa Xweza û Derdorê ya Denizliyê DOÇEV yê ye û wiha dom kir: "Di dibistanê de min di nava xebatên kampanyayên çandina daran de cîh girtiye. Paşê jî min di nava partiyên siyasî de dest bi xebatê kir. Siyaset çawan dihat kirin min ne dizanî. Ji ber min xwe di partiyên dinê de ne didît ji ber wê jî min di avakirin û nûneriya Partiya Yeşiller û Sol Gelecek de cîh girt. Îro jî di HDP'ê deme."

'Pirsgirêkên jin û xwezayê hemanin'

Emîne bilêv kir ku li Tirkiyê gelek qirkirinên xwezayê tên jiyînê û wiha berdewam kir: "Ji ber wê jî ez difikirim ku HDP'ê girêdayî xwezayê tiştek kêm nîne. Dema ku min çîrokên jiyana jinên kurd yên bûne namzet guhdarkirin, min dît ku pirsgirêkên jinan û yên xwezayê hemû çavkaniya xwe ji çekên ji aliyê hêzên emperyalîmê ve bi awayê bazirganiyê tên xebitandinin. Ez difikirim ku ev aştiya civakî û jinan jî birîndar dike. Ez bawerim dê ev her yek bigihe çareseriyê. Ez bawerim çareseriya van bi makezagonek nû çêbibe. Her mirovên ku min bi wan re hevdîtin kiriye hêviyên wan gelek mezinin, hêviyên min jî mezinin. Emê bi qasî mirovan jiyana çukan û kêzikan jî biparêzin.


(zt)