Dê tekoşîna Dilek ji bo êdî weke wê zarok nayên zewicandin be
12:56
Şeyma Güzel - Beritan Elyakut / JINHA
AMED - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Dîlokê Dilek Buyukkaya ya di temenê biçuk de hatî zewicandin diyar kir ku dê li meclisê despêkê li hember zewaca zarokan tekoşînê bike û got: "Min ji xwe jinek bihêz û cesaret avakir. Ezê weke jinek ya di demê xwe di hîn zarok bi zorê hatî zewicandin li hember zagonên deshilatiya mêran bi raman, reng û rêxistina jinan derkevim bibim dengê zarokên bi zorê tên zewicandin."
Namzeta Parlementera HDP'ê ya Dîlokê Buyukkaya Dilek di çarçova xebatên hilbijartinê de bi jinan re hatina gelhev berdewam dike. Dilek di sala 1971'an de li Rihayê hatiye dinê. Di nava xebatên hilbijartinê de bi jinên weke wê di temenê biçuk de hatîn zewican din û zarokan re tê bahev. Dilek da zanîn ku dê di meclisê de ji bo li hember di temenê biçuk de zewacê zagon bên derxistin tekoşînê bike. Dilek destnîşan kir ku ew di 15 saliyê de zewiciye, piştî salekê zarokek aniye diniyayê, ji bo li hember şideta derunî û fîzîkî ya dîtî û ji bo jinên weke xwe rastî heman tindiyan hatî tekoşînê bike dê biçe meclisê. Dilek sekna xwe ya li hember zewaca di temenê biçuk de nîşan dayî ji ajansa me re vegot.
'Ez 15 salî bi zorê hatim zewicandin'
Dilek bilêv kir ku hîna ew bi xwe zarokbû zarokek anî dinê û wiha domand: "Di demek ya hişmendiya zarokên keç na xwînin ez jî neşandim dibistanê û di 15 saliyê de bi zorê zewicandim. Hîna ez bi xwe zarok bûm min zarokek xist hembêza xwe. Ser wê jî her roj min şidet didît, ji ber wê jî ez cudabûm. Dema ku ez ji hevserê xwe cudabû hîna ez zarokbûm. Vêcarê jî ez û keça xwe em bi tena serê xwe man. Ez neçar bûm ku bihêz rawestim û min wiha jî kir. Ez di dikanek ya kuaforê de xebitîm û min keça xwe da xwendin. Ez di heman dikana kuaforê de 10 salan xebitîm. Dibe ku ev tekoşînek ya jina azadbû."
'Zewaca bi zorê berdewam dike'
Dilek anî ziman ku di pêvajoya ew di kuaforê de dixebitî piranî mişetiyên wê zarokên keç yên bi zorê dihatin zewicandinbûn û wiha berdewam kir: "Her roj min zarokên weke xwe biçuk yên bi zorê dihatin zewicandin bi destê xwe pora wan şe dikir, wan mikyac dikir û ji bukaniyê re amade dikir. Dema ku min wan amadedikir hem ez û hem jî ew zarokên bi zorê dihatin zewicandin em bi hev re digiriyan. Ewana gelek di tirsiyan bi mêrên gelek ji xwe mezintir re di zewicîn. Gelek zarok wiha hatin zewicandin. Carnan zarok bi zorê dihatin zewicandin û weke buk diçun welatek nenas. Hinek jin ji ber hînî cihên ku diçun nedibûn û her roj digiriyan paşde dihatin vegerandin. Lê piraniya wan neçarbûn ku rewşa heyî bi pejirînin û dengê xwe nekin. Min hewilda bi her awayî bi hêz rawestim. Dema ku min wan didît min nedikarî xwe li hember rewşa wan bigirim. Her devera ku ez diçimê vê dibêjim û hewildidim ji bo wan tekoşînê bikim."
'Divê jin bi cesaret nêzî siyasetê bibin'
Dilek derbirî ku wê li hember zoriyên ku jiyan kiriye paşê weke jinek bi hêz derketiye û wiha dom kir: "Divê jin bi cesaret nêzî siyasetê bibin. Min jî ev cesaret bi xwe re avakir. Ezê di nava HDP'ê de pir baş xwe îfade bikim. Ezê tekoşîna xwe ya ji bo jinan berdewam bikim. Ez jî jinek karkerim û gelek jinên karker yên ku dema êvarê diçin malê xwarinek ya çêkin bixwin nîne nasdikim. Ez zoriyên jinan dizanim ji ber bi xwe jî dijîm. Ezê li hember van zoriyan tekoşînek mezin bidim. Divê jinên ku li malê û cihên kar zoriyan jiyan dikin di siyasetê de van astengiyan derbas bikin. Divê em bi xwe hesabên yên me jiyan kirine bi xwe biprisin."
'Di malê de ked tê mêtînger kirin'
Dilek diyar kir ku keda jinan tê mêtînger kirin û bê nirx kirin û wiha axivî: "Nêrînek ya ser keda jinan di nava malê de heye. Bi salan jin di nava fabrîqeyan de bê sîgorta dixebitin. Dema ku jin taleba sigortayê dikin jî bi hincetên 'baş na xebite em wê naxwazin kar' ji kar di avêjin. Keda jinê bê nirx tê dîtin û mêtînger kirin. Li hember qetilkirinên jinan polîtîkayek me ya bi hêz heye."
'Girêdayî jinan polîtîkayek me ya bi hêz heye'
Dilek pirsgirêkên jinên hatine berdan û hevserê xwe windakirine jî wiha nirxand: "Her wiha ser jinên hevserê xwe winda kirine yan jî hatine berdan jî mexduriyetek heye. Hedefên me yên cidî ji bo jinên bi tena serê xwe dixebitin û li zarokên xwe dinêrin hene. Ji xwe me di danezana xwe ya hilbijartinê de jî cih daye van. Em îstihdama jinan armanc dikin. Ji bo keda jinan bê dîtin û nirx bê dayîna keda jinan emê tekoşîna xwe li meclisê berdewam bikin. Ji xwe tirsek ya me ya hilweşîna bendê nîne, emê vê bi ser bixin. Em dibêjin emê jiyana herî bedew avabikin û pêşkêşî jinan bikin."
(zt)