Ji partiya jinan taleba: Maf, hiquq, dad...

09:52

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Bi nêzbûna hilbijartinên 7'ê Hezîranê re jinên Edeneyê daxwazinê xwe yên ji partiya jinan jinan wiha anîn ziman: "em partiyek pêşiya ciwanan veke, bi polîtîkaya wekheviyê hemû gelan di nava xwe de bihewîne û ya herî giring jî dengê jinan dayîna bihîstin dixwazin. Em maf, hiquq û dadê dixwazin."

Ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên ku di rojeva Tirkiyê de runiştiye xebatên partiyan berdewam dikin. Weke JINHA me mikrofun dirêjî jinên ku her dem bûne mexdurên polîtîkaya rêveberiya mêran. Nûçegihana me Filiz Zeyrek li Edeneyê tax, tax, kolan kolan geriya ji jinan pirsên daxwaz û telebên wan ji partiyan çîne pirsî.

'Em partiyek ya qirkirinên jinan rawestîne dixwazin'

Despêkê nûçegihana me çu taxa Şakerpaşa ya navçeya Seyhana Edeneyê li wê mikrofon dirêjî Sevil Zaza ya 41 kir. Sevil wiha axivî: "Despêkê ez dixwazim partiyek ya di serî de mafê hemû jinan û hemû mirovan biparêze bê ser deshilatiyê. Ez partiyek ya ser xwînê polîtîkayê neke, aştî û aramiyê bîne welat, bi wekhevî nêzî hemû gelan bibe û ji qirkirinên jinan re bêje 'bese' dixwazim bê deshilatiyê."

'16 salan min deng ne xebitand niha ezê deng bidim HDP'ê'

Sevil wiha berdewam kir: "Ez jinek Tirkim, ev 16 salin min deng ne xebitandiye. Sedema wê jî ji ber heya niha min bawerî bi ti partiyan ne aniye. Ez difikirim ku vê carê dengê xwe bidim HDP'ê. Ev 3 salin ez li vê taxa piranî kurd lê hene dijîm. Derdora min hemû kurdin, wan nêrîna min ya li hember kurdan şikand û bûn sedemên guherîna wê hişmendiya min. Berê min kurd pir cuda dizanî, ji ber wiha hînî min kiribûn. Lê dema ku min dît tamî jî berevajî nêrîna min ya li ser wanin. Di rojên herî zor de kurdan himbêza xwe ji min re vekirin û derfetên kar ji bo min dan çêkirin. Ez tayîbetî jî nêrîna HDP'ê ya li jinan pir di ecibînim. HDP partiyek ya himbêza xwe ji hemû gelên nirx didin jinan re vekiriye. Ez bang li hemû jinan dikim; bila dibin banê HDP ya ku ji cînayetên jinan re dibêje na, mafê jina diparêze, hembêza xwe ji hemû ziman, ol û rengan re vekiriye bicivin û alîkariyê bidinê."

'HDP partiya jinane'

Makbule Okutucu ya 33 salî ku li heman taxê dirunejî wiha axivî: "Ez partiyek ya mafê jinan û wekheviya gelan dixwaze, aştiyê bîne welat û di aliyê aboriyê de alîkariyê bike dixwazim. Em şekil û şemala partiya niha ser deshilatiyê hemû dibînin. Dixwaze welat ber bi kaosan ve bibe. Ji bo rawestandina helwestên wan ez alîkariya HDP'ê dikim. HDP'ê hembêza xwe ji kurdan, ereban, tirkan û hemû gelan re vekiriye. Ez vê despêka HDP'ê di ecibînim. Weke di danezanê de jî cîh dabû hemû kesîman, ev helwesta wan gelek giringe. Di serî de cîh dayîna jin, ciwan, zarok û hemû kesîman gelek giringe. Ji 500 namzetan 268 jin nîşandan weke jinek rometek mezin da min. HDP partiya jinane û cihê hemû jinan jî HDP ye."

'Ez partiyek ya pêşiya ciwanan veke dixwazim'

Li taxekdin ya Seyhana Edeneyê Ozgur Bezek ya 22 salî ya ji bo mikrofona me axivî jî wiha got: "Di serî de divê aştiyek bê avakirin, ciwan jiyana xwe ji dest nedin û dayîk negirîn. Weke ciwanek ji partiyan ez daxwaza dikim ku weke hemû ciwanan pêşiya ciwanên kurdan jî vebe, perwerda wekhev bê dayîn, hemwelatîbûn û hiquqa wekhev bê avakirin. Dema ku ez li lîsteya partiyan dinêrim ya herî van talebên min bîne cîh HDP ye. Dema ku min dît nîvê namzetên HDP'ê jinin û ji hemû rengên civakê namzet hene, ez îqnabûm ku dengê xwe bidim HDP'ê. Bi tayîbetî jî di danezanê de rol û misyona dayî ciwanan biriyarek gelek di cîhdeye. Ez weke jinek ciwan bang li hemû jinên ciwan dikim; tanê partiya siyasiya mafê hemû gelan biparêze, pêşiya ciwanan veke û jinan biparêze HDP ye. Dema deng dayîna HDP'ê hatiye."

(zt)