Namzeta Çanakkale Ozlem: Ez bang li hemû xudawendan dikim ku dengê xwe bidin HDP ê
11:01
Dilan Karamanoğlu- Öykü Dilara Keskin /JINHA
ÇANAKKALE - Namzeta Parlementera HDP'ê Ozlem Ergun Açanal diyar kir ku li Tirkiyê hewayek yê jinan digere û got: "Ev hewayê serketina tekoşîna hevpar ya jinên kurd, pomak, suryanî, çerkez û tirkin. Ez bang li hemû xudawendan dikim ku dengê xwe bidin HDP'ê."
Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê li Çanakkale yê ji 4 namzetan 3 jin nîşandan. Ji namzetan Ozlem Ergun Açanal di rêza despêkê de cîh digire jinek karmenda perwerdê bi xwe ji Nazimiye yê ye li Çanakkaleyê ev 20 salin di zanîngehê de perwerde dide. Ozlem ji ber perwerda muxalîf pirsgirêk jiyan kir paşê jî neçar ma ji karê xwe yê perwerde dayînê durkeve û di tekoşîna jinan de bi awayek zindî rol girt. Ozlem ya ku li Çanakkalê dibêje 'Ez yek ji yên jiyana nû avadikiyîm.' Namzetbûna xwe ya HDP'ê bi vî awayî tîne ziman: "HDP min dide têgihandin. Ji ber namzetên jin yên HDP'ê hene. Ji ber HDP dibêje aştî, hewkhevî û ji hejariyê re raweste; divêje ezê ji girtîgehên zarokan re çareyê bînim, ji birçîtiya zarokan re çareyê bibînim û jin ewrin em bi hev re dakevin qadan. Min pir bi zelalî got HDP û qetî jî nakolî jiyan nekir."
'Ji sala 1973'an ve parlementerên jin derneketin'
Ozlem da zanîn ku ji dema diyarkirina namzetan ve di ziyaretên ku kirine û bertekên erêniyên dîtine de hêvî dixweyê û wiha got: "Weke jin jiyankirina vê pêvajoyê gelek bedewe. Li Çanakkaleyê ji sala 1973'an ve parlementerên jin nîne. Ji ber wê jî dema mirov bêje jin xizmeta siyaseta deshilatiya mêran dike dê şaşnebe. Êdî divê ji bo jinên di nava siyasetê de pijiyane rola pêşengiyê bê dayîn. Ev hewa bi HDP'ê re hat Çanakkaleyê. Heger namzetên jin yên HDP'ê nebana ne li Çanakkalê û ne jî li Tirkiyê ev qas namzetên jin bal ne dikişand. Kesê ev qas girtingî ne dida dîroka tekoşîna jinan."
'Dê Çanakkale bi HDP'ê bê guhertin'
Ozlem diyar kir ku li Tirkiyê hewayek yê jinan digere û wiha domand: "Dê Çanakkale û Tirkiye bi HDP'ê bê guherîn. Ev hewayê serketina tekoşîna hevpar ya jinên kurd, pomak, suryanî, çerkez û tirkin. Ez bang li hemû xudawendan dikim ku dengê xwe bidin HDP'ê. Li Çanakkaleyê rêjeya şideta ser jinan ji sedî 81 e. Jin hem di aliyê aborî û hem di aliyê zayendî de şidetê dibînin. Çanakkale bajarê ku xwe weke bajarek gihiştî û rojavayî dide nasîn qet dîmenek xweş nade. Ji ber wê jî divê tedbîrên pêwîst bên girtin."
'Zarok ji çavkaniyên wekheviyê sudê nagirin'
Ozlem balkişand ser rewşa zarokan li Tirkiyê û wiha axivî: "Hejarî herî zêde li jin û zarokan dide. Divê evqas bêmafî nebana. Zarokên welatê min ji şertên wekhev sudê nagirin. 23'ê yê Nîsanê Cejna Zarokane, gelo kîjan cejin? Hîna zarokên qartonan kom dikin û bê perwerde dimînin hene. Kî dê hesavê van bidin yan jî kî li van di pirsin." Ozlem Danezana HDP'ê ya hilbijartinan û danezanan jinan ya hilbijartin jî nirxand û wiha bedewam kir: "Bi rastî jî danezan gelek rastgoye. Hemû tiştên pêdivî pê heyî û dê bên kirinin. Li welatek jin ne azad, jin nikarin biriyaran jî bigirin. Ji ber wê jî pêwîste di serî de em civakê azad bikin. Em jin bêjin civak ji çî kêm maye û dê çawan şêwe bigire. Ji ber wê jî ez bang li hemû xusawendan dikim ku deng bidin HDP ê."
'Ji bo rojên bedew HDP'
Ozlem wiha qala xebatên xwe yên dema hatin hilbijartin û çun meclisê kir: "Di meclisê de divê ser pirsgirêkên yên tên perçiqandin, jin û zarokan bê rawestan ji ber ev yên yerî lezgîn ser bên sekinandinin. Ez weke perwerdêrek herî zêde ser perwerdê û navendên jinan gotinan bêjim û agahiyan kom bikim. Ev xebata xwe hem ji netewî ber bi herêmî û hem jî ji herêmî ber bi netewî ve ya pêwîst bikim. Ez ji vî gelî cud ne fikirîm. Ez şoerşgerekim, sosyalîstim û di tekoşîna jinan denim, ezê di van hemû yan de peyîwir bigirim û gotinan bêjim. Ji bo rojên bedew em dibêjin HDP. Ez bang li hemû karker, yên tên perçiqandin û jinan dikim ku dengê xwe bidin HDP'ê."
(zt)