Bi pêşengiya KJA yê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn
16:03
JINHA
WAN - Li Erdîşê bi pêşengiya KJA yê jin li hev kombûn û starta xebatên hilbijartinan dan. Di civîna çapemeniyê ya di avahiya DBP a navçeyê de hat kirin jinan biriyara bi hilbijartinan re li Erdîşê dê jin pêşketinên mezin bi dest bixin û dawî li polîtîkayên qirêj yên ser jinan bînin.
Li Erdîşa Wanê bi pêşengiya Kongra Jinên Azad (KJA) yê jinên HDP û DBP'ê li hev kombûn û bi civînek çapemeniyê starta hilbijartinên 7'ê Hezîranê dan. Di civîna çapemeniyê de ji Koordînasyona Jinan ya navendê Nazmiye Acar, rêveberên DBP'ê, Komisyona Jinên Wanê ya Hilbijartinan, aktîvîsta KJA yê Nuran Yilmaz, hevserokên DBP û HDP'ê yên Erdîşê jî di navê de gelek jin amadebûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê perspektîfa hilbijartinê û Danezana Jinên HDP'ê ya hilbijartinan hat xwendin. Piştî xwendina danezanê Hevseroka HDP'ê ya Erdîşê Seval Çadirci di aliyê hilbijartinan de jin agahdar kirin. Piştî Seval Berdefka Komisyona Jinan ya Hilbijartinan ya Wanê Nuran Yilmaz jî balkişand ser giringiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo jinan.
'Berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê me jinan'
Nuran bilêv kir ku ji hilbijartinan re demek kin maye û wiha domand: "Bi destê dewletê li Erdîşê polîtîkayên qirêj ser jinan tên meşandin. Dê bi hilbijartina hezîranê de gelên bindest li gel me emê bi hev re azadbibin. ji ber wê jî rolek mezin dikeve ser milê me jinan."
Piştî axaftinan komisyonên taxan hatin hilbijartin. Paşê jî civîn bi duruşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
(zt)