Ser buroyên HDP'ê yên hilbijartinan êrîş
13:39
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ser buroyên hilbijartinê yên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) yên Stenbol, Enqere û Mugla yê êrîş. Di êrîşên di derengiya şevê de pêkhatin xusarên madî çêbûn.
Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Keçioren a Enqerê di derengiya şevê de ji aliyê kesên nasnama wan ne diyar ve rastî êrîşan hat. Li gorî agahiyên hatin girtin ji bo ku êrîşkar nekevin qeyîdên qemereyan ji aliyê piştê ve camên buroyê şikandine. Amadekariyên HDP'ê yên ji bo vekirina buroyê berdewam dike. Di şeva êrîş çêbûyî de ji aliyê Şaredariya AKP'ê ya Beçioren ê ve li derdora bûroya hilbijartinê ya HDP'ê komkirina alayan balê dikişîne. Hevseroka navçeya HDP'ê ya Keçiorenê Saadet Kayran girêdayî êrîşa ku çêbûyî nirxandin kir û got: "Li herêmê gelê me li partiyê xwedî derdikevin. Ji ber wê jî ne roj di tariya şevê de tên êrîşî ser buroyên me dikin. Ev êrîşek beredayiye."
Li Milasê cam şikandin
Li navçeya Milas ya Muglayê di duşema derbasbûyî de buroya hilbijartinê ya HDP'ê hat vekirin, şervêdinê buro ji aliyê kesên nasnama wan ne diyar ve rastî êrîşê hat. Di rêrîşê de camên buroyê hatin şikandin. Endamê PM ya HDP'ê Murat Aydin di derbarê êrîşê de wiha axivî: "Di pêvajoya hilbijartinan de bi van provakasyonan dixwazin herêmên vekiri yên hevbeş nehêlin. Emê neyên provakasyonan. Emê bendê bi ser wan de hilweşînin."
Li Kuçukçekmeceyê ser buroya hilbijartinê ya HDP'ê êrîş
Li ser buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya taxa Yeşilova ya Kuçukçekmeca Stenbolê duh bi şev êrîşên çekdarî pêkhatin. Despêkê komên nijatperestên faşîst ber girtin buroyê paşê jî êrîşên bi çekan pêkhatin. Di dema êrîşan de camên buroyê hatin şikandin û xisara madî bû.
(zt)