Dê li Amedê yekem buroya jinan ya hilbijartinê sibê bi meşek girseyî bê vekirin
14:48
JINHA
AMED - Dê Koma Jinên Azad (KJA) sibê li Amedê buroya xwe ya hilbijartinê ya yekem vekin. Dê namzetên jin yên navendên Kurdistanê piştî beşdariya perwerdê ya li Sumerparkê dê li navçeya Yenîşehîrê bi meşek girseyî buroya jinan ya hilbijartinê vekin.
Piştî Danezana Jinan ya Hilbijartinê ya ku duruşma "Em dikarin jiyana azad bi hev re avabikin, ji ber em ji sedî pêncîne" ya ji bo hilbijartinê 7'ê Hezîranê hatî amadekirin jinan lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Têkela KJA û jinên HDP'ê dê sibê buroya despêkê li Amedê vekin. Dê namzetên jin yên ji navendên Kurdistanê li Sumerparkê beşdarî bernama perwerdê ya ji bo hilbijartinan bibin û paşê jî bi meşek girseyî di saet 18.00'an de li Yenîşehîrê buroya yekem bê vekirin. Paşê jî li gorî dorê dê jin di 26'ê nîsanê de li Bismîlê û 27'ê nîsanê de jî li Rezan buroyên hilbijartinê vekin.
Li aliyê dinê jî dê KJA stratejiya xwe ya hilbijartinana bi xebatên xwe yên di meclisên taxan de berdewam bike.
(fk)