Namzetên jin li Dîlokê dayik zîyart kirin
13:20
JINHA
DÎLOK - Namzetên parlementerên jin ên HDP'ê, li Dîlokê di çerçoveya xebatên hilbijartinê de,dayikên ku zarokên xwe di nava tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Her wiha malbatên ku zarokên xwe di bûyerê 6-7 cotmehê yên ku ji aliye nijetperstve hatibun qetil kirin ziyart kir û bûn mêvana mala Şahîn Daghan.
Namzetên parlementeriya jin ya HDP'ê a Dîlokê lez da xebatên xwe ya hilbijartinê. Hevşaredara Navenda HDP'ê Dîlan Çetînkaya û Hevşaradara Navendî ya DBP'ê a Dîlokê Cahîde Mutlu piştgirî dan Namzetan û bi wan re malbat ziyaret kirin.Bi armanca xebatên hilbijartinê Namzetên HDP'ê Dîlek Buyukkaya,Fatoş Çetînkaya,Guzel Koç, Bêrîvan Ozpolat û Gulseren Kocaer jî di navde li taxên Guzelvadî,Karayilan û Vatan li malan geriyan. Di serî de Namzet Dayika Şahîn Dogan Dîvan Daghan ya ku di bûyerên 6-7 cotmehê de ji aliyê nijetperstande hatibû qetil kirin ziyaret kir. Di ziyaretê de dayika Şahîn Daghan Dîvan Daghan bal kişand ser adeleta dewletê û wiha got: "Qatîlên zarokên me hîna ne hatine ceza kirin. HDP'ê bikeve meclîsê dê bibe dengê mafê û adeleta me." Piştî axaftinê Namzet bi xandina duayê ji wir bi rêketin.
Namzet piştre hevjîna Musa Bayram jî ziyaret kir. Dûvre li hemû malbatên ku zarokê xwe di tekoşîna azadiyê de wenda kirine geriyan û ji malbatan re soza bilind kirina tekoşînê hate dayîn.
(rc)