Li Çanakkale yê namzetên jin sendika û odeyên pîşeyî ziyaret kirin

12:47

JINHA

ÇANAKKALE - Namzetên parlementerên jin yên HDP'ê li Çanakkale yê odeyên pîşeyî û saziyên civakiyên sivîl ziyaret kirin.

Namzetên parlementên jin yên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê Ozlem Ergun Açenal û Mehriban Şah di çarçova xebatên hilbibartinê de Egitim Sen û Oda Ziraat ê ziyaret kirin. Namzetên HDP'ê yên ku li gel sendika û odan hatin bahev di derbarê danezana HDP'ê ya hilbijartinê û 'Jiyana Nû' de nirxandin kirin. Serokê Şaxa Egitim Sen ê yê Çanakkale yê Talat Koç di meclisê de cîhgirtina partiyek ya gelan giringe û wiha got: "Xalên danezanê ji bo me gelek giringin."

Serokê Şaxa Oda Ziraat ê Prof. Dr. Turker Savaş jî cîh girtina HDP'ê di meclisê de girting dît. Namzeta Parlementera HDP'ê Ozlem Ergun Açenal jî da zanîn ku danezan ser hemû navendên jiyanê sekiniye û wiha domand: "Ez emînim ku HDP ji bo çareseriyê gelek jidile, ji ber wê jî min cihê xwe têde girt. Heger kêmanî hebe emê bi hev re çareser bikin."

(zt)