Li İzmir ê du namzetên jinên bi salane tekoşîna kedê didin
10:55
Handan Tufan-Ceren Karlıdağ/JINHA
İZMİR - Hulya Gungor û Neşe Dilek yên ku bi salanin tekoşîna kedê didin niha jî namzetên parlementeriyê yên HDP'ê ne. Hulya diyar kir ku divê li Îzmîrê jin di mijara şatî û wekheviyê de berpirsyariyê bigirin. Neşe jî got: "Li paşeroja xwe xwedî derkevin."
Hulya Gurgor û Neşe Dilek yên ku nametên HDP ya ku bi duruşmên "Jiyana nû" û "Em biçin meclisê" amadekariyên hilbijartinên 7'ê Hezîranê dikin du navên ku demdirêj salên xwe dane tekoşîna sendîkayan. Hulya û Neşe yên ku di Egitim Sen ê de gelek berpirsyarî girtine niha jî amadekariyên li meclisê berdewam kirina tekoşînê dikin. Neşe û Hulya jinên li Îzmîrê dijîn vexwendin bi hev re avakirina "Jiyana nû".
Namzeta Parlementeriya HDP'ê ya Herêma 1'emîn ya Îzmîrê Hulya gungor bi xwe ji Konyayê ye. Hulya ya ku di sala 1965'an de li Îzmîrê çavên xwe li jiyanê vekiriye salên xwe yên xwendina dibistanên seretayî, navîn û lîsê li Karabaglar ê qedandiye paşê jî ji bo teknîka elektirîkê li Lîseya Pişeyiya Buca Endurstiriyê cîh digire. Jiyana Hulya ya di salên 2006'an de teqawî bûye ya siyasî bi despêkirina xebatên wê yên nava sendîkayan re despêkiriye. Hulya bi despêkirina Egitim Sen ê û tekoşîna nava saziyên sendîkal re herêma siyasî naskiriye û di nava nifşê derbeya 1980'an de maye. Hulya diyar kir ku herêma sendîkal ji bo wê weke jiyana dibistanêbûye, di nava Egitim Senê de peyîwirên nûneriyê girtiye. Di salên 1996'an de tekoşîna xwe di nava Partiya Kedê de berdewam kiriye. Hulya du deman nûneriya navend û navçeyan kiriye. Hulya ya ku xebatên jinan bi rêve dibe di heman demê de yek ji damezrênera Komeleya Çand û Piştevaniya Jinan ya Evka 1 yê ye.
'Îzmîr peyam dide Tirkiyê'
Hulya da zanîn ku Îzmîr yek ji navendên Tirkiyê yên herî cudaye û wiha domand: "Her wiha Îzmîr bajarek yê muzayîka Tirkiyê ye. Di vî bajarî de jiyankirina welatiyên ji çand û baweriyên cuda bi awayek aramî ji bo Tirkiyê peyameke. Dê di vê hilbijartinê de jinên Îzmîrê bi vî awayî HDP'ê binirxînin bi awayê aştî û demokrasiyê gotina xwe bêjin. Ez weke jinekê ji wan bawerdikim û li benda dengê wanim."
'Divê jin li paşeroja xwe xwedî derkevin'
Neşe Dilek Bakiş jî di sala 1954'an de hatiye dinê. Neşe xwendina xwe li Îzmîrê qedandiye û ji hînkirina wêneyan teqawî bûye. Di dema salên xwe yên mamostahiyê de li Şaxa Egitim Sen a 2'emîn Nolu ya Îzmîrê sê doneman peyîwira sekreteriyê kiriye. Neşe di sala 2006'an de teqawî bûye paşê jî di Partiya Kedê de berdewam kiriye. Neşe ya ku yekem car Hevserokatiya Navenda Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê kiriye dibêje: "Li hember zorî û diktetoriyê ez li HDP'ê me." Neşe bilêv kir ku jin gelek HDP'ê di ecibînin, ji ber wê jî tişta ji destê wê tê dê bike û wiha berdewam kir: "Divê jinên Îzmîrê li paşeroja xwe xwedî derkevin." Neşe anî ziman ku divê dengê xwe bidin HDP'ê yan wiha nebe pêşeroj wê gelek tarî bibe.
(zt)