Ayşe Acar: Li hemer daraza mêrane ezê tekoşîna xwe bibim meclisê

10:13

Zehra Doğan-Şeyma Güzel/JINHA

AMED - Namzeta Parlementeriya HDP'ê ya Êlihê Parêzer Ayşe Acar ya ku bavê wê ji aliyê Hizbulkontra va hatî qetilkirin weke aktîvîsta mafê mirovan li salonên dadgeha bi hişmendiya mêran tê rêvebirin li ber xwe dayî niha jî amadekariyê tekoşîna xwe birina meclisê dike. Ayşe da zanîn ku ew ji bo guherîna hemû zagonên zayendperest yên AKP'ê bi hişmendiya mêran çêkirî despêkiriye û got: "Emê gotina 'jin' hînî deshilatiya mêrane bikin."

HDP ya ku di beyannama xwe de pêşengî despêkê dayî jin û ciwanan bi hemû leza xwe xebatên xweyên hilbijartinê berdewam dike. Ji namzetên HDP'ê yên bi nasnamên xwe yên cuda hatîn bahev Parêzer Ayşe Acar Başaran ya ku di sala 1985'an de li Êlihê çavên xwe li jiyanê vekiriye dibin banê KJA y ê de tekoşîna jinan ya tê rêvebirin bibe meclisê wiha axivî: "Di sala 1990'an de Hizbulkontra bavê min qetilkir. Hinek jî ji ber wê bû min di nava tekoşîna azadiya jinan de cihê xwe girt. HDP xwediyê berpirsyariyek ya komên xwediyê bawerî û çandên cuda komkirinê ye. Ji ber wê jî min xwest li cihê ku hemû kesîmên cuda têde kombûyî bi nasnama xwe ya jina kurd li wê bim."

'Emê gotina jin hînî deshilatiyê bikin'

Ayşe destnîşan kir ku HDP li hember ne xebitandina gotina jin ya AKP û Serokomar bi gotina xwe ya 'Em biçin meclisê' dibe bersiva deshilatiyê û wiha domand: "Ne li peyî mêran, berevajî emê weke jin bi pêşengîkirina partiyê di meclisê de gotina jin hînî deshilatiyê bikin." Ayşe bilêv kir ku deshilatî hemû yên ne weke xwe na pejirîne bi heman hişmendiyê ji ber bavê wê ne tirkbû qetilkirin, weke jinek kurd dê herî zêde jî bi gotina 'em' di nava HDP'ê de siyasetê bikin.

'AKP'ê bi polîtîkaya turbanan jinan mijul dike'

Ayşe balkişand ser polîtîkaya AKP'ê ya girêdayî ol û wiha berdewam kir: "AKP'ê bi vê polîtîkaya xwe ya turbanan bi salane jin mijulkirin. bi hişmendiya jin weke maldîtinê weke 'jinên me, keçên me, keçên me malê mene' nêzîkatiyê li jinan dikin. Em weke HDP ji van nêzîkatiyan re dibêjin 'raweste'. Ji bo ku jin li gorî maf û pêdiviyên xwe di vî welatî de bi awayek azad bijîn emê siyaseta xwe ya girêdayî jinan berdewam bikin."

(zt)