Lijneya Fransiz, serdana KJA û DBP'ê kir
16:44
JINHA
AMED - Serokê Lyonê ya Komîteya Destekdayina Gelê Kurd Thierry Lanberthod û aktivîsta feminist Selene Verri, ji bo pêvajoya hilbijartinê bişopîne û piştgirî bide HDP'ê hatin Kûrdîstanê û diyar kirin ku di demek kurt de ji endamên komîteyê hin kesên din jî dê werin û di hilbijartinan de xebatekî bi hêz bidin meşandin.
Serokê Lyonê ya Komîteya Destekdayina Gelê Kurd Thierry Lanberthod û aktivîsta feminist Selene Verri ku li Fransayê faalîyetên xwe dimeşînin ji bo piştgiriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê hatin Amedê. Heyet pêşî hevserokê DBP'ê Hafîze Îpek û Mehmet Alî Şîmşek re, piştre jî bi jinên KJA re hevdîtin pêk anî û der heqê xebatên hilbijartinande danûsandin hate kirin.
'piştgiriya pêvajoya hilbijartinê divê were kirin'
Hafîze Îpek da xuya kirin ku gelê Kurd di pêvajoyek gîring re derbas dibe û piştgiriyên di vê demê de pêk tê bi wateye. Hafîze anî ziman ku bi taybetî jî demên hilbijartinan ji bo demokratîkbûyina Tirkiyê girînge û pêwistiya gelê Kurd jî bi derdorên demokrat û bi kesên bihestiyar hene û got: '' desthilatdarên dewletê tahamûla daxwazên gelê Kurd nake û li dû provakasyonaye ku hilbijartina jî sabote bike. Ji ber vê daxwaza me ya ji dewletên cîhanê ewe ku komîsyon ava bikin û pêvajoya hilbijartinê bişopînin.''
'Kurdîstan dê bi Ocalan azad bibe'
Serokê Lyonê ya Komîteya Destekdayina Gelê Kurd Thierry Lanberthod, da zanîn ku ji bo piştgirî bidin pêvajoya Kobanê û hilbijartinan hatine Kurdîstanê û diyar kir ku ji bo hilbijartin bi awayekî demokratîk derbas bibe li Fransayê lijneyek berfireh amade kirine, ewê jî di demek nêz de werin tevlî xebatên wan bibin. Thierry axaftina xwe wiha berdewam kir:''Armanca me ya yekemîn li hember nêzîkatiyên antî- demokratik bisekinin. Em ji salên 1990'an heta niha her tim dihatin Kurdîstanê. Wê gavê meşandina li kûçan jî pir bi zehmet bu. Em bi saya birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd ê şoreşger niha bi rehetî li van kolanan digerin. Em deyndarên wan in.''
'Em li hinda doza gelê Kurd in'
Aktivîsta feminist Selene Verri jî anî ziman ku der heqê Abdullah Ocalan de pirtûk nivisandiye û hewldide ku ji bo felsefeya wê di cîhanê de were zanîn vê pirtûkê wergerîne pir zimanan. Selene wiha dirêjî da axaftina xwe :'' Ez ê her tim li hinda têkoşîna gelê Kurd bim û ji bo dengê wan li cîhanê were bihîstin hewlbidim.''
(be-zd/ch)