Figen Yüksekdağ: Jinên berxwedêr roniya çavê me û meşaleya rêya mene
13:39
JINHA
STENBOL- Beyannama Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê ji aliyê Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag ve hat diyar kirin. Piştî daxuyaniyê Figen got: "Jinên berxwedêr roniya çavê me û meşaleya rêya mene. Me ew ji bîrnekirine, emê ticarî jinên li Kobanê û Şengalê li ber xwe didin ji bîr nekin.
Beyannameya Jinên HDP'ê ya Hilbijartinê bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê Figen Yukdekdag li Otela Taxsim Hill ê hat diyar kirin. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, Namzeta HDP'ê ya Stenbolê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervin Buldan, Hevberdevka HDK'ê û Parlementera Stenbolê Sebohat Tuncel, Namzeta Herêma Marmarayê ya HDP'ê û Dayîkên Aştiyê jî di navê de jinên kurd bi kincên xwe yên rengîn û jinên ji kesîmên cuda yên saziyên civaki yên sivîl yên weke karker, kedkar, feminist, sasyalîst, sendîka û bê aliyan bi kelecan beşdarbûna wan balêdikişand.
Bi sê zimanan vekirin
Di salonê de pankartên weke "Derbaskirina benda hilbijartinan ji bo bi jinan re jiyana azad avakirinê ye" û "Emê bi aborî, tenduristî, xweza, dad û ciwanan bi mirovahiya mezin biçin meclisê" dîwar hatin xemilandin. Toren bi gerandina govendê û bilindkirina tililiyan bi zimanên weke kurdi, dimilî, tirki, sazî û ermenî hat kirin. Sînevizyona tekoşîna jinan kirî mijar hat nîşandan. Bi dengê tililiyan û dirişmên "Jin jiyan azadî" coş û kelecan kete hindirê salonê. Piştî axaftina vekirinê Hevseroka HDP'ê û Namzeta HDP'ê ya Wanê Figen Yuksekdag hemû salon silav kir û got: "Me duh beyannama xwe ya hilbijartinên sala 2015'an bi gelên Tirkiyê re parvekir, îro jî em Beyannama Jinan ya Hilbijartinên parve dikin. Ev banga gelan ya mafdar û jinên nîvê cîhanê pêktînine. Hêza bingehîn ya hemû civakê azadbike û deriyê rizgariya civakî vekirinê jinin."
'Emê jinên berxwedêr ji bîr nekin'
Figen da zanîn ku HDP hêz, bawerî û vîna xwe ya herî mezin ji vê hêzê girtiye û wiha domand: "Em jin hêza herî mezin ya civakênin, emê vê hêzê giştî bikin û veguherînin hêza pêşengiya civakê. Meşa jinan ya azadiyê tenê ne îro bi milyonan jinên berxwedêr bûne ronahî û roja me ya îro ronî kirine. Jinên berxwedêr roniya çavê me û meşaleya rêya mene. Me ew ji bîr nekirine emê berxwedêrên li Kobanê û Şengalê ticarî ji bîr nekin."
'Me banga mirovahiyê bi jinan despêkir'
Figen diyar kir ku ew carekdinê jinên di nava tekoşînê de jiyana xwe ji dest dane û jinên di her qadên jiyanê yên weke mal, kolan, cihên kar û dibistanan li hember hêzên tariyên weke DAIŞ'ê şer dikin silav kir û wiha berdewam kir. Figen anî ziman ku ew bi îdiaya talebên jinên bi salan tekoşîn kirine û bûyîna partiya jinan weke HDP hem bi hêza jinan û hem jî bi hêza xebatên xwe berdewam bikin û wiha dom kir: "Bi salane ji bo anîna cîh ya van taleban me partiyek ya jinan daye ber çavê xwe. Me bi hêza jinan û hêza civakê sernavên xwe yên civakî hilbijartin."
Figen balkişand ser amadekariyên Beyannama Jinan ya Hilbijartinê û got: "Me jinên Beyannama Jinan amadedikir weke jinên ji kevneşopiyên tekoşînê hatî ne bi dayîna sozan bi xebatê anîna cîh amadedikir. Ev beyanname ji aliyê jinên ji bawerî û rengên cuda bi kelecanek mezin hat amadekirin. Jinan bi hiş û giyana xwe ya berxwedanê dan hîskirin."
Piştî axaftina vekirinê ya Figen dest bi xwendina Beyannameya Jinan ya Hilbijartinê bi sernavên hatî amade kirin hat kirin.
(zt)