Jinên Wanê: Emê bi HDP'ê re azad bibin

11:49

Şehriban Aslan/JINHA

WAN - Jinên li Wanê derbarê hilbijartinên ku wê li Tirkiyê pêkwere de nirxandin û diyar kirin ku ji ber HDP'ê namzetên jin zêde diyar kirine ewê dengê xwe bidin HDP'ê. Jinan bal kişand ku jin wê bi HDP'ê re Azad bibe. Di heman demê de jinan ji namzetên jin yên HDP'ê ev daxwez kirin: "Di civakê de xebatên zanistiyê bên xort kirin,zewacên bi çûk werin qedexe kirin,jin di nava meclîsê de cih bigrin û bibe deng ji bo gel û kesên bin dest,her wiha li hember qetil kirina jinan têkoşînê bilind bike."

Bi mebesta ku ji hilbijartina 7'ê Hezîranê re demek kin maye, jinên li Wanê dijîn hem hilbijartin hem jî namzetên jin nirxandin.Jinan bal kişand ser tundî,tecevuz,tacîz û qetilamên jinan ya li Tirkiyê û dan zanîn ku ew ji namzetên jin ya hatiye diyar kirin bi hêvîne.Leyla Avci diyar kir ku ew nûnertiya hevpar ya HDP'ê bi taybet jî, ji bo jinan diyar kirine girîng dibinin û ji vê yekê kêfxweşin.Leyla bi lêv kir ku zêdebûna Perlemetên jin ji bo jinan bûye hêvî û wiha dom kir: "Tenê rêxistina HDP'ê dikare pêşengiya şoreşa azadiya jinan bike. Bendewariyek me ya mezin ji Parlementên jin heye.Erkên gelek girîng dikeve ser milê wan. Em bi hêvîne ku ewê bikaribin hemû berpirsyartiya ku dikeve ser milê wan bi cih bînin.Bi taybet jin û bi giştî ji bo gele bindest çareserî ewe ku nûnerên jin ketina meclîsê ye." Leyla her wiha da zanîn ku gelek kes tevî HDP'ê bûne û wiha got: "Em nabêjin ku em HDP'e lîne lê belê em piştgiriyê didin HDP'ê."

'HDP'ê nûnertiya jinan dike'

Her wiha Zehra Alkan jî diyar kir ku heyan ku pirsgirêka jinan çareser nebe tû pirsgirêkên din nayê çareser kirin. Ji ber vê yekê xebatên zanistî pêwîste di civakê de were pêşxistin.Leyla di heman demê de bal kişand ku pêşketina zanistiya civak bi pêşketina jinê ve girêdaye û wiha dom kir: "Bi hêzkirina xebatê zanistiyê civak dikeve ser milê nûnerên jin.Daxweza me ji nûnerên jin ewe ku pêşî li zewacên ku di temenê bi çûkde tê kirin were girtin. Ji ber gelek întîhara jinan ji ber vê sedemê pêk tê.Di demên dayîde li Wanê em gelek car rastî bûyerên bi vî awayî hatin.Ev pirsgirêk tenê ji aliye jinan ve wê were çareser kirin." Zehra di dawiya gotina xwe de bi lêv kir ku, bi HDPê re jin jî wê azad bibin. Xecê Aktaş jî anî ziman ku zêde buna Parlementên jin ya di nava HDP'ê de ji bo jinan kêfxweşiyek daye ava kirin û bal kişand û diyar kir ku yê nûnertiya HDP'ê jî dike jine.

'Em bi paketek Makarnayê denge xwe nafroşin'

Di heman demê de Adar Kartal jî diyar kir ku pêwîste parlamentên jin ya ku di nava HDPê de cihê xwe digrin li gorî Parlamentên jin ên partiyên din de nûnertiya jinan baş were kirin û wiha dirêji da gotinê xwe: "Li holê gelek hatiye bindest kirin heye û pêwîste dengê vî gelî baş bidin bihîstandin." Her wiha Songul Yacar jî got: "Em daxwez dikin ku parlamentên me li tevahî malan bigerin û pirsgirêkê civakê ji nêzde bişopînin." Di dawiyê de Nazîme Gur jî got:"Emê nûnerên xwe ya Wanê rêkin Meclîsê bila gumana tu kesî ji vê yeke tüne be. Em bi nûnerên ku hatine hilbijartin ser bilindin û bawariya me bi wan heye. Bawariya min heye ku ew bikevin Meclîsê pirsgirêkên me wê çareser bibin.Em bi paketek Makarnayê dengê xwe nafroşin."

(rc)