Filiz Koçali: Dê pirsgirêkên jinan ji bo me despêk be

10:36

Handan Tufan / JINHA

AYDIN - Namzeta HDP'ê ya Herêma 1'emîn ya Aydinê Filiz Koçali balkişand ser şertên xebatên jinan yên di nava sektorên çandinî û turîzmê de û got: "Ev her du sektor dînamîkên bingehîn yên Aydinêne. Heger gelê Aydinê me weke nûner bişîne Enqerê emê despêkê pirsgirêkên jinan yên di nava van her du sektoran de bigirin dest."

HDP ya ku bi duruşmên "Jiyana nû" û "Emê biçin meclisê" ji bo hilbijartinên 7'ê Herzîranê bi 268 namzetên jin yekem car li Tirkiyê îmza avêt binê rêgezekê. HDP ya ku li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyê di rêza yekem de jin nîşan dan li Aydinê jî Filiz Koçali nîşandan. Namzeta HDP'ê ya Herêma 1'emîn ya Aydinê Filiz Koçali di 22'ê çileya sala 1958'an de li Stenbolê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Filiz ya ku di salên xwe yên xwendekariya lîsê de tekoşîna şoreşgeriyê naskiriye sedemên di nava HDP'ê de bûna namzet dinirxîne.

'Di salên xwendina lîsê de peyîwendiya min ya bi tevgerên şoreşger re çêbû'

Filiz ya ku di salên xwe yên xwendina lîsê de eleqe nîşanî rêxistinên şoreşger daye wiha dibêje: "Ji ber salên min yên xwendina lîsê rastî salên 1970'an hat. Di salên despêka zanîngehê de min di nava rêxistinên ciwanan de cihê xwe girt. Dema ku em bi pirsgirêkên Tirkiyê re mijul bûn min dît du pirsgirêkên bingehîn hene. Yek ji wan pirsgirêka kuran ya dinê jî ya karkeran. Ez difikirîm ku ev her du rêxistin rast dikin û min eleqe nîşanî tevgera rizgariyê da. Min dest ji zanîngehê berda û ji bo rêxistinkirina karkeran ez di fabrîqeyan de xebitîm. Bi darbeyê re li min geriyan. Di pêvajoya xwe ya qaçax de di nava fabrîqeyekê de xebitîm. Paşê jî hatim binçav kirin. Dema ku derketim dibistana min ya nîvî mayî min domand. Min beşa rojnamegeriyê xwend û paşê jî dest bi rojnamegeriyê kir."

'HDP parçeyek ji hemû tekoşîna min ya dîrokiye'

Filiz anî ziman ku piştî demekê wê ferq kiriye ku rojnamegerî û tekoşîna mafê mirovan kirinê bi hev re nabe ji ber wê dest ji rojnamegeriya profesyonel berda. Filiz da zanîn ku ew yek ji yên despêkê "Dayîkên Şemiyê" dayî despêkirine û wiha domand: "Ev exab di tevahî jiyana min de yek ji karên rometê ye. Di despêkê de komek biçukbû. Em wê demê ne di ferqa emê evqas dîrokê binivîsîn debûn. Paşê her çu em mezin bûn. Bi runiştinên Şemiyê evqas faîl hatin ferqkirin. Paşê jî di partiyên siyasî de xebitîm. Di dawiyê de di HDP'ê de namzetim. Niha em di pêvajoyek giring denin. HDP parçeyek ji tekoşîna min dîrokiye. Ji ber wê jî ez di HDP'ê deme."

'Pirsgirêkên me hevparin'

Filiz destnînşan kir ku weke her deverên Tirkiyê li Aydinê jî jin rastî şidetê tên û wiha berdewam kir: "Li vêderê jinên xwe herî bi hêz jî didin nîşandan dibin van tehdîdan denin. Ev yek ji pirsgirêkên me yên hevparin. Partiya me xwediyê polîtîkaya li hember şidetên ser jinanin. Weke jin di nava malan de pirsgirêkên em dijîn pir dişibin hev."

Filiz balkişand ser pirsgirêkên jinan yên li Aydinê li sektorên çandinî û turîzmê de û wiha "Li vêderê ji bo jinan feqîrî pirsgirêka herî mezine. Di sektorên turîzmê de ewlehiya civakî nîne. Her wiha li wê di karên herî giran de dixebitin û perê herî kêm digirin. Saetên wan yên xebatê gelek dirêjin. Ev her du sektor dînamîkên bingehîn yên Aydinêne. Di vê wateyê de ji bo jinên di sektoran de pêşniyarên me hene. Heger gelê Aydinê me weke nûner bişîne Enqerê emê despêkê pirsgirêkên jinan yên di nava van her du sektoran de bigirin dest."

'Emê bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin'

Filiz wiha berdewam kir: "Ez bawerim hev naskirina me giringe. Weke gelek metrepolan li vêderê jî wihaye. Jin baş cîhana hev nasnakin. Aştî û wekheviya civakî ser jinan dikare bê pêşxistin. Ez bang li hemû jinên Aydinê dikim ku bên em hev nasbikin û maseleyên xwe yên hevbeş bizanin. Ji ber em jinin tenê em bi xwe dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin."

(zt)