LGBTİ yan yekem standa hilbijartinan vekirin
16:07
JINHA
İZMİR - Komisyona hilbijartinan ya LGBTÎ ya HDP a Îzmîrê di çarçova xebatên hilbijartinan de standa yekem vekirin û gotin 'Emê biçin meclisê.'
Komisyona hilbijartinan ya LGBTÎ ya HDP a Îzmîrê li ser Cadeya Şehîdên Qubrisê ya Alsancak ê yekem standa hilbijartinan vekirin. LGBTÎ yan alayên HDP û Gokkuşagi yan vekirin di heman demê de bi nêzbûna 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê re afîşên girêdayî karkeran vekirin. Ser kaxezên biçuk nivîsên weke "Dostên LGBTÎ namzetan destek dikin. Dengê me yê HDP'ê ye" û "Ji bo cîhanek rengî dengê me yê HDP'ê ye" û welatiyan alîkariyek mezin dan LGBTÎ yên ku belavokên bi nivîsên weke divê LGBTÎ dostên xwe nametên HDP'ê destek bikin. Her wiha wêneyên bi sernivîsên "Ji bo bîranîna HDP'ê" hatine kêşan. Standa ku dê heta saet 17.00'an li Alsancakê vekirî bimîne li ber dengê stiranên kurdî, tirkî û lazî govend tê gerandin.
(zt)