Figen Yuksekdag: Nikarin bilindbûna HDP'ê asteng bikin

13:23

JINHA

WAN - Di xwarina taştê ya civîna çapemeniyê de Hevseroka Giştiya HDP'ê û Namzeta HDP'ê ya Wanê Figen Yuksekdag axivî û balkişand ser êrîş û provakasyonên ser HDP'ê û got: "Wê nikarin bilindbûna HDP'ê asteng bikin. Êdî tîr ji kevanê derketiye û derê bendavê vebûye. Dibe ku di hilbijartinên 2015'an de hun barajê derxin pêşberî gel lê derbasbûyîbe derê bendavê ji xwe vebûye."

Namzetên HDP'ê yên Wanê li Otela Akdamarê di xwarina taştê de bi çapemeniyê re hatin bahev. Di civînê de namzetên HDP'ê yên Wanê Figen Yuksekdag, Lezgin Botan, Yurdusev Ozsokmenler, Selami Ozyaşar, Tugba Hezer û Remzi Ozgokçe li gel Hevşaredarên Bajarê Mezin yên Wanê Hevşaredarên Erdemitan, hevserokên navendên HDP û DBP yên Wanê, Serokê Navenda EMEP a Wanê, nûnerên STK yê gelek nûnerên çapemeniyê yên herêmî û navnetewî jî amadebûn. Di salona civîn lê hat derxistin de filamayên HDP'ê û pankartên weke "Emê biçin meclisê" hatin hildan. Beriya xwarina taştê Hevseroka Giştiya HDP'ê û Namzeta HDP'ê ya Wanê Figen Yuksekdag di derbarê meşa hilbijartinê ya ji Wanê despêkirî de nirxandin kir û bersiv da pirsên rojnamegeran.

'Em baş polîtîkaya Tirkiyê ya qirêj dizanin'

Figen da zanîn ku wan weke HDP'e ji bo li Tirkiyê hilbijartinek azad û demokratîk bê pêkanîn berpirsyarî girtine û wiha domand: "Deshilata siyasî berpirsyariyek dîrokî girtiye. Gelên li Tirkiyê neçarnînin ku di pêvajoyek wiha dîrokî de gotinên AKP'ê û Erdogan yên wiha bê berpirsyar rakin. Divê berpirsayriyek ya ku gelên Tirkiyê mafkiriye rakin. Civaka Tirkiyê giraniya şer û siyaseta qirêj pir baş dizanin. Hemû gelên li Tirkiyê ne neçarin ku vê giraniyê rakin."

'Êdî AKP ser civakê bûye giraniyek'

Figen bang li AKP'ê kir û got: "Hun ji bo sivik kirina giraniya heyî berpirsyariyê nîşan nadin. Êdî AKP ser gelên li Tirkiyê bûye giraniyek. Êdî dema avêtina vê giraniyê hatiye. Em li hember Serokêpartiyekê û Serokomarek yên ji bo gotin avêtina partiyên siyasî ketine pêşbaziyê ne. Ev xirabî her diçe vediger zimanê pefçunan. Ev bê tehmulî ji ber serketinên dê HDP di hilbijartinên 2015'an de bidest bixine."

Figen wiha berdwam kir: "Wê nikarin bilindbûna HDP'ê asteng bikin. Êdî tîr ji kevanê derketiye û derê bendavê vebûye. Dibe ku di hilbijartinên 2015'an de hun barajê derxin pêşberî gel lê derbasbûyîbe derê bendavê ji xwe vebûye. Di pêvajoya derbasbûyî de HDP'ê serkeftin bi dest xistiye. Ev bilindbûna HDP'ê ya hilbijartinên sala 2015'an me hemûyan kelecan dike lê îktidara siyasî di nava nerihetiyek mezin dene. Li cihê Serokomar ji bo HDP'ê kêfxweşiya xwe nîşan bide, berevajî merufetiyek ya hilweşandina wê nîşan dide. Wê demê tu ji gel biyanî bûyî û ji kelecana gel qetiyayê."

'Îşalah emê hînî wan bikin'

Figen bûyerên li Agiriyê hatin jiyîn bi bîrxist û wiha berdewam kir: "Hemû gemarî û zincara wan derket holê. Me li Agiriyê helwesta xwe nîşan da. Wî gelî ji bo we mirovahî nîşan da. Gelê Giyadînê yên ji bo xilasiya leşkerên birîndar û yên xwîn winda kirî canê xwe danîn holê û waneya mirovahiyê dan. Îşalah hun hînî hînbûna waneya mirovahiyê bûn. Li gel îktidara siyasi ya ku ji leza avakirina sarayan mirovahî ji bîrkirinê jiyan kirin jî hîna mirovahî nehatiye ji bîr kirin. Emê waneyên mirovahiyê hînî we bikin. Hemû tişt pereyên di qotiyên solên we de nîne. Heger hunê siyasetê bikin divê hun nirxên mirovahiyê jî bilind bikin. Ji ber hun xizmeta aştî û demokrasiyê nakin dê siyaseta we bê sîlkirin û biçe."

'HDP baş dizane dê li hember bê tehmûliyê çî bike'

Figen anî ziman ku ew pir baş bêtehmûliya li Atirî, Entalya û Enqerê li hember HDP'ê dizanin û dê ji niha û pêde jî rêya xwe berdewam bikin û wiha dom kir: "Emê li karê xwe û rêya xwe binêrin. Ji bo gelên li Tirkiyê gelek tiştên em bikin hene. Bila ew bi fikirên dê HDP bin provakasyonên AKP'ê de raze ve mijul bibin. Karê wan yê herî zêde eve lê karê karê me yê cuda heye. Karên me yên weke avakirina aştî, demokrasî, mirovahî û nirxên mirovahiyê hene. Dema ku em li karê xwe dinêrin ew dê bi mijulbûna deshilatiyê ve li peyî me bimînin. Li Wanê me bi hev re dest bi meşek bi hêz kir. Ev bajar yek ji bajarên herî zêde qehir û berprisiyariya herêmê li ser milê xwe girtiye. Me êdî ji bo Wanê rupelek pir bedew vekiriye. Dema hemû dewlemendiyên Wanê derxistina holê hatiye. Astengiyên li pêşiya vê hukimeta AKP'ê ye. Emê di hilbijartina 2015'an de van astengiyan ji holê rakin, di aliyê aborî û hêza mirovahiyê de azadbibin. Dê jiyanek nû ya di sînorê xwe de aştî û ser axa xwe demokrstî rêvebirinê mezin bibe."

Piştî axaftinan namzetên HDP'ê yên Wanê ji bo beşdariya buroya hilbijartinan ya Erdîşê ketin rê.

(zt)