Li Dîlokê du buroyên hilbijartinê yên HDP'ê hatin vekirin
11:08
Nîsan
19
/ 2015
JINHA
DÎLOK - Di çarçoveya xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê de li Navenda HDP'ê ya Dîlokê du buroyên hilbijartinê hatin vekirin.
Li Dîlokê HDP'ê lez da xebatên xwe yên ji bo hilbijartina parlementan ya 7'ê Hezîranê. Li taxên Şirinevler û Guzel Vadi yê buroyên hilbijartinan hatin vekirin. Di vekirina buroyan de namzetên HDP'ê yên jin, rêveberên DBP û HDP'ê, rêxistinên civaka sivîl jî di navê de gelek welatî amadebûn. Di vekirina buroyan de welatiyan bi duruşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" govend gerandin.
(zt)