'Em jiyanek çawan dixwazin emê hilbijêrin'

10:07

Eylem Daş-Dilan Karamanoğlu/JINHA

STENBOL- Namzeta HDP'ê ya Herêma 3'emîn ya Stenbolê Nizîskar û Wergervan Ayşe Berktay bang li hemû jinan kir ku di nava vê tekoşînê de cîh bigirin û got: "Emê jin ji bo di nava vê civakê de, vê rêxistinê de di nava partiyan, jiyana kar, dibistan û her derê xwediyê mafê gotinê bin, xwedî vînbin û bi pêşbînîbin emê derfetan avabikin."

Namzeta HDP'ê ya Herêma 3'emîn ya Stenbolê Nizîskar û Wergervan Ayşe Berktay diyar kir ku 3'emîn Herêma Stenbolê devera herî xwediyê şêniyek qerebalixe ji ber wê jî xebatek zor li pêşiya wane. Ayşe anî ziman ku polîtîkaya HDP'ê ser polîtîkaya jinan hatiye avakirin û wiha domand: "HDP partiya jinane ji ber em tenê qala têde weke endam cih girtina jinan nakin. Em mijara jin û mêran jî tenê di aliyê biyolojîk de nagirin dest. Mijara jinê tê wateya mijara demokrasiyê, wekheviyê, li hember deshilatiyê derkektine. Ji ber wê jî bûyîna partiya jinan ev hemû li ber çavan girtine. AKP girêdayî wekhevi, civakîbûna jinan û nirxan her tiştî dişkîne."

'Divê kes dibin sînorê feqîriyê de neyên hiştin'

Ayşe wiha berdewam kir: "Dema ku em li hember hemû polîtîkayên tên kirin tekoşînê bidin wê demê emê polîtîkaya jinan bikin. Jinan rastî qirkirinê tînin û di hejarîyek ne normal de dihêlin." Di tevahî pêvajoya deshilatiya AKP'ê de hemû xizmetên civakiyên ji bo jinan tên kirin weke tiştekê pêşkêşî wan dike nêzdibe. Ayşe da zanîn ku xizmetên civaki yên HDP dike weke mafê mirovane lêdinêre, weke mirov ser vê erdnîgariyê jiyankirin mafê her kesê dibîne û naxwaze kes dibin sînorê hejariyê de bimîne û wiha domand: "Em mafê her kesê wek hevi difikirin. Emê vê weke mafek civakî biparêzin."

'Parastina cewherî tê wateya tevlîbûna hemû navendên jiyanê'

Ayşe bilêv kir ku pêdiviya jinan û hemû civakê bi rêxistina cewherî heye û divê ev ji aliyê zagonan ve neyê asteng kirin û wiha berdewam kir: "Divê jin li hember qirkirinan di aliyê parastina cewherî de bên rêxistinkirin. Divê pêdivî bi navên cuda legal û zagonîkirina wê nebînin. Parastina cewherî mafek û pêdiviyeke. Parastina cewherî tê wateya bi awayek wekhev berşdarbûna civakî û hemû navendên jiyanê. Em weke HDP dixwazin vê têxin meryetê." Ayşe destnîşan kir ku dê li gel jinan ser van mijaran nirxandinan bikin û bi hev re têxin meryetê. Ayşe da zanîn ku divê hemû jin cihê xwe di nava vê tekoşînê de bigirin û wiha dom kir: "Emê jin ji bo di nava vê civakê de, vê rêxistinê de di nava partiyan, jiyana kar, dibistan û her derê xwediyê mafê gotinê bin, xwedî vînbin û bi pêşbînîbin emê derfetan avabikin."

'Jin parçeyek ji hilberînêne'

Ayşe derbirî ku jin di nava aboriyê de di pozisyona hilberînêdenin û wiha axivî: "Dema ku mêr bi ucret di xebite û pere tîne malê weke ku jin na xebite lê dinêre. Weke ku di malê de hilberîn nîne dinêrin. Lê jin di nava şertên jiyana zor de jiyanê rêxistin dikin. Em dixwazin di hilberînê de wekheviyê di mafê gotinê de wekheviyê derxin pêş. Di nava van de em dixwazin jiyana jinan bi ewle bê dîtin. Ji bo jinan jiyanek bê tirsa ji şidet, tacîz, tecawîz û mirinê dixwazin û ev hem di liyê zagonî û hem jî di aliyê rêxistinî de bidin pejirandin. Hem jî di aliyê fîzîkî de amadekirina şertên jiyanê armanc dikin. Em difikirin di van mijaran de jin di pêvajoya aştî û çareseriyê de xwediyê gotin û rolek wekhevbe."

'Em jiyanek çawan dixwazin emê hilbijêrin'

Ayşe balkişand ser cudahiya vê hilbijartinê ji hilbijarbinên dinê û wiha domand: "Ev ne pêvajoyek ya hilbijartinan û kampanyeya hilbijartinane, ev em li vêderê bi hev re jiyanek çawan dixwazin ji bo daxwazên xwe divê em girganiyê bidin ser vê xebatê. Em di nava duzenek ya nêrînên ser pergala serokatiyê û pakêta ewlehiyê ya di pêşiya me de nin, her ku diçe diktatorî pêşdikeve û mirovahî kêm dibe de dijîn ji ber wê jî kirî di derî dene."

Ayşe anî ziman ku divê weke çar salên parlementiyê lê neyên nêrîn divê ji bo pêvajoyek demdirêj deng bên karanîn û wiha dom kir: "Em jiyanek çawan dixwazin divê em hilbijartinek wiha bikin. Ez bang li jinan dikim ku bên em li vêderê di jiyanek azad, wekhev û heqîqetê de giraniyê bidin nîşandan, ji bo em bibin xwediyê mafê gotinê û ne tenê di meclisê de di her aliyê jiyanê de xebatê bikin. Ez bang dikim ku her kes hêza xwe tevlî vê xebatê bike û hêzê bidin. Duruşma me jî emê biçin meclisê dê jin biçin meclisê ye. Em vê dibêjin."

(zt)