Li İzmir ê jinan standên 'Jiyana nû' vekirin

16:31

JINHA

İZMİR - Komisyona Hilbijartinê ya Jinên HDP a Îzmîrê di 20'emîn Fuara Pirtûkan de standa hilbijartinan vekirin.

Komisyona Hilbijartinê ya Jinên HDP a Îzmîrê di ketina 20'emîn Fuara Pirtûkan ya TUYAP'ê ya li Parqa Çandê standa hilbijartinan vekirin. Jinên HDP'ê belavokên "Jiyana nû" li jinan belavkirin û bi duruşma "Jin jiyan azadî" govend gerandin. Bi kurdî û tirkî pankartên weke "Rengê HDP'ê dengê jinane" û "Bi jina azad ber bi jiyana nû ve" hatin hildan. Stand ji aliyê welatiyan ve jî rastî eleqeyek mezin hat. Dê stand îro heya saet 17.00'an vekirî bimîne.

Jinên endamên Komisyona Hilbijartinê ya HDP'ê li Bayrakli, Balçova û Bornava yê standên hilbijartinan vekirin.

(zt)