‘Emê her tim şopdarê Arînan, Berivanan, Zahîdan bin’

16:16

JINHA

ŞIRNEX- HDP’ê li Cizîrê 1'emîn buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Di merasîma vekirina bûroyê de Namzeta Şirnexê Aycan Îrmez axivî û diyar kir ku ewê her tim şopdarê Arînan, Berivanan, Zahîdan bin.

HDP’ê li navçeya Cizîr a Şirnexê 1'emîn buroya xwe ya hilbijartinan bi kelecanek mezin vekir. Di merasîma vekirina bûroyê de Namzetên HDP’ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Leyla Bîrlik, Ferhet Encû û Aycan Îrmez, Hevserokê Şaradariya Cizîrê, Hevserokê DBP’ê û HDP û gelek kes ji ber avahya HDP'ê heta cihê buroya hilbjartinê meşiyan. Merasîme bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji destdane despêkir. Di merasîmê de Hevseroka DBP’ê Semîra Uruç axivî. Semîra diyar kir ku ev hilbijartin ji bo wan wek ezmunekiye û wiha got: ”Pêwîste em hemû di cihê xwe de ji bo sistama AKP’ê ya qirêj bi ser nekeve bixebitin”

Namzeta HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî diyar kir ku Cizîr bajarek Dîrokiye û wiha got: "Li pêşîya me pêvajoyek girîng ya Rêber Apo daye despê kirin heye. Pêwîste em li vê pêvajoyê xwedî derbikevin.” Aycan êrîşên li Enqerê ser avahiyên HDP’ê pêk hatin bi bîr xist û diyar kir ku AKP ditirse HDP bendavê derbasbike û wiha pêde çu "Em ji dibêjin ji bo ku demokrasî bê Tirkiyê emê barajê derbas bikin û herin li meslisê xebatên xwe bi meşînin.” Aycan bi lêv kir ku heta rih di canê wan de hebe ewê şopdarê Arînan, Berivanan, Zahîdan bin û wiha dawî li axaftina xwe anîn “Em pir bi kelecanin. Ez we hemuyan bi germahiya berxwadana Kobanê,Şengalê, Kerkukê silav dikim.”

‘Ew çıkas me bi êşinîn wê hêrsa me bilin bibe’

Piştî axaftina Aycan Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî da zanîn ku ev 30 salin Cizîr pêşengtî ji şoreşê re dike û ew bi rihê şoreşa Rojava gelê Cizîrê silav dike. Faysal balkişand ser êrîşên ser HDP’ê û wiha got: "Hukumeta AKP’ê hê ji vêga de êrîşê ser me dike. Li gelek deveran artêşa ku destura xwe ji AKP’ê girtiye dest bi provakasyona dike. Bi sebra gelê me dileyîzin. Lê em nayên nayên leystikan em baş dizanin ev êrîş binketina wan diyar dikin.” Faysal da zanîn ku meşruyeta HDP di nav derdorên demokratîk de hatiye qebul kirin û wiha pêde çû: ”Gelek kesên ku mexdurê pergalê bune berê xwe dane HDP’ê.” Faysal di buyerê Cizîrê de qetilkirina 5 kesan bi bîr xist û wiha got: "Wan di nav heftîyekê de 5 zarokê me qetilkirin. Ew çıkas me bi êşinîn wê hêrsa me bilin bibe, şewqa me ya tekoşînê wê xurt bibe.”

Piştî axaftinan namzet û gel bi hev re govend gerandin.

(ma/zt)