'Emê ji bo hilweşîna kar parvekirina zayendî bên'

10:33

Dilan Karamanoğlu /JINHA

STENBOL - Namzeta HDP'ê ya Herêma 1'emîn ya Stenbolê û di heman demê de bi tekoşîna xwe ya ji bo jinên kedkarên malê tê zanîn Serpil Kemalbay diyar kir ku dê tenê ji bo onerge dayînê neçin meclisê di heman demê de dê bi jinan re weke aktîvîst bixebitin û got: "Emê ji bo hilweşîna kar parvekirina zayendî bên."

Serpil Kemalbay ya ku bi tekoşîna xwe ya ji bo jinên karkerên malan tê nasîn di Herêma 1'emîn ya Stenbolê de weke namzeta HDP'ê hat nîşandan. Serpil tekoşîna xwe û namzetbûna xwe ya nava HDP'ê de ji ajansa me re nirxand û wiha axivî: "Meclisên taxan ji bo rêveberiya cewherî hatine avakirin. Li gorî xebata min ya li taxên feqîran û agahiyên min bi dest xistî bi hevalên xwe re par kirî min di malên şêwirmendiyan de cîh girt. Perspektîfa me bi gel re ji bo derbaskirina zoriyên rojane derbaskirin û ji bo jiyanek nû tekoşîn kirin bû."

'Di mijara karkerên malê de tenê partiya samimi HDP ye'

Serpil wiha berdewam kir: "Ji bo bala deshilat û muxalîfan bê kişandin me hevdîtin pêkanîn. Ji derveyî HDP'ê kes ji dil nêzî mijarê nebûn. Di vê mijarê de gelek tiştên bên kirin hene. Nêzî milyonekê jin eleqeder dibin û piranî jî jinên koçberin. Bê guman ticarî bawrî bi zagonan nîne. Ji bo jiyanek bi ewle divê ji bo civakek ewle kar bê kirin. Divê astengiyên li pêşiya jinan û karkeran bên rakirin û jin tevlî pêvajoyên biryardayînê bibin."

'Ezê weke aktîvîstekê bixebitim'

Serpil di derbarê xebatên xwe yên dê li meclisê berdewam bike de wiha got: "Ez naxwazim tenê weke onerge pêşkêş kirinê biçim meclisê. Ez difikirim ku divê weke aktîvîstekê li gel jinan, karkerên malan û karkerên ewlehiya wan neyî bixebitim. Ez difikirim pêdivî pêheye em van dengan bigihînin meclisê."

(zt)