Beyza Ustun: Divê em tekoşînê mezin bikin

11:39

Dilan Karamanoglu /JINHA

STENBOL - Prof. Dr. Beyza Ustun ya ku li Herêma 3'emîn ya Stenbolê namzeta HDP'ê ye diyar kir ku di serî de daxwaza wan aştiye û got: "Ji bo ku hemû dost û heval vê tekoşînê mezin bikin ez bag dikim. Di serî de jin, ciwan, zarok divê em hemû vê tekoşînê mezin bikin."

Prof. Dr. Beyza Ustun ya ku li bi tekoşîna xwe ya ji bo ekolojiyê dayî tê nasîn û perwerdêra Beşa Muhendiziya Derdorê ya Zanîngeha Yildiz Teknikê li Herêma 3'emîn ya Stenbolê namzeta HDP'ê ye girêdayî tekoşîna xwe ya jiyanê û namzetbûna xwe ya HDP'ê nirxand û got: "Di demên dawî de weke tê zanîn em şahiydiya êrîşên kaputalîzm, HES, karên madenan û satralên enerjiya hewayê ser ekolojiyê dikin. Ser vê erdnîgariyê ji derveyî van şahidiyan gelê ku difikirin navendên jiyanê ji destê wan diçe di van mijaran de xwestin xwe bigihînin agahiyan û hevdîtina me wihabû. Ji sala 2008'an ve li deverên Anadolu, Mezopotamya, Trakya bi gelên li hember ticareta avê derdikevin re emê çî bikin nirxandinan dikin."

'Emê tekoşîna jinan bilind bikin'

Beyza wiha qala jiyana xwe kir: "Ji despêkê heya niha ez di nava tekoşînek rêxistinî deme. Hem Egitim-Sen, hem Meclisa Ekolojiya HDK'ê ez rêxistinbûna xwe berdewam dikim. Demdirêj di nava polatforma li hemberî firotina avêdebûm û hîna jî endamim. Ez hewildidim di nava akademiyê de di nava hemû beşên aliyên azadiyê de cîh bigirim. Ez endama Platforma Şêwirmendiya Zanîngehême û endama Platforma Akademiya Bêdeng nabe me. Ezê di bilindkirina tekoşîna jinan de kedê bidim û bi nasnameyek wiha jiyan bikim."

'Ez naxwazim kesê weke yên dinê bibînim'

Beyza ya namzeta HDP'ê ye got: "Ez îro bi tesadufen di HDP'ê de nînim. Ji avabûna HDK'ê heya niha ez di nava vê pêvajoyê deme. Çima HDK? Ji xwe hemû rêgezên kongereyê partiyê siyasî dike. Ji ber wê ez di HDP'ê deme. Rêgezên HDK'ê gelek giringin. Di serî de ez aştiyê dixwazim. Ez dixwazim gel bi azadî û li gorî vîna xwe jiyan bikin. Li gel vê jî ez naxwazim tiştek yê tekane û hinekan weke yên dinê dîtinê bijîm. Ked jî tê mêtînger kirin, ekosistem jî tê mêtînger kirin. Ji ber pergal ji bo jiyankirina xwe kaputalîzmê bi lez mezin dike. Ji ber min dawîanîna teşeroniyê, cînayetên kar, cînayetên jinan mêtîngeriya ekosîstemê di nava rêgezên sazumaniya siyasi ya vê partiyê de didît. Ji be wê jî despêkê HDK e."

Beyza anî ziman ku ji bo bilindkirina rêgezên azadiyê ez di nava HDP'ê deme û wiha berdewam kir: "Em nûneriya azadiya jinê û gelan dikin. Em mafê LGBTÎ yan diparêzin. Em dixwazin li gel hevalên xwe yên berasteng bin. Em berendamên pêvajoyek ya dawîkirina cînayetên kar, teşaroniyê ne. Aştî hewildana me ya despêkê ye, em namzetên ekosistemê ji biniya sermaye derxistinê, azadiya avê û derbaskirina bendavêne." Beyza bilêv kir ku dê di hevşêwirîna gelan de jin pêşengiyê bikin û wiha dom kir: "Ez ji bo hemû dost û hevalan banga bilindkirina vê tekoşînê dikim. Despêkê jin ji ber jin vîna xwe bi îsrar vediguhêze rastiyê, paşê jî ciwan, zarok divê em hemû vê tekoşînê bilind bikin."

(zt)