Nursel Aydogan: Êdî kes ji derewên AKP'ê bawer nake

16:07

JINHA

AMED - Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan balişand ser provakasyona li Tendurekê hat kirin û got: "Êdî kes ji derewên AKP'ê bawer nake.

Di civîna Keyayên Yenişehirê de Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan girêdayî bûyera Agiriyê nirxandin kir û wiha axivî: "Weke HDP banga me ya ji bo jiyana nû rastî eleqeyek mezin hat. Li gorî lêkolînên medyaya civakî HDP ji sedî 13 derbas dike. Li hember van serketinan hikumeta AKP'ê serî li rêzabên provakasyonan da û bûyera li Agiriyê jî nîşaneyên telaşa hikumeta AKP'ê ye.

(zt)