Namzetên jin yên Şırnexê: Em welatê jinan dinirxînin
11:37
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê ji 4 nemzetên HDP'ê nîşan dayîn du jin. Ji namzetan Parêzer Aycan Îrmez di 7 saliya xwe de bi guleya dewletê dayîka xwe winda kir, bavê wê jî hat grtin û ew bi salane li hember bêmafiyan weke parêzvana mafê mirovan û mafê jinan tekoşînê dike. Leyla Birlik jî bi salane di nava siyasetê de aktîf dixebite. Leyla û Aycan gotin: "Di hilbijartinên herêmî de me ser emê çawan bajar bikin bajarê jinan nirxandin dikir, niha jî em ser mijara emê çawan Tirkiye bikin welatê jinan nirxandinan dikin."
Şirnex ya weke kelha HDP'ê tê zanîn ji 4 namzetan du jin nîşandane. Namzetên jin yên bajarê nûneriya hevbeş daye nîşandan Aycan Îmrez û Leyla Birlik e.
Namzetên jin diyar kirin ku dê bi banga HDP'ê ya "Jiyana Nû" ji sedî sed bajar jiyana nû têxe meryetê û tê payîn ku hilbijartiyên jin yên nava bajêr di hilbijartinê de rekora dengan bişkînin.
Aycan Îmrez: Di Newrozê de dayîka min li ber çavên min qetil kirin
Aycan Îrmez ya ku di lîsta namzetan de di rêza 4'emîn de cîh digire ji ber peyîwira bavê xwe di sala 1985'an de li Kutahya hatiye dinê. Aycan di temenê 3 saliyê de cardin li Şirnexê vegeriyane. Di temenek biçuk de şideta dewletê nas kiriye. Di Newroza 1992'an de dema Aycan 7 salî di êrîşên polîs û leşkeran de mal gulebaran kirin û diya wê di malê de li ber çavên wê qetilkir. Piştî çend salan jî bi hinceta "Alîkariya rêxistinê kiriye" bavê wê hat girtin. Bavê Aycan Halil Îrmez yê ku gelek caran hatiye binçavkirin û girtin hîna di girtîgehê deye. Aycan da zanîn ku piştî wê diya xwe wendakiriye bi giştî salekê li gel bavê xwe nemaye û wiha got: "Bavê min di girtîgehê debû min dibistana seretayî û lîse qedane."
'Ji bo parastina mafê kurdan ez bûm parêzer'
Aycana di nava tekoşînê de mezin bûyî piştî qedandina fakulteya hiquqê bû parêzer. Aycan di jiyana xwe ya parêzeriyê de parastina mafê mirovan û mafê jina dike. Aycana ku di sala 2005'an de ji Fakulteya Hiquqê mewzun bû li Baroya Şirnexê di komisyona girtîgehan û marê mirovan de cîh girt. Endama damezrênera Şaxa ÎHD ya Şirnexê di saziyên weke TUHAD-FED û MEYA-DER de xebitiye û di heman demê de yek ji demezrênera Komela Jinan Zilanê ye Aycan wiha qala xwe dike: "Bêmafiya ser kurdan, jin û zarokan, li ber çavên min qetilkirina diya min û bê sedem girtina bavê min ya girtîgehê bûn sedem ku ez di salên xwe yên xwendinê de parêzeriyê hilbijêrim. Ji bo gelê Botanê yê pir êş kişandiye min xwest weke jinek tevlî HDP'ê bibim û tekoşîna xwe li wê berdewam bikim. Di lîsta HDP'ê de li Tirkiyê jin dikarin bibin xwediyê mafê gotinê. Jin di bêjin em jî hene. Emê barajê derbaskin û ji Şirnexê 4 perlement derkevin."
Leyla Birlik: 7 salin di nava xebatên siyasetê de
Leyla Birlik ya ku di lîsta Şirnexê de di rêza 2'emîn deye li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hatiye dinê. Leyla ya ku zarokatiya xwe li Çukurovayê derbaskiriye di nava malbatek welatparêz de mezin bûye. Leyla ya ku dayîka zarokekê ye 7 salin di nava siyaseta gelê kurd de cîh digire. Leyla anî ziman ku wê di salên 90'an de li herêmê jiyan nekiriye lê li cihê ku lê jiyan kirî êşên nêzî yên li herêmê hatîn jiyandin jiyan kiriye û wiha domand: "Şerê li Kurdistanê berdewam dikir bandora xwe li metrepolên weke Mêrsîn û Edenê jî dikir. Bavê min jî di wê pêvajoyê de zindî nava xebatên siyasetê debû. Bi dehan caran bavê min hat girtina binçavan, em jî neçar diman her dem cihê xwe biguherin."
'HDP nûnera hemû yên weke yên dinê hatîn dîtine'
Leyla wiha dom kir: "HDP nûneriya hemû yên kesên ji aliyê pergalê ve weke yên dinê hatine dîtin dike. Em dibêjin jiyanek nû, emê hemû li derdora paradîgmaya nû bicivin. Ev 40 salin jin û mêr li milê hev tekoşînê dikin, jin dema ku vê dike hinekdinê jî berpirsyariya wê girantir dibe. Jin hem ji bo azadiya civakê û hem jî ji bo azadiya jinê tekoşînê dike. Dibe ku weke partiyên dinê derfetên me nebin, lê baweriya me mezine. Di hilbijartinên herêmîde em difikirîn ku emê bajar çawan bikin bajarê jinan, lê niha em dikirin ku emê Tirkiye çawan bikin welatê jinan. Dibe ku derfetên me kêmbin lê em bi baweriyek mezin dixebitin."
(ma/zt)