Li İzmirê kelecana jinan ya hilbijartinê zu despêkir

10:13

JINHA

İZMİR - Li Îzmîrê jinên dibinya Koordinasyona Jinan ya Hilbijartinê ya Navenda HDP'ê ya Îzmîrê de civihan û din ava bajêr de pêşengiya hilbijartinê kirin. Li ser cadeyên Îzmîrê jinan standên hilbijartinê vekirin û polîtîkaya HDP'ê ya girêdayî jinan ji jinên Îzmîrê re vegotin.

Ji bo amadekariyên hilbijartinên 7'ê Hezîranê HDP'ê bi nûneriya wekhev ya beşdariya 48 namzetên jin îmza avêt rêgeza nûneriya wekhev. Di amadekariyên hilbijartinê de jin pêşengiyê dikin. Xebatên hilbijartinê yên Koordinasyona Hilbijartinê ya Jinan ya Navenda HDP'ê ya Îzmîrê zu despêkir. Jinan ser cadeyan stand vekirin û xebatên wan ji aliyê jinên Îzmîrê ve rastî eleqeyek mezin hat. Tevahiya rojê jinan belavok belavkirin, dengê stiran û govendgerandina wan jî reng didan kolanên Îzmîrê. Jinên HDP'ê dibêjin: "HDP partiya jinane, partiyek ji bo azadiya jinan hewildide, emê vê helwesta HDP'ê bigihînin hemû jinan."

Jin şanaz û kêfxweşin

Di derbarê xebatan de Zarife karasungur axivî û diyar kir ku jinên Îzmîrê bertekên erênî nîşanî xebatên wan dane û wiha domand: "Aranca me bê cudahiya bawerî û zimanan din ava baxçeyekê de hemû rengê gulan şînkirine û em hemû bi hev re bi hemû cudabûna xwe ve li gel hev bicivin. Em difikirin kul i her cihê jin hebe dê bedewî jî hebe."

Ozlem Gunduz jî di hefteya derbasbûyî de standa ku vekirî bi bîrxist û got: "Jin bi kelecan tên em bi hev re dans dikin. Ev xebat bala wan dikişe û bertekên wan gelek başin. Heta jinên di dikanan de dixebitin tevahiya rojê temaşeyî me kirin. Ez bawerim ku dê ev enerjî berdewam bike."

Duygu Çiçek jî nêrîna jinên Îzmîrê li HDP'ê wiha anî ziman: "HDP partiyek ya herî zêde cîh dide jinan û herî zêde nêzî jinane. Em jî li vêderê nêzîkatiya HDP'ê ya li jinan tînîn ziman. Ji xwe hijmara namzetên me yên jin her tiştî radixe berçavan.

Sultan Eylem Keleş jî wiha axivî: "Li Îzmîrê şêniyek zêde ya kurdan heye. Lê bajarek netewiye. Em ji bo jinan nêzîkatiya HDP'ê ya li jinan û cîh girtina jinan di navê de vedibêjin, em li benda vegerên başin."

(zt)