Namzetên Şirnexê bi çoş tên pêşwazî kirin
17:48
JINHA
ŞIRNEX - Namzetên HDP'ê yên Şirnexê li Cizîrê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazî kirin.
Piştî ku HDP'ê lîsta namzetên xwe yên ji bo hilbijartina giştiya 7'ê Hezîranê diyar kirin li her derê dest bi vebûna sitantên hilbijartênê û pêşewazîkirina namzetan tên kirin. Namzetên Şırnexê jî bi heman awayî li Cizîrê bi girseyî hatin pêşwazî kirin. Gel bi saetan berî ku namzet bigihîjin Cizîrê li ber avahiya navçeyê ya HDP'ê gihiştin hev û govend gerandin. Namzet bi durêşmê "Bê Serok jiyan nabe" û " Cizre bi we serbilin de" hatin pêşwazî kirin. Namzetan jî gel silav kirin. Ji namzetên hatine diyarkirin Leyla Birlik, Aycan îlmez û Ferhat Encû piştî slavkirinê ketin nav gel û gel yek bi yek silav kirin. Jinên Cizîrê eleqeye pir ji namzetên jin re nîşandan.
Piştî silavkirina gel namzet bi konvoyek mezin ya wesayîtan ber bi Şirnexê ve ketin rê.
(ma/zt)