Jinên Amedê namzetên HDP'ê yên jin nirxandin

09:05

Şêrîn Hiso/ JINHA

AMED - Jinan girêdayî diyarkirina Namzetên jin yên HDP nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Hêviya me ji namzetên jinên nava HDP'ê gelek mezine. Dê li meclisê nûneriya me bikin û li hemberî pergala mêrane tekoşînê bihêz bikin."

Li gorî lîsteya ji aliyê Komisyona Hilbijartinê ya Navenda Partiya Herêmên Demokrat (HDP) ve ji bo hilbijartinên parlementiyê ya 7'ê Hezîranê hatî amade kirin de partiya HDP'ê bi rêjeyek wekhev ya ji sedî 48 jin dikeve hilbijartinê. Partiyên dinê jî rêjeya jinan ji sedî 20 derbas nake. Partiya HDP'ê bi duruşma "Partiya Jinan" dest bi xebatên xwe kir. Jinan rêjeya parlementerên jin nava partiya HDP'ê de nirxandin. Jina bi navê Guler Dalgin rêjeya jinan nava partiya HDP'ê de nirxand û wiha domand "Daxwaz me ya serake ew e ku em jiyanek azad bi dest bixin. Namzetên jin yên ku niha hatin diyar kirin dê me di nava jiyana siyasî de temsîl bikin. Azadiya gelê kurd teqez e, em dê wekî gelekî serfraz bijîn. Me bedelekî giran daye heya ku em giheştine vê astê. Em dê bi fikrên xwe yê ku jinê pêşengê civakê dibîne, desthilatariya dewletê bişkînin."

'Pêvajoyek dîrokî ye'

Dayîka bi navê Gulîsan Yemez jî wiha axivî: "Di van hibijartinan de, divê em girêdana xwe bi doza xwe nîşan bidin. Ev pêvajoya ku em têde derbaz dibin, pêvajoyek dîrokî ye. Divê em hemû di ferqa giringiya pêvajoyê debin û lig ora wê tevbigerin. Êdî li hemû qadên jiyanê jin dibin xwedî vîn û nêrîn. Dê parlementerên me yên jin yên ku ji partiya HDP'ê diçin meclisê nûneriya me bikin û daxwazên me jinan bigihînin qada siyasetê."

Ayşe Alici Deniz jî bi lêvkir ku zêdebûna namzetên jin di nava HDP'ê de ji bo wan şanaziyek mezine û wiha berdewam kir: "Di nava partiyên me de hertim jin cihek cûda di nava xebatan de digrin. Di fikrê partiya me de hebûna jinan û hêza jinan esas digrin. Taybetmendiya fikrê jinan ew e ku bi berfirhî difikirin û xwe nêzî gel dibînin. Baweriya me bi namzadên me yên jin pir heye, ew ê di nava meclisê de bi xurtî temsîla jinên kurd bikin. Hêviya me jî bi avakirina polîtîkayek baş heye. Di nava sîstemê de gelek nêzîkatiyên şaş li hemberî jinê hene. Bi hebûna jinên kurd di nava meclsê de, dê bi fikrên xwe hêza jinan nîşan bidin."

(şh-do/zt)