Sibê HDP parlementerên xwe dide nasîn

16:22

JINHA

ENQERE - Dê sibê HDP namzetên xwe yên bi boneya Hilbijartinên Gişti yên 7'ê Hezîrana 2015'an diyarkirî li Enqerê di hevdîtinekê de bi gel bide nasîn.

Dê HDP namzetên xwe yên bi boneya Hilbijartinên Gişti yên 7'ê Hezîrana 2015'an diyarkirî sibê li Enqerê di hevdîtinekê de bi gel bide nasîn. Dê sibê Lîsta Jiyana Nû ya weke "Lîsta gelan, baweriyan û bindestan" tê zanîn bê nasandin. Her wiha dê Hevserokên HDP'ê Figen Yukdekdag û Selahattin Demirtaş û bernamzet bi hev re girêdayî kampanyeya hilbijartinê daxuyaniyekê bidin. Dê sibê di saet di 10.00'an de li Oda Înşaat ê ya Muhendizan civînek bê li darxistin û dê yekem stirana HDP'ê ya hilbijartinê jî cara yekem lêbikeve.

(zt)