Nivîsên Hundir Çap Bike Veşêre

Rêwiyên heqîqetê

İçerden Yazılar
Gulan 15 / 2015


 
Gulistan Ebdo
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Heqîqet û rastiya jiyana bi wate di çalakiya 14'ê Tîrmehê de veşartiye. Ji lewre 14'ê Tîrmehê yek ji çalakiyên şoreşgeriyên ku dewrana dîrokê diguherine.
 
Çalakiyên şoreşgerî yên ku dewrana dîrokê diguherine. Yek ji çalakiyê şoreşgerî yên wer çerxanê jî çalakiya 14'ê Tîrmehê û Rojiya Mirinê yên ku di dîroka PKK'ê de xwediyê wate û giringiyên mezinin. Brxwedana 14'ê Tîrmehê serkeftina li hember radestî û îxanetê ye. Di tevahiya cîhanê de yek ji berxwedanên destaniye û 60 rojan ne xwarin ne vexwarin, di nava korîdorên îskencê de dilop dilop canê wan diheliye. Ji bo ku hebûna gelê kurd ji bin pencê qirkirinê rizgarbikin û bidin jiyîn pêdivî bi berxwedanek wiha hebû. Pêşengên rêxistinê ev pêwîstî hîs kirin û di oxira wê de dest bi rojiya mirinê kirin. Wan bi helwesta xwe ya şoreşgerî berê civakê ji mirina dibin pencê qirkirinê de vegerand jiyanek birome.
 
Bi qasî afirandina jiyanek biromet ewqas jî rêhevaltiya bi Rêbertiyê re bihêz kirin. Berxwedana 14'ê Tîrmehê giyana şînber ya bîrdoziyêye. Li hember vê rastiyê çiqas îxanetkar û zilmkar biçuk bûn, ewqas jî civak û rêwîtiya jiyana azad mezin bû. Ew di nava çar dîwaran debûn, lê di giyan û dilê gel de erk û berpirsiyariya xwe ya pêşengiyê anîbûn cîh. Wê demê sitêrkên koç kirî cardin berê xwe vegerandin esmanê welatê me. Çiya û baniyên welat bi rêwiyên heqîqetê geş û dilşabûn. 
 
Berxwedan di cewherê xwe de şêweyê parastina rewaye. 30 salin ev kevneşopî bi navê Kemal, Xeyîrî, Akîf û Elî yan giyan dide civakê. Dê bi şêwaza wan mizgîniya azadiyê bê welat. Ji ber ku ew xeleqa zincîra heqîqetê ne.
 
Girtîgeha Tîpa M a Gebze Stenbol