Nivîsên Hundir Çap Bike Veşêre

Xwedî derketina li ziman pêwîstiya demê û hesab pirsîna dîrokê ye

İçerden Yazılar
Gulan 09 / 2015


 
Nivîsên Hundir
 
Xwedî derketina li ziman pêwîstiya demê û hesab pirsîna dîrokê ye 
 
Kevser - Mizgîn/JINHA
 
AMED - Gava ku dibêjin ziman, jiyana ku em têde dijî tê bîra mirov. Bi her awayî ziman bi mirov û jiyanê ve girêdaye. Ji ber ku ziman, erdnîgariya mirov li ser jiyan dike, civaka ku xwe li ser wê erdnîgariyê avadike û ji bo wê civakê parastina cewherî pêşdixeye. Ziman ne tenê bi serê xwe, çandek ji her awayî girêdayî hişmendiya civakê watedayîna wê ye. Ehlaqê, hest û fikrê civakê ye. Ev jî tê wê wateyê ku civak bandora xwe li ser wan binghehan dide avakirin û tê wateya xwe temam kirina wê civakê. 
 
Civakên ku van hêmanan di xwe de nede avakirin û jiyan kirin, mirov dikare bibêje ew civak hîn hest û fikirên xwe nekiriye yek. Kesayetiya di nava civakê de gihiştibe zimanê dayîka xwe ew kesayet ewqas hêz ji wê civakê digire. Li hember wê rastiyê gava ku mirov li civaka kurd dinêrê, ji dîrokê heya niha di destê welatên deshilatdar de hemû nirxên wê yê civakî yên hatine perçiqandin. Di civakê de nirxê herî mezin zimane, we jî dibin bandora bişaftinê dene. Ew polîtîkayên dewletê yên qirêj yên li ser ziman pêktîne bi ziman ve girêdayiye. Deshilatî dixaze çand û ehlaqê bixe bin bandora xwe, hemû nirxên wan yên civakî ji holê rake û rastiya gel bûgeherîne.
 
Mirov dikare bêje ziman, hebûn, çand, dîrok, ehlaq, fikir û hestên gelane. Ev esasane nebin mirov nikare bêje civak heye û bêje tu xweserî, netewî, rastiya minê. Ji lewra ziman huner û hunandina civakê ye. 
 
Ji bo ku ev rastî di nava gel de bê avakirin divê rêveberên civakê wan rastiyan li qadan bidin avakirin û bi xwe re bike rêgez û bide jiyan kirin. Ji bo ku bigihije rastiya xwe. Ev pêwîstiya demê û hesab pirsîna dîrokê ye.
 
Girtîhega Tîpa E ya Sêrtê 
 
(zt)