Nivîsên Hundir Çap Bike Veşêre

Ziman ji bo me tê çî wateyê?

İçerden Yazılar
Gulan 08 / 2015


 
Emel Gultekin /JINHA
 
AMED - Ziman çand, huner, jin, jiyan jîne û hemûban mirovahiyê ye. Dema ku ziman tune be, kes weke ker û lale. Girêdana ziman û jinê gelek cudaye, heger em li dîrokê binêrin, emê ketina jinê û ziman baş têbigihijin. Em dibêjin zimanê zikmakî, zimanê dayîkê. Ev gotin ji bo min gelek giringe, bi nirx û balkêşe. Berî 5 hezar salan dayîka xudawende bû, dawiyê bû kole. Dema ku dayîk ango jin hat xistin pêve girêdayî ziman jî hat xistin. Emê bi keda dayîkê û jinê carekedin ziman ji nava pencên bişaftinê derxînin holê.
 
Dema ku jinan serî rakir ziman jî ji nû ve şîn bû û şax da. Gotinek ya nivîskarek şovenîst, nijadperestekê ya wiha: "Dema tu bixwezê gelekê bidê windakirin, tê destpêkê ji zimanê wan despêbikê. Dema ku te zimanê civakê tinebikê ji xwe hemû windahiyên wê civakê li peyî hev tê" ser min pir bandor kiriye. Bi tayîbetî jî divê em jin bi giştî li her qadên jiyanê şerê ziman bidin meşandin. Ji ber dema ku jin li ziman xwedî dernekeve dê dawiyê bê xwedî bimîne. Ziman ji bo me tê çî wateyê? Ji bo em karibin bersiva vê pirsê bidin pêwîste lêkolînên kur û rast bikin. Ji bo çî ziman tê qedexekirin, çima bi awayek neheq û sitemkarane dixwazin zimanê me bi destxin. Dema ku ziman bi dest dikeve, bindestî, koletî li ber pencên xunxaran serîdanîne. 
 
Dema ku mirov bi zimanek dinê xwe anî ziman, ew kesayeta me, çanda me û hemûna me jî nabe ayîdê me. Yanî em namirin, em jinên kurdin, em jina pênc hezar sal kole û bindestin. Vî şerê dikin şerê çiye? Ev tekoşîna dikin tekoşîna çiye? Çiqa rase û ji bo çiye? Eger em jin xwedî hişmendiya weke nûjenbin, emê xwedî li xwe, hebûn û pêşeroja xwe bêhtir xwedî derkevin. Lîstikên kirêt yên li ser zimanê dayîka min, zimanê min û bedena min tê lîlstin, weke bêrumetî li pergala dagirkeran vegere û wan hilweşîne. Xwedî li ziman, doza xwe, roj û gelê xwe û tevahî nirxên xwe bi zimanê xwe pêşxist emê xwe di her aliyî de pêşbixin. 
 
Girtîhega Tîpa E ya Sêrtê 
 
(zt)