Nivîsên Hundir Çap Bike Veşêre

Ziman jiyane afirênerê jiyanê jine

İçerden Yazılar
Gulan 07 / 2015


 
Semire Direkçi/JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di gerdunê de her tiştek dengek û rengeke, ev dewlemendiya xwezaya gerduniye. Di gerdunê de tiştek vale û bê wate nîne. Her tiştek xwediyê reng, deng û nirxê xwe ye. Her tiştek bi hebûna xwe ya cuda bedewe û bi nirxe. Gelek teyîbetî hene ku mirovan dike mirov, lê di tevahî dîroka mirvahiyê de hêmana herî sereke ya mirovbûnê zimanê dayîkê yê qedîme. 
 
Ziman jiyane, afrênera jiyanê jî jine. Jin çavkaniya mirovbûn û civakbûnê ye. Ji ber wê jî pergala kaputalîst bi rêbazên xwe yên qirêj êrîşî çand, ziman û nirxên mirovahiyê yên pîroz dike. Her gelek bi nasnameyên xwe yên civakiyên weke dîrok, ziman, çand û hunera xwe tê nasîn. Her civak hebûna xwe li ser van hîman avadike û xweser dibe. Ziman hestê mirovan, dîroka wan û ramana wan ya azade. Di zagonên xwezayê û despêka civakbûnê de hinek pîvanên sereke yên weke çand û ziman hene ku mirov bi wan tê nasîn, lê dema ku ew li ber tinebûnê be wê demê ew civak bi xwe jî dikeve bin metirsiya tinebûnê. Ji ber wê jî hîmên sereke yên civakbûnê xwediyê giringiyên mezinin.
 
Berpirsyariyên me yên dîrokî hene
 
Bi sed salane ser habûna me ya civakî hîmên bingehîn yên civakî li gorî zagonên xwezayê ser çand, ziman û erdnîgariya me hene. Hîna êrîş berdewamin. Di dîrokê de bêguman her demê gelê kurd li hember êrîşan berxwedan kirine û hebûna xwe parastine. Di 40 salên dawiyê de jî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ked, berxwedan û qehremaniyên mezin hatine jiyan kirin. Li ser axa pîroz ya kevnare gelek destanên lehengiyê yên ku di dîrokê de navê xwe bi tîpên zêrîn hêlan hatin nivîsîn. Rêber Apo hebûn, nasname, zimanê dayîkê û parastina cewherî hînî me kir. Berpirsyariya me jî parastina nirxên civakê û ew nirx ji nifş derbazî nifş kirine.
 
Werin em hemû bi hev re li hebûna xwe li hîmê bingehîn yê parastina civakê zimanê xwe xwedî derkevin û bi parastina ziman hev hembêz bikin. Bi giyana hevpar û hişmendiya nûjen kirina nirxên dîrokî berpirsiyariya xwe bînin cîh. Werin em qadên jiyanê bi zimanê dayîka xwe ya xudawend bixemilînin û ji nû ve zindî bikin. Werin em hunera jiyana nû bi zimanê dayîkê bihunin. Ji bo ku em her dem weke jin hebin di nava dewrana dîrokê de yek ji xala sereke parastin û xwedî derketina zimane. Ji bo wê jî divê em li cewherê xwe yê berê ji pencê gurên mêtînger mayî nehatî bişaftin yê ayîdê xwe vegerin. Em li nirxên dayîkên xudawendên ser vê erdnîgariyê ji bo me hêlayî xwedî derkevin, ji qirêjiya pergalê xilasbikin û biparêzin. Wê demê emê bi zelalbûn, pakbûn a xwe ya kurdewarî ya ayîdê me ye derkevin rupelên dîrokê. Ji ber wê jî bi qasî parastina axê parastina ziman jî giringe.  
 
Girtîhega Tîpa E ya Sêrtê   
 
(zt)