Nivîsên Hundir Çap Bike Veşêre

Zarokê Kerbelayê Rozerîn

İçerden Yazılar
Sibat 24 / 2016


 
 
 
Barana Nur
 
Rozerîn Çukur (Sarya), xwendewana pola dawiya lîseyêbû. Ji bo ku Rozerîn bibe xwedî pîşe, li gel hemû tengasiyên aboriyê jî dayîka wê, ew dida xwendin. Ji bo ku bêyî Rozerîn zoriyan bikişîne bikare debara jiyana xwe bike. Giyankuj û jiyankujên serdemê li Surê, Rozerîn qetilkirin. Niha dayîka Rozerîn ji bo girtina cewnazeyê wê dipayîn û berxwedanê deye.
 
Li welatê me hemû temen mîna zeriya ya rojê dubendî û dualîne. Hemdemên teqîna mezin, tayê roja qedîmin. Li ber asoya Rojava tîrêjeke gevezînin. 
Rozerîn temenekî li ber hilatinê ye. Hilatina jiyanê. Niha mîna baskên pinpinîkê, tenik tenik li tixubê têgihana me dixe. Pirsan dizê û pirsînan mezin dike. Zarokeke dilêşan, temenek biçuk,  xemkêşan çawan dikê kelemê berçavên xwînêrêjan? Dibê hêviya xembar û zehmetkêşan?
 
Rozerîn îro teqîna bûharîne. Şiyariya xwenên raketiye. Roja şoreşî, giyana di elenda hebûnê de serkeftiye. Reqseke saryayiye. Azadiya Rozerîn barandina hêviyên hemû tixubên pêkhatiye. Ne dil girtina dilêşa kebax alîkare êdî wê me bisekinîne. Ne payîna li berderiyê dibistanan, ne jî jiyanek berdêlmezin û erzan. 
 
Hemî Rozerîn mîna çivîkên baskarin, ji hemî bend û tixubên pêkhatî filitîn. Bi refên Sîmurgan hemî lehengên hatî û çuyînê re firîn. 
 
Girtîgeha Tîpa M a Gebze