Nivîsên Hundir Çap Bike Veşêre

Her der xendek her der kar avakariye

İçerden Yazılar
Çile 12 / 2016


 
Barana Nur
 
Di demên awarte de ferqa hêza  xwe û kirinên pir giring û granbuha ye. Lewra encax yên ku di ferqa xwedebin dikarin di rewşên awarte de rista diyarker bilîzin.
 
Şoreş, tekoşin bixwe  rastiyeke awarte ye. Lewra ev merhaleya tekoşinê wêdetir diyar e. Niviskari çarenûsê ye. Loma jî em çi dikin, çawa dikin çawa mêze dikin û nêz dibin gring e. Mirovên  ku dilê wan bi azadiyê re lê dide, di rewşên xwezayî de teqez  dixwazin li wan deranbin.Yê li bajar dixwaze li çiyê be. Yê li zindanê dixwaze li ber xendekê be, nava gel be. Bêşik evana daxwaziyên azadiyê rê û nirxin. Lê divê meriv zanibe ku ji bo pêşwazkirina şoreşê  ji, pêvajoyê wateya rastin de  pêwsit dike ku meriv berxwadanê belavî hemi qadên jiyanê bike.
 
Em berxwedêriya li ber  xendekan, dora xendekan, di nava dorpêça qedexeyan de dibinin. Tevli hemî kêmayiyan gelê berxwedêr dike ku meriv hezar cari bejna xwe li ber bitewini pê serbilin bi û canê xwe berde bidi. Lê meriv bi rihati dikare kêmasiyan ji bibine. Cihê ku rast dana femkirin, têgihistina gel grin ditin, rêxistbûna gel grin ditin tenêbe valati qelsi derdikevin holê, nexwe her gotina me her parkirina me her danafêmkirina me, ango her bizava me zanayi  gringe. Heman tişt ji boy mercên zindanan û  cihên  ku meriv di aliyê fiziki de nikare bigihije berxwedan û derbasdare, şoreş iro ne weki dema 80-90'e ku meriv hemi bitenê li ser qadekê kur bibe. İro pêwiste ku li hemi qadên jiyanê tekoşina jiyana azad ya alternatif derkeve halê. Loma jî xebat û karê jiyanê  nikare biçuk an jî hemi bêne dîtin. 
 
Bes weki hevalê Xelil Dağ goti; "Bila meriv li hember xwe û jiyanê rast be?" Em gel mirov û malbatên derbare pêvajo û rastiyê de zana û şiyar dikin? Em  çand rewşenbir, çapemenivan û hezên civaki tûşi nişandekên pirsê tinin? Awênyê didin wan ku xwe bibînin? Ger jiyana me 24 demhijmêran li ser esasê; Ev  dê sibê di nava gel de be bila ronikar be; ewê sibê li ber xendekê be, bila wêrek û sazkarbe; evê sibe pêşeng be bila sazûkar û rêxistkar be; evê pêşerojê ava  bike, bila dildar, fedakar û şiyar be û hawldide soz bide û bidome emê zanibin ku em xendekan jî dijin lûtkeyan ji. Lewra çi hebe bi meriv re ye. Şoreşê  kevir kuçik nakin mirov dikin. Lewre hez û nirxê mezin mirove.
 
Şoreş encax bi keda rêxisti ya civakî pêk tê. Tu kes an jî heta tevger bi serê xwe nikare şoreşê, azadiyê pêk bine. Lewma divê em zanibin ku îro şoreş li her derê di her kêliyê de li hêviya me ye herder xendek her kar avakariya. 
   
 Girtîgeha Tipa M ya Jinan a Gebze Kocaeli