Nivîsên Hundir Çap Bike Veşêre

Leyla Qasim û Şêrîn Elemhulî

İçerden Yazılar
Cotmeh 21 / 2015


 
Hayriye Ozkan
 
Çî bû xeyal, çîbû nepejirandina neheqiyê serî rakirin. Ji bêkesî tenêtiya zarokên welatê xwe re bûyîna hêvî, ken, bûyîna agir û li hember vê yekê bûyîna av, ax, heskirin û evîn. Ji bo vana meşek bê dawî çî bû... Di şevên bê hêvî de carnan ji bo stêrkan, carnan ji bo xwestekan, xemkirina xeyalan. Ji bo vana meş, meşek bilez, meşek biwêrek, bi kelecan û bicoş. Li ser pirek ji agir meşa bêdawî meş... 
 
Leyla Qasim an jî Şîrîn Elemhulî meşvanên xeyal û hêviyê. Li peyî şopa hêvî û xeyalan bûyîna dildar û evîndarên jiyanê. Di nava parçeyên jiyanê yên azadiyê de; bûyîna qevdên nêrgiz, sosin û beyîbûnan bi van qevdan bi vejîna gulanê, bi vejîna bûharê, bi honandina keziyên xwe! Keziyên kurdewarî, mîna hunandina jiyanek nû bi destê jinê. 
 
Li ser axa kevnar û qedîm, afirandina xewin û xeyalan di serma zivistanê de, di kelekela germa havînê de bê westan û bê rawestan meşandin... Helbestên nîvcomayî, sitiran û awazên dilşewat, xeyalên evînî û şadî, azadî, dilgermî, bi van re meş... Di bin ronahiya sitêrkên gulanê de xwesteka gihiştina sitêrkên gelawêjê. 
 
Kîbû Leyîla kî bû Şêrîn; du jinên kurd, bê watekirina sînorên dagirkeran, du kulîlkên bûharê...!
 
Leyla dil mezin, keça Mezopotamiyaya jêrîn, nêrgiza baxçê Xaneqîn, gundê Banmîl ê, keça xwendekar, keça malbata kedkar, welatparêz. Kulîlka kurdan a bejinzirav û dilgerm! Bi kelecan nepejirandina sînoran. Sînorên li pêşiya jinê;  ku di gotin; (Jin nikare di nava tekoşîna azadiyê de cihê xwe bigire.) Li hember vê yekê serî rakirin bûyîna pêşmerge an go gerila li çiyayên Kurdistanê dayîna tekoşînê ji bo rondikên çavên dayîkan, ji dagirkeran hildana tolhildanê! Bê navber, bi bawerî bê westan, domkirina tekoşînê... Piştre rojên ji agir, rojên ku vîn, bawerî ji ezmunek mezin tê derbaskirin. Ezmuna ku, mîna şerma şerma mirovatiyê, zindîbûna xwe berdewam dikir... Dîlgirtin, ketina destê dagirkerên hov, ji mirovatiyê bê xeber... Dîlgirtin!
 
Sal 1974 28 Nîsan. Lêdan hemû cureyên îskencê, xwesteka kirina tobedar! Leyla, seknek bi romet, serbilind di dilê dijmin de bûyîna tirs, tirsek bê hempa. Zanebûna ku çî jê tê xwestin; di kesayetiya wê de serî tewandin, xistina jinê, bê watekirina jiyanê. Bersivek bi wêrek; "Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanibin ku ez ji bo na azadiya Kurdistanê canê xwe feda dikim, serê min bilinde." Li hember vê bersivê bê navber lêdan û îskence. Dîsan bersivek xurt da û got: "Bes ji karê vê diniyayê poşmantiyek min hebe, ew jî ji bona gelê xwe min zêde tekoşîn neda û ez dimirim. Dîsan ji ber temenê xwe yê ciwan min kêm xizmet kir. Ger kesên ez lêborîna xwe jê bixwazin hebe, ew jî gelê kurde. Ji ber ku ez ji bona doza gelê xwe kêm xebitîm." 
 
Leylaya tekoşer...
 
Sal 1974 meha gulanê 13'ê gulana rengîn, biken çuyîna sêdarê! Cara yekemîne jinek kurd diçe ber sêdarê û tê darvekirin. Mîna efsaneyek belav dibe li çar aliyê Kurdistan. Ji hezaran zarokan re dibe nav. Dayîk bi navê wê, bi berxwedana wê zarokên xwe mezin dikin. Mîna çîrokên berê wan tine, mîna çîrokên bê dawî...!
 
Şîrîn, ango Ronahî; Şîrîna dila, Ronahiya gelê xwe, keça rojhilatî. Kulîlka çiyayê Şaho ku deriyaya kulîlkên cur be cure. Şîrîna neviya Qazî Muhamed. Rêhevala Gulîzar xanima ku ji bo azadiya Kurdistanê li hemberî dagirkeran li gel Rizayê Şah Peylewî şer dikir. Keça eşîreta Celaliyan ku jinê wan bitekoşertî û bilehengtiya xwe dihatin nasîn... Sorgula bajarê Makoyê, gundê Demqislaqê, Ronahiya 1984'an di sala vejîna kurdan de tevlîbûyîna jiyanê, hatina dinê. Diniyaya bi êşe, diniyaya kembax û paşê jî ne pejirandina vê êşê, vê çarenûsê, ne pejirandina reşeşevkên mêvanên xewinan...
 
Şêrîna ku di guhê we, dilê we de lorîn û dengê dayîka wê, çîrokên koçberiyê, mirinê, serîrakirinê...! Gav bi gav hînbûyîna çîrokên nû. Ji dengê dayîka xwe hînî serî rakirin û têkçoyîna gelê xwe dibe. Hînbûyîna jiyana jinên gelê xwe yên leheng, mêrxasiya mêrê kurd li hember vê yek îxaneta qirêj, bi lanet! Di şevên zivistanê bi çîrokên gelê xwe mezin bûyîn. Gav bi gav lehengên zarokatiya xwe di xwe de kom kirin û ne pejirandina çarenûsa jinê...
 
Paşê tevlîbûyîna tekoşîna azadiyê, bûyîna şagirta Zaniyarê Amarayê, xwe mezin kir. Dilê xwe, mejiyê xwe tevlîkirina jiyana azadiyê, li çiyayê welatê xwe meşek dirêj, dur û kur.
 
Sal 2008 meha nîsanê bajarê Tahranê. Bajarê ku navenda pastarên ne mirov û ne dilgirtî. Destpêkirina rojên tarî, zor, xwesteka li hember vê yekê bûyîna ronahî, mîna navê xwe! Destpêkirina berxwedanek bê hempa, ne pejirandina bê rometiyê, bûyîna xwediyê meşek, seknek mezin... Girtîgeha evînê, girtîgeha li dijî navê xwe, şerma mirovatiyê....
 
Her roj bi darvekirinê gef lê tê xwarin û bersiva Şêrîna dilmezin: "Ji ber ku ez kurdim, min bi darve dikin. Ez kurd ji dayîk bûme, zimanê min kurdiye, ez bi zimanê xwe, bi malbata xwe, heval û nasên xwe re ketime nava têkiliyan. Hun ji min re dibêjin: 'Dest ji kurdîbûna xwe berde û xwe înkar bike.' Ez dibêjim; Ger ez karek wiha bikim, ez xwe înkar dikim. Dê min dardebikin, lê azadî qet!" 
 
Sal 2010 9'ê Gulanê, Girtîgeha Evînê. Şîrîna berxwedêr, dilmezin, şagirt û şopdara Leyla Qasim. Cara duyemîne jinek kurd, şervanek kurd diçe ber sêdarê, tê darvekirin... Mîna hevalên xwe Ferhad Wekîlî, Elî Heyîderiyan û mamostê dilan, mamostê zarokên gelê xwe Ferzad Kemanger... Bi wêrekiyek mezin diçe ber sêdarê... Gotina dawiyê; "Bijî azadî"
 
Bihara rengîn bi berekekt ji nû de xwe ristina gulana dayîka gul û sosinan, nêrgiz û binevşan. Gulana honandina xeyalên rojên azad, watedayîna jiyanek bi evîn, heskirin...
 
Leyla û Şîrîn; du keçên kurd, du qevdên kulîlkên çiyayên bilind, çiyayên Kurdisatan. Du bazên asîmanên welatê xwe. Mîna pêlên çeman, gerandina li ser xaka xwe, xaka xwe ya bê behir! Mîna du pêlan çuyîna ber sêdarê. Ev sêdarên ku dibûn mêvanê zarokên gelê wan, dibûn tinekirina ciwantiyê û xwendina şalul û bilbilan kêrî tiştekê nedihat, bê wate dikir.
 
Bi pêlên xwe ji bin ve xira kirina sêdarê! Avakirina bûhişta gelê xwe, ev bûhişta ji nû de diza mîna bûharê, mîna gulanê, mîna du kulîlkên sor, mîna Leyla û Şîrîn...!
 
Girtîgeha Girtiya Jinan a Şakranê