Nivîsên Hundir Çap Bike Veşêre

Herdem Berxwedan

İçerden Yazılar
Îlon 22 / 2015


 
Merge Polat
 
Dîroka berxwedana girtîgehan di sala 1982'an heya roja meya îro her dem bi têkoşîn kirinê derbasbûye û hîna berdewam dike. Hişmendiya ku girtîgeh avakirî armanca wan mirov ji civakê û tekoşînê qutkirine. Lê ev jî rastiyek dîrokiye ku dewleta mêtînger bi kîjan aliyî ve dibe bila bibe, çekên ku li hemberî gelê kurd rakiriye, ew çek dîsan lê vegeriyaye. Dewletê her çendî ku girtîgeh ji bo tinekirinê çêkiribe jî lê niha bûye qada berxwedan û tekoşînê. Mirov ji jiyanê qutkirin, ne tiştekî girêdayî cîhe. Hele ku cîh û war ji bo îdeolojiya wê tevgerê tiştek ne bi wateye. Ev di kesayeta girtiyên azadiyê de, di hemû cîhanê de jî hate fêmkirin. Ji ber vê pilansaziya vê hişmendiyê ya qomploger, di dîroka berxwdana girtîgehê de her dem vala derketiye û derdikeve jî. 
 
Pêvajoya ku em niha têre derbas dibin, pêvajoyek ewqas dîrokiye weke Heval Mazlum Dogan gotî: "Berxwedan jiyane." Ji ber wê jî jiyanek watedar tenê bi berxwedanê dibe. Tekoşîna gelê kurd jî ji bo jiyanek bi nirx û watedare; ji ber wê jî bilindkirina çalakî û xwedîderketina ax, gel û berxwedanê giringe. Niha hemû fikirên dewleta Tirkan ser tinekirina kurdane. Armanc tiştekî trajî komîke; lê a rastî jî ewe ku gelê kurd bi fîzîkî tine bikin û hilbijartinên di 1'ê Mijdarê de dengê kurdan kêm bike. Ji ber vê jî li Cizîr, Lîce, Farqîn, Sur, Nisêbîn û li her deverên Kurdistanê qirkirinên sivîlan û siyasî pêşdixe. Tişta herî balkêş tenê ev serdest vê armancê bikaranîn, selefên wî jî bi vê fikirê ketibûn pratîkê. Lê belê biserneketin. Çî dibe bila bibe, di kesayeta vê tekoşînê de xeyalên deshilatdaran dê bên valaderxistin. 
 
Arcamca gelê kurd xwe bi xwe rêvebirine. Ji ber ku rewabûna dewletê êdî nemaye. Xwedîderketina li vîna gelê kurd vîna me hemû girtiyane. Di ser van hemû esasan em weke girtiyên siyasî bi bawerî û hêvî her çiqas negihije tekoşîna gelê me jî berxwedan jiyana meye. Li ser xeta girtiyên azad, heya ku ew şer li ser gelê me neqede û weke gelê kurd nasname û mafê mirovatiyê neyê pejirandin, we destê bixwîn, bi siyasetek qirêj li ser nirxên me, cenazeyên me neyê kişandin, emê her dem bibêjin serhildan, berxwedan jiyane.  
 
Girtîgeha Tîpa M. a Amedê