Nivîsên Hundir Çap Bike Veşêre

Hişmendiya AKP'ê Tirkiyê ber bi karesatê ve dibe

İçerden Yazılar
Tîrmeh 28 / 2015


 
 
Nivîsên hûndir
Şîniya Amed
 
Îslamyet dibêje; "nekujin." Lê belê di cîhanê de çeteyên DAIŞ'ê li hember mirovatiyê û dîroka mirovatiyê di bin navê îslamyetê de komkujî û tecawîzan pêk tîne. Di rastiyê de kirinên van çeteyan  navê îslamyetê jî xira dikin. Hişmendî û kirinên van hovên mirovxwar li ber çavê cîhanê ye. Lê belê hêzên ku piştgiriyê didin van çeteyan dixwazin bi rêya çapemeniya alîgir ruyên xwe yên rast veşêrin. Lê mixabin rastî nayê veşartin. Hêzên ku piştgirî didin çeteyan, yek jî Erdogan û partiya wî AKP ye. Lewra xwedî heman hişmendiyê ye. Êdî hewce nake vê piştgiriya xwe înkar bike û ser bigire. 
 
Di navbera kirinên çeteyên mirovxwaran û polîtîkayên AKP'ê çi cudahî heye? Li gorî ku xuya dike her çiqas AKP weke çuka hêştir serê xwe bixe nava xîzê, lê kirinên wan li ber çavan e. Dema serê xwe dikin nava xîzê hêvî dikin ku derdor jî wan nabîne. Bi vî rengî tenê xwe dixapîne. Di mijara "Pêvajoya çareseriyê" de bê samîmiyetî ji her milî ve nîşan da. Bi şînberî tecrîda li ser Rêbertiyê berdewam dike. Sewiqyata leşkeri ya li ser tixubên Kurdistanê zêde dibe. Di mitînga Amedê de xwestin qirkirinê bikin. Li Kobanê komkujî pêk anîn. Her roj diavêjin ser malan, girtinên bêhiquqî pêk tînin. Di her daxuyaniyên wan de êrîş û tehdîd hene. Êdî bi çavsorî li ku derê kombûnek hebe, lê wê dixwazin qirkirinan bikin. Wan êrîşên hovane bi destê DAIŞ'ê didin kirin. Bi kirinên pratîk, polîtîka û hişmendiyên xwe ve berpirsiyariyên tevahî êrîş, qirkirin, kuştin gotinan in. Dîsa berpirsyariya qirkirina Pirsusê yekser AKP ye. Lewra dewlet û îktidar bi her awayî li ser gelê Kurd û azadîxwaz zordariyek tund û kûr dixwaze bimeşîne. Derveyî îktidara xwe tiştekê napejirîne. Li hember gelên berxwedêr neyartiyek kûr dike. 
 
Divê tevahî mirovên xwedî wijdan, xwedî hoy û dilrehim bizanibe ku hişmendî û feraseta AKP'ê Tirkiye ber bi karesatê bibe. DAIŞ û AKP xwedî heman hişmendiyê ne, li hember mirovatiyê neyartiyê dikin. Ji ber vê jî li ku derê mirov tên cem hevdu û bertekên xwe nîşan didin, li wê derê rastî qirkirinan tên, bi panzêrê êrîş dibin ser wan û digirin binçavan. Êdî divê tu kes ji gotina AKP'ê bawer neke. 
 
Îro roja xwedî li Nartanan, Cebraîlan û Ferdeneyan derketin e. Hêviyên wan ên azadî û demokratîkbûnê weke peywirekê girtine ser milê xwe. Projeya ku destpêkiribû divê têkeve meriyetê. 
 
Em weke girtiyên jin ên PAJK'ê dibêjin serê tevahî gelê me yê berxwedêr û demokrat sax be. Dê sekna şehîdên Pirsûsê bibe ronahî. Em ê bibin şopdarê riya wan. Dîsa ên vê qirkirinê pêkanîne û ên ku ji bo qirkirin pêkbîne bûne alîkar lanet dikin. 
 
Girtîgeha Tîpa M a Gebze Stenbol 
 
(zt/ch)