Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Ji Nasrayan heya Bêrîvanan jinên Êzidî li ber xwe didin (5)

Dosya Haber
Tebax 03 / 2016


 

 
Feleknas Uca: Gelê Şengalê parastina xwe ya cewherî  pêşxist
 
Şehriban Aslan / JINHA
 
AMED -
 
Şengaliyên bûne mexdurê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li gel hemû komkujiyan axa xwe ya pîroz neterikandin. Bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 3'ê yê Tebaxa sala 2014'an re fermana 73'an bi ser gelê êzidî de hat. Piştî ku Êzidiyan xwe gihandin çiyayê Şengalê bi hezaran kes ji tînan û birçan mirin. Piştî êş û zoriyan bi pêşengiya jinan parastina cewherî hat pêşxistin û meclis hat avakirin. Parlementera HPD'ê ya Amedê Feleknas Uca da zanîn ku bi ti awayî gelê Şengalê serî netewandin û wiha got: "Gelê Êzidî serî dan lê serî netewandin."
 
'Gelek jin û hemu mêr qetilkirin'
 
Feleknas roja komkujiya Şengalê weke rojek tarî binav kir û wiha domand: "Di roja 3'ê yê Tebaxê de gelê Êzidî li ber çavê hemû cîhanê rastî komkujiyê hat. Paşê gel koçî Şengalê kir. 150 kes hilketin çiyayê Şengalê, li wê ji bi rojan tên û birçî man. 7 hezar Êzidî ketin destê DAIŞ'ê. 3 hezar jinên Êzidî jî dil ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Li ber çavê zarokan serê jinan jêkirin, serê zarokan û kesêndinê jî jêkirin. Ji gundan hemu mirov li cihekê komkirin, jin jî di avahiyekê de komkirin. Gelek jin û hemû mêr qetilkirin. Ji gundê Koço gelek kêm jin rizgarbûn. Niha jî jinên Êzidî li Dîlok û Ruhayê di bazaran de tên firotin."
 
'Jinek bi navê Hayat 17 salîbu'
 
Feleknas bilêv kir ku ew bi jinek ciwan re girêdayî dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê axivî, ji bo ku xwe întihar neke ew îqnakiriye û wiha berdewam kir: "Navê jina ciwan Hayat 17 salî bû. Birayê wê li gel minbû, ji min xwest ku ez lêbigerim û ji bo xwe întihar neke ez wê îqna bikim. Ez ji 10 deqeyan zêdetir peyîvîm lê min îqna nekir. Tenê tişta ji bo min gotî evbû; 'Ji bo nekevin destê DAIŞ'ê ji bo rizgarkirina vîna xwe ezê întihar bikim.' Di tevahiya jiyana min de barê herî giran ew bû ku min nedikarî bibim alîkar. Xwezî zimanê çiyayê Şengalê hebana, şahidiya 3'ê yê Tebaxê vegotibana. Xwezî zimanê çiyayê Şengalê hebana ji bo jin nekevin destê çeteyên DAIŞ'ê destê hev girtin û xwe di zinaran de avêtin vegotiba. Xwezî zimanê çiyayê Şengalê hebana ku ew zarokên dayik û bavê xwe windakirî ji tîn û birçan çawan jiyan dikirin. Xwezî zimanê çiyayê Şengalê hebana ku neviyên Derwêşê Evdî çawan li ber xwe didin vegotibana." 
 
'Berxwedan mezin kirin'
 
Feleknas wiha dom kir: "Bi hezaran Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyan reviyan li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe berdewam dikin. Li hemberî van hemu zoriyan jinan gav paşde nedan û xwe rêxistin kirin. Jinan parastina xwe ya cewherî avakirin kirin û hîna jî mezin dikin. Bila gelê Şengalê mexdur neyê dîtin, ew ne mexdurin. Bi hezaran neviyên Derwêşê Evdî niha di berxwedanê denin. Êzidiyan 72 ferman dîtin, li gel van hemûyan jî serê xwe dan, lê serê xwe nedanîn. Emê jinên di destê DAIŞ'ê de jî rizgar bikin." 
 
'Divê her kes bibin yek û li Şengalê xwedî derkevin'
 
Feleknas herî dawî ji bo ji nû ve avakirina Şengalê bang kir û got: "Şengal ji nû ve tê avakirin. Divê her kes bibin yek û alîkariya Şengalê bikin. Di 3'ê yê Tebaxê saet 11.00'an de li Kurdistan, metrepolên Tirkiyê û Ewrupa dê deqeyek çalakiya bêdengiyê bê lidarxistin. Emê li kampa Fîdanligê Şengaliyên jiyana xwe ji dest dane bibîrbînin. Li kampê di saet 15.00'an de dê meş bê kirin. Paşê dê pêşangeh bê vekirin. Li gel Parlementerê Mêrdînê Ali Atalan emê di 2 yê Tebaxê de ji bo pirsîna rewşa Êzidiyan pêşiniyara komisyona lêpirsînê bikin."
 
QEDİYA. 
 
(zt)