Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Ji Nasrayan heya Bêrîvanan jinên Êzidî li ber xwe didin (4)

Dosya Haber
Tebax 02 / 2016


 
 

 
 
 
Jinên êzidî: Sal derbas bû lê  êş derbasnebûn
 
Hulya Okalîn -Medîne Mamedoglu/JINHA 
 
AMED - Jinên êzdî yên ku li Wergeha Fidanlikê ya Amedê diminin di derbarê  Salvegera qetliyama Şengalê de axivin û diyar kirin ku sal derbas bû lê êş û jan li şuna xwe man. Jinan dan zanîn ku xeyala wan a herî mezin azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dîtina Şengalê ye. 
 
Çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê yê Tebaxa 2014'an de bi armanca dagirkirinê êrîşê Şengalê kirin. Di encama êrîşa çeteyan de bi sedan welatî bi hovane hatin qetilkirin û di heman demê de bi sedan jin, zarok û keç hatin revandin û li bazara kolan hatin firotin. Bi hezaran welatiyên êzdî yên ku ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê reviyan, bi saya ewlehiya şervanên YPG/YPJ'ê li Çiyayê Şengalê hatin parastin. Bi hezaran welatiyên êzdî ji ber êrîş û qetlîamên çeteyan ji cih û warên xwe veqetiyan û sinorên bakurê Kudistan û Tirkiyê derbas kirin. Bi hezaran êzdî li bajarên Kurdistanê di konbajaran de hatin bicihkirin. 
Li Amedê 4 hezar êzdî hatin bicihkirin
 
Gelek şaredariyên  BDP'ê û welatiyên Bakurê Kurdistanê ji bo alikarî û dermankirina êşa êzdiyan ketin nav tevgerê û bi rihê seferberiyê xwedî wan derketin. Li gelek bajaran wergeh û konbajêr hatin avakirin û welatiyên êzdî di wan de hatin bicihkirin. Nêzî 4 hezar êzidî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li konbajarê Fidanlikê di konan de hatin bicihkirin û li wir tên parastin. 
 
Bi parvekirinê êşa wan hat dermankirin
 
Li konbajarê Fidanlikê di heman demê de gelek saziyên serbixwe û yên girêdayî şaredariyan jî ji bo alikariya welatiyên êzdî ketin nav hewldanan  û  êşa wan parkirin. Li Wergeha Fidanlikê ligel pêdîviyên fîzîkî alikariyên derûnî û xebatên başkirinê jî ji bo jin û zarokan tên meşandin û  bi parvekirinê êşa wan hat derman kirin. Wergeha ku niha hezar û 500 êzidî lê diminin ji bo jin û zarokan qadên perwerdehiyên wek çand û huner, neqşan, muzik, ziman, werzîş û hwd hatin sazkirin û ji bo tendûrîstiyê jî xebat tên meşandin.  
 
Sal derbasbû lê êş didome
 
Li ser êrîşa dagirkirin û qetliyama Şengalê de sal derbas bû, lê di dilê jinên êzidî de hêj êş û jana qetlîama Şengalê didome.  Jinên êzidî yên ku rastî êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ'ê hatin bi awayekî zor û zehmet ji destê çeteyan rizgarbûn dimejiyê wan de şopên êrîş û îşkenceya li wan hatiye kirin heye û hêj bi  êşa wê demê re dijîn. Her çiqas ser komkujiyê de sal derbas bibe jî di çavên jinên êzdî de êş û jana wê hovîtiyê baş tê xwendin.
 
'Hesreta me Şengal e'
 
Jina bi navê  Mînîfe Dexîl ku ev 2 sal e li  Wergeha Fidanlikê de jiyana xwe berdewam dike, salvegera qetliyama Şengalê bi tundî şermezar kir û got ku ew tu carî qetliyamê jibir nakin. Mînîfeyê jiyana xwe di konan de berdewam dike diyar kir ku hemû hesreta wan Şengal e, lê carek din naxwazin heman qetliyamê bijîn.
 
'Ne 3'ê sal heya em saxbin qetliyam nayê jibirkirin'
 
Jina ciwan Alya Hiseyîn ku bi salan e dibin bandora qetliyamê de ye jî wiha bahsa êrîşa çeteyan kir: "Em gelek dixwazin cih û warê me azad bibe û em cardin vegerin Şengalê. Lê wek hemû cîhan dizane li Şengalê li ber çavên me xuşk û birayên me hatin qetilkirin. Zarokên biçûk hatin serjêkirin. Em carek din cesaret nakin û biçin.  Tirsa me ew e ku çarek din berê çeteyan bikeve Şengalê. Ne sê sal, heya em saxbin em ê hovîtiyê jibir nakin û nayê jibir kirin."
 
'Berî mirinê ez dixwazim Şengalê bibînim'
 
Dayika 5 zarokan Xunav Brahîm jî salvegera fermana Şengalê şermezar kir û got ku Şengal birîn û janek mezin e. Xunav a ku piştî emrê xwe govaniya qetliyama Şengalê kir daxwazkir ku berî çavên xwe li jiyanê bigire cara dawî Şengalê bibine. Xunav anî ziman ku her çi qas hemû pêdiviyên wan li wergehê bê kirin jî tu der wek welatê wan nabe.
 
'Bila Serokê kurdan û Şengal azad bibe'
 
Xezal Xelef jî qetliyama Şengalê bibirxist û wiha hestên xwe anî ziman: "Berî du sal li Şengalê fermanek mezin hate kirin. Bi hezaran kes hatin qetilkirin. Ev ferman ne ya yekemin û ne ya dawiye jî. Li ser me êzdiyan gelek fermanên dijwar derbasbûne. Em ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan hatin Tirkiyê niha jî dewleta tirk li ser kurdên vir fermanê dide meşandin. Dê heya kengê kurd bên qetilkirin. Êdî bes e em jî diwazin jiyanek birumet bijin. Serokê kurdan bi salan e di girtigehê de ye. Zextên li ser wî zêdetir dilê me diêşine. Em çawa azadiya Şengalê dixwazin eynî wiha azadiya Serokê kurdan jî dixwazin û dixwazîn zilma li ser kurdan demildest rabe."
 
'Şengal  bajarak  gelek xweş û bedew bû…'
 
Li wergehê yek ji zarokên êzidî Nadiya Xilyas ku di temenê xwe ya biçûk de govaniya qetliyameke ji temenê xwe mestir kiriye jî bi dengekî lerzok wiha diaxive: "Dema ku em li Şengalêbûn, bajarek  gelek xweş û bedew bû. Lê niha diçî rewşê de ye em nizanin.  Qetliyamek mezin qewîmî, zarok li ber çavên dê û bavên wan dihatin serjêkirin. Em gelek dixwazin vegerim Şengalê lê em newêrin biçin."
 
Sibê: Parlementera HDP'ê ya Amedê û endama Platforama Têkoşîna ji bo Jinên Êzidiyên yên dîl hatîn girtin hem 3'ê yê Tebaxê hem jî xebatên platformê nirxand.
 
(zt)