Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Ji Nasrayan heya Bêrîvanan jinên Êzidî li ber xwe didin (1)

Dosya Haber
Tîrmeh 30 / 2016


 

 
Ne êşê ne jî îxanêtê ji bîr nakin
 
JINHA
 
ŞENGAL - Bi nêzbûna salvegera komkujiya Şengalê ya 3 yê Tebaxê re em bun şahidê berxwedana jinên Êzidiya roj bi roj mezin dibe. Jinên Êzidiyên ku ji Nasrayan heya Bêrîvanan kevneşopiya berxwedanê mezin dikin, soza rakirina tola jinên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatîn girtin û qetilkirin dane.  
 
Di roja 2'ê Tebaxê ku bi 3'ê yê Tebaxê ve girê didin di saet 02.00'an de dengê qêrînekê bilindbû. Ev dengê Êzidiyên li Şengalê dijînbû. Hemû cîhan bû şahidê qetilkirina jin, zarok, ciwan, kal û pîrên Êzidiyan ên ji aliyê dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Di 11'ê Hezîranê de çeteyan Musil girtin. Welatiyên Şengala la 126 kilometreyan ji Musilê dur ketin ferqa talokeyê de û çek girtin. Li hemberî wê Wezîrê Pêşmergeyan ê ji herêmê berpirsiyar banga her kes çekên xwe bînin teslîmî wan bikin, cepane û çek li gel kê bibînin dê wan cezakin, kes cihê xwe na berdin dê wan biparêzin kirin.
 
Ser sozên dan nesekinîn 
 
Her çendî sozdan jî lê rastî nehat jiyandin. Şeva 3'ê yê Tebaxê saet di 02.00'an de çeteyan êrîşî gundên Girk Zerik û Siba Şêx Xidir ên 45 deqeyan durî navenda Şengalê kirin. Di heman deqeyan de bi fermana wezaretê pêşmerge bêyî meriyekê biteqînin ji herêmê derketin. Li gundê Zorava yên ku pêşmerge didîtin direviyan ji wan re gotin: "Hun diçin, çekên xwe bihêlin emê şer bikin." Di wê navberê de pêşmergeyan 3 Êzidî qetilkirin. Dema ku pêşmergeyan qad terikandin di saet 07.00'ê sibê de welatiyên Şengalê û gundên derdorê berê xwe dan çiyayê Şengalê. Heya vêderê tiştên hatin jiyîn û piştê wan gelek li ser hatin nivîsin, xêzkirin û şîrovekirin, lê ji bo hesabdana yên ev komkujî kirin kesê tiştek nekir. Li gorî yên Fermanê vedibêjin ew axirzemanbû.
 
Dimenên îxanetê yên bi telefonê hatî kêşan 
 
Her roja diçe girêdayî fermanê dîmen û belge derdikevin holê. Di dîmenek ê bi telefonê di 3'ê Tebaxê hati kişandin de tê dîtin ku çawan pêşmergeyan bi wesayîtan cihê derbasbûnê girtine, ewlatiyên di xwezin birevin pêşya wan girtine. Di rastiyê de sedema ku ewqas jinên Êzidî ketî destê çeteyan di vî dîmenî de diyar dibe. Rêyên derdikeve çiyan jî pêşmergeyan çekên giran danîne û ew rê kirin goristana gelek mirovan. Ji ber girtina rê bi hezaran mirovan wesayîtên xwe terikandin û bi lingan ketin rêya çiya. Wê demê çeteyên DAIŞ'ê dem qazanc kirin û welatiyên hewildidan xwe xilasbikin jî di rê de girtin. Bi wî awayî bi hezaran Êzidiyan qetildikin, bi hezaran jinên Êzidî digirin dibin di bazarên koleyan de difiroşin.
 
HPG bezîn alîkariya gel 
 
Bi girtina Musilê re hêzên HPG û YJA-STAR tehlîkeya ser gelê Êzidî ferq dikin û ber bi wan ve dikevin rê, dema nêz dibin ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên asteng kirin. Li gel hemû astengiyan jî 12 HPG yî xwe digihînin herêma Şengalê. Ji wan şervanan 4 ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin. Her 8 şervanên dinê xwe gihandin Şengalê û li hemberî fermanê dest bi xebatê kirin. Roja fermanê her 8 şervanan di zikzaqên ber bi çiyayê Şengalê ve şer dikirin û derbasbuna çeteyan asteng dikirin. Di heman rojê de hêzên YPG'ê jî ji bo alîkariya gel dest bi operasonê kirin, di aliyê Til Koçer de korudor  vekirin, gelê Êzidî ji fermana mezin xilas kirin. Di korudorê de bi hezaran Êzidî derbazî Rojava kirin û di kampa Newroz de bicîh kirin. Li ser Rojava re Êzidiyên derbazî  Zaxo û Duhokêbûn di qada Heftenûnê re bi alîkariya şervanan derbazî Bakurê Kurdistanêbûn û ji bo wan kamp hatin avakirin.  
 
Ne êşê ne jî îxanêtê ji bîr nakin
 
Cadeya esfat a ku di nava pesarên çiyayê Şengalê re libadikeve çiqas şahidî ji êşên giran re kir. Hina li ser wê cadeyê kinc û tiştên ku welatiyên ji ber fermanê reviyî bi xwe re birine paşê jî ji bo jêre nebe bar avêtine komkujiyê nişan didin. Hîna yên ferman kirine nehatine darezandin. Weke ku tiştek nebûye pêşmerge li Şengala hatî azadkirin destên xwe dihejînin û digerin. HPG'ê bi bedelên giran korudor vekirin. Ji bo ku pêşmerge Êzidiyan bixin bindestê xwe her sed metreyan asayîşek danîne. Ew gelê ku ewqas êş kişandî niha jî hêzên PDK'ê ambargo danîne ser wan û destûrê nadin ku erzaq ji aliyê Duhokê ve ji bo wan biçe. Êzidî hîna jî tindiya PDK'ê yên ku di demê teng de ew hiştîn û çuyîn tên. Bi hezaran sal derbasbibe jî ne Êzidî ne jî dîrok vê êşê jibîrnake. Ne êşê ne jî îxanêtê ji bîr nakin…
 
'Min taburek girt gel xwe ji bo parastina Şengalê'
 
Jinên Êzidiyên ku piştî fermanê hînbûn ku parastina cewherî şerte, ji bo tola welatiyên hatine qetilkirin û azadiya jinên ketine destê DAIŞ'ê soz dane. Bêrîvan Şengal a ku ji Nasrayan kevneşopiya berxwedanê girtî, şahidiya êrîşên 3'ê yê Tebaxa sala 2014'an ên ku ticar nayên ji bîrkirin kir. Wê rojê Bêrîvanê soza întiqamê da û despêkê biriyara xwe perwerdekirinê da. Bêrîvanê li gel hemû perwerdeya dîtî jî cardin kêm dît û got: "Perwerdeyên min dîtine ne bese, ji bo ku jinên Êzidî perwerde bikim pêdiviya min hîn zêdetir bi perwerdê heye." Piştî perwerdê Bêrîvana di parastina jinên Şengalê de cîh girtî got: "Ji bo me parastina cewherî şerte. Ezê taburek heval bigirim gel xwe û Şengalê biparêzim." Bêrîvana li gel temenê xwe yê biçuk jî berxwedanek dîrokî li peyî xwe hêlayî di encama bombabaranên hewayiyên TSK yê de jiyana xwe jidest da.   
 
'Hêrsa min ewqas mezin e …'
 
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê jinên Êzidî parastina xwe ya cewherî bihêz kirin, di parastinê de yek ji jinên bê mirinbû jî Bêrîvan Arîn e. Bêrîvan a ku şahidî ji jinên Êzidiyên li bazarên koleyan hatîn firotin û qetilkirin kirî gotibû: "Hêrsa min gelek mezine, dixwazim bibim bersiv ji bo hemû jinan. Ji bo me jinên Êzidî ji nan û avê zêdetir pêdiviya me bi rêxistinbûnê heye. Divê em li hemberî keneperestiyê têkoşîn bikin, rêya vê jî tenê perwerdeye. Ji bo me jinên Êzidî namus ax û baweriya me ye. Ji bo me dem nihaye, divê bi her awayî em xwe biparêzin. Ji bo me jinên Êzidî despêk ax û çanda meye. Welatê me ji bo  me namuse. Em jin gihiştin armanca xwe. Em xwediyê soza xwene, niha em jinên Êzidî çand û baweriya xwe diparêzin."  
 
Li Çiyayên Şengalê Meclisa Jinên Êzidî vebû
 
Li gel xebatên parastinê jinên Êzidî xebatên rêxistinbûnê jî rêvedibin. Jinên Êzidiyên ku li gel bê av û xarin û hemû zoriyên demsalî jî axa xwe neterikandine. Di tîrmeha sala derbasbûyî de bi durişma "Dê jinên Êzidî bi rêxistinbûna xwe li hemberî hemû fermanan bibin bersiv" jinên Êzidî yekem konferansa xwe çêkirin. Konferans bi tevlîbûna 180 delegeyan li çiyayê Şengalê hat lidarxistin. Avabuna Meclisa Jinên Şengalê despêkê ji bo jinên Êzidî, ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn bu moralek mezin. Ev di heman demê de ji bo yên jinên Êzidî bê çare dibînin jî bu peyamek. Êdi ti hêz nikare jinên Êzidiyên ku bi giyana Bêrîvanan, Binevşan û Xanê yan gihane hev têkbibin.  
 
'Ji bo ku em êşên nû jiyan nekin divê bi rêxistin bibin'
 
Di konferansê de 3 kes berdevk 11 kes jî rêveberiya Meclisa Jinên Şengalê hatin hilbijartin û di 10'ê Tebaxa sala 2015'an de yekem civîna xwe lidarxistin. Di civînê de ser navê meclisê Besê Xidir Murat bang li hemû cîhanê kir û got: "Rêxistinbûn tenê ewlehiya jiyana jinan e. Fermanên ku me jiyan kirî ev rastî nîşanî me da, heya me rêxistin nebin emê nikaribin xwe biparêzin. Di hemû kampên çiyayê Şengalê de komunên me hene, emê van hîn zêdetir berfireh bikin. Her wiha ji bo em jin parastina xwe bikin perwerda çekan dibînin. Em bi van perwerdeyan xwe bihêz dikin. Em dizanin di fermanê de bi hezaran jin ketin destê çeteyan. Ger me zanîba em xwe biparêzin me niha evqas êş nedikişand. Ji bo rakirina tola wan jinan û carekdin êşan jiyan nekin emê xwe rêxistin bikin, komîte û komûnên xwe bihêz bikin."
 
YPJ-Şengal weke YJŞ navê xwe guherand 
 
Yekinêyen Parastina Jin a Şengal (YPJ-Şengal) di 12-13 sibatê de li çiyayê Şengalê yekemîn konferansa xwe lidarxistin. YPJ-Şengal, YJA-STAR û jinên ciwan bi giştî 115 delege beşdarî konferansêbun. Konferans atfî jinên Êzidiyên di têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dayîn Bêrîvan Şengal, Bêrîvan Arîn û berxwedana Bakurê Kurdistanê hat kirin. Rojeva sereke ya konferansê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bu. Di konferansa yekemîn de YPJ-Şengal navê xwe guherand weke Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) dan nasîn û gotin: "Em weke parastina jinên Êzidî emê di biniya YJŞ'ê de li hemberî DAIŞ'ê û hemû deshilatiya mêran a ku jinan weke kole dibîne tolê hilînin." 
 
Li Çiyayê Şengalê alaya jinên Êzidî liba dibe
 
Di heman konferansê de alaya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ê jî hat diyarkirin. Fermandara YJŞ'ê Sorxwîn Şengal diyar kir ku li Çiyayê Şengalê alaya azadiyê ya jinên Êzidî libadibe û wiha domand: "Ez despêkê vê alayê li hemû jinên di çeperan li ber xwe didin û têkoşînê bilind dikin pîroz dikim. Di 8'ê Adarê de bi diruşma "Jin jiyan azadî" me alaya xwe li bakir. Ev ji bo YJŞ'ê gelek giring û watedare. Di Roja Jinên Cîhanê de me alaya xwe girt destê xwe û bilind kir. Emê ji bo azadiya Rêber Apo û hemu jinan heya dawiyê têkoşînê mezin bikin. Em soza vê tê."
 
Meclisa Jinên Êzidiya Şengalê ku her roja diçe rêxistinbûna xwe mezin dike di 14'ê Tirmeha sala 2016'an de bi sernava "Banga jinên Êzidî li hember qirkirina duh a çalakiyên navnetewî" nivîsek ji bo hemû jinan şand. Ji çar aliyê Kurdistanê û gelek deverên cîhanê jinan bersiv da banga jinan. Di 3'ê yê Tebaxê saet di 11.00'an de deqeyek dê 'çalakiya sekna bêdeng' lidarbixin.
 
Sibê: Bi vegotina jinên Êzidî komkujiya Şengalê
 
(zt)