Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên mîmarê şoreşê 4 saliya Rojava vedibêjin (6)

Dosya Haber
Tîrmeh 21 / 2016


 

 
'YPJ temînata jinên cîhanê dît'
 
Gulan Botan/JINHA
 
QAMIŞLO - Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Nûjîn Dêrik 5'emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê nirxand û diyar kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa vejîn, jiyan û berxwedanek nû ya gelê Kurd e.
 
Bi ser şoreşa ku di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an destpêkir 4 sal derbas bû. Hîna jî ruh, heyecan û pêşketinên şoreşê wek roja destpêkê dewam dike. Ruxmî ku li beramberî şoreşa Rojava êrîşên pir dijwar û bêmînak pêkhatin, lê bi pêşengtiya jinan gelê Kurd şoreşa xwe parast û  her ku diçe hêza xwe berfirehtir dike. YPJ wek hêzeke mezin û bingehîn a şoreşê rengê herî berçav a tevlîbûna jina Kurd anî ziman. Fermandara Giştî ya YPJ'ê Nûjîn Dêrik ku ji dema destpêkirina şoreşê heya niha di nava YPJ’ê de cih digire, nêrîna xwe parve kir.
 
Nûjîn di serî de şoreşa azadiyê ya 19'ê Tîrmehê pîroz kir û wiha axivî, "Şoreşa 19'ê Tîrmehê vejîn, jiyan û berxwedaniyeke nû ji gelê  Kurd bi taybet li Rojava da çêkirin û ev bû xelekek ku gelê Kurd bikaribe jinûve dîroka xwe destpêbike. Ez 19'ê Tîrmehê li gelê Kurd, dayîk û bavên şehîdan, hemû şehîdan, gelê Rojava û Sûriyê pîroz dikim. Wek jin cihgirtin di şoreşê de giringiyeke xwe ya mezin heye. Di dîrokê de jî gelek şoreş  çêbûne, herî dawî li Rojhilata Navîn di bin navê 'bihara gelan'de şoreş çêbûn. Lê ji ber jin tê de nebûn, wek dihate xwestin encam nedan. Serok û sîstem guherîn, lê wek berê ma. Cûdabûna şoreşa me ji ber jin tê de cih digire ye. Em wek Kurd xwedî mîras bûn. Bi salan me berxwedanî kiribû û ev berxwedanî hîna jî didome. Zerîfe û Besê ji bo teslîm nebin xwe ji zinaran re avêtin. Zîlan, Bêrîtan û Şîlan, ev xet domandin. Me xwe li ser vê mîrasê avakir û di şoreşê de cih girt."
 
'Misogeriya Şoreşê Jin e'
 
Fermandar Nûjîn Dêrik cihgirtina jinan di nava şoreşê de wiha nirxand: "Pir hevalên giranbûha qehremanî kirin, canê xwe feda kirin. Jinên di YPJ'ê de xwe wek garantiya tevahiya jinên cîhanê dîtin. Bêrîvan û Silava ji wan hevalan bûn ku bingeha şoreşê avêtin. YPJ li ser bingeha wan mezin bû. Şopa Zerîfe, Zîlan û Bêrîtanan dewam kir. Rojhilata Navîn geleke feodal e. Çarçoveyek ji bo jinê hatiye dayîn û bi sînor kiriye. Lê ev bi berxwedanê hate şikandin û bi sedan jin di şoreşê de cih girtin, di çeperan de li berxwe dan. Pir eşkere ye ku misogeriya şoreşê jin e. Serxistina şoreşa Sûriyê û netewa Demokratîk ji bo înşa bibe garantiya wê jin e. Ev jî bi bedelên mezin çêdibe. Pir hevalên giranbûha canê xwe feda kirin."
 
'YPJ temînata jinên cîhanê dît'
 
Nûjîn ji bo êrîşên ser şoreşa Rojava jî got: "Dijminê gelê kurd di cîhanê de bêmînak e. Li dijî vê hovîtiyê jinên Kurd têkoşîneke mezin kirin û vê yekê bandora xwe li tevahiya jinên cîhanê kir. Jinên Ereb, Sûryan, Tirk û biyanî jî tevlî têkoşînê bûn û ber bi şehadetê ve çûn. Ev tesîra lehengiya jinên YPJ û rastiya dijmin bû. Vê hişt ku jin û kurd di herî alî de werin nasîn. Rola wê ya di nav siyaset, civak û leşkeriyê de hate dîtin."
 
Nûjîn giringiya YPJ'ê jî wiha anî ziman: "Li vir esasê netewa demokratîk, sûriyeyîbûn û avakirina Bakûrê Sûriyê pêk hat. Ev ne bi axaftinê çêbû, bi pratîkê, bi hêza jinê pêş dikeve. Di jiyanê de guhertin çêbû, di sîstemê de jiyaneke nû hate avakirin. Sedema vê jî ewe ku YPJ di nav şoreşê de fedakarî kir û hêzek çêkir ku xwe wek piştevan û temînata jinan dît. Li welatên cuda yên cîhanê jî jin di leşkeriyê de cih digire, lê di asta ku di eniyan de şer û çeperên herî pêş de, ji şer re serkêşî bike û şer birêve bibe nebûye. Ev li cem me Kurdan qewimî. Tişta bû sedem şoreşa rojava û YPJ navnetewî bibe û were qebûlkirin ev cudabûn bû. Bi taybet jî di Kobanê de YPJ çawa rol girt, ji hêla gelên cîhanê ve hate dîtin. Bê ku jin li pey xwe binêre û paşve bizivire, bê ku binêre li pêşberî wê dijmineke hov heye, şer kir. Hebûn, Ozgur, Rêvan, Zehra, Arîn mînak ên vê rastiyê ne. Ev heval fermandarên şer bûn û heya şehadetê çûn. Vê hişt ku êdî jina Kurd ji tevahiya jinên cîhanê re bibe sembol. Jina Kurd jî birastî xwe dît, jê hêz girt û sîstema xwe mezintir dike. Ji bo bibe deng û rengê tevahiya jinên cîhanê."
 
'YPJ jinûve nivîsandina dîrokê ye'
 
Nûjîn wiha pêde çu: "Bêguman çiqas roja jinê di şoreşê de were gotin dê kêm be. 19'ê Tîrmehê ji nûve nivîsandina dîrokê ye. Berxwedanî û serkeftinên hatin çêkirin û bedelên têne dayîn mezin in. Dayîkên Şehîdan, gelê Kurd, Ereb û Sûriyê re ez dibêjim bila xwedî li sozên xwe derkevin, ku em jî bikaribin xwedî li sozên wan derkevin. Soza me mezinkirin, xurtkirin û hîna bêhtir sîstemkirin e. Em ê van rastiyan bi tevahiya cîhanê bidin nasîn. Soza me li ser vê bingehê ye. Şoreşa 19'ê Tîrmehê li tevahiya kesên ku ji bo şoreşê ked dane pîroz be."
 
QEDİYA.
 
(en/zt)