Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên mîmarê şoreşê 4 saliya Rojava vedibêjin (3)

Dosya Haber
Tîrmeh 18 / 2016


 

 
‘Şoreşa Rojava bi pêşengiya jina azad ber bi jiyana azad ven e’
 
JINHA
 
QAMIŞLO – Jinên Rojavayê yên ku 19'ê Tîrmehê wek şoreşa civakî ya avakirina mirovên azad pênase dikin gotin: "Ev şoreş bi pêşengiya jina azad ber bi jiyana azad ve diçe."
 
19'ê Tîrmeha sala 2012'an ji bo gelê Rojava, tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê bû berbangeke nû. Ji ber di vê rojê de meşeleya azadiyê hat vêxistin ku ji bo gelê Kurd rûpelek nû di dîrokê de vekir. Ji gelên cîhanê re jî bû hêviya pêşerojên ku jiyaneke demokratîk, wekhev û azad ava bibe. Jinên di nav şoreşê de 5 sal derbas kirine, di serî de salvegera şoreşa mirovahî û azadiyê 19'ê Tîrmehê pîroz kirin. Jinan diyar kirin ku taybetmendiya herî sereke ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê aliyê wê yê civakî ye û gotin: "Şoreşa Rojava şoreşa kesayeta azad û civaka azad e."  
 
'Her şoreş mîladek e'
 
Endama Meclîsa Rêvebir a PYD'ê ya Kantona Kobanê, Dîlber Yûsuf pêşengiya jinê di şoreşê de wiha anî ziman: "Ev salên şoreşê, salên bi wate ne. Divê mirov bipirse çima şoreş? Her şoreşkî ku tê çêkirin bixwe dîrok û mîladeke nû ye. Em dikarin bêjin di Rojavayê Kurdistanê de 19'ê Tîrmehê, ne tenê şoreşeke di asta leşkerî û rizgarkirina herêmê de bû, di heman astê de jî şoreşeke civakî ye. "
 
'Şoreş ruhê jinûve avakirina dîrokê ye'
 
Dîlber da zanîn ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser hîmek bingehin ê dîrokî hatiye avakirin û wiha domand: “Wateya 19'ê Tîrmehê di vir de veşartiye. Di vê şoreşê de jin û ciwan pêşengiyeke pir xurt kirin û bûn pêşengên şoreşê. Jin di qada Leşkerî de bû pêşeng û mohra xwe li dîrokê xist, wiha dîrokek ji nûve nûjen bû. Ev bi ruhê jinûve sazkirina civakê pêk hat. Mirov dikare bêje di nava şoreşê de şoreş da avakirin. Ji bo wê dikare were gotin jinê di asta ruhî, mêjî, çandî û siyasî de li hemberî paşverûtiya heyî, şoreş kir. Lewre di asta naventewî de jî bû mînak. Ev mîladek bû. Jina kurd bi felsefeya azadiyê xwedî li nirxên xwe û berpirsyartiyên xwe derket. Wiha jî civak jinûve avakir. 
 
Ev xebata şoreşê hîna berdewam dike. Bêguman ev jî di rojekê de çênebûn. Bingehê wê bi salane tê avîtin û li ser bingeheke saxlem hatiye lê kirin. ev şoreş li dijî zihniyeta 5. hezar salan a desthilatdarî û zilmasalariyê pêk hatiye. DAIŞ temsîla vê zihniyetê dike û herî zêde jî fatureya kiryarên çeteyan ya giran jin û ciwan didin. Ev têkoşîn li dijî vê paşverûtiyê dike. Şoreş li dijî paşverûtiya ku civakê parçe dike, ji hev dixîne hate kirin."
 
'Rola jinê çaresazî ye'
 
Dilber xebatên damezirandina sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê jî wiha nirxand "Jin di avakirina sîstema çareseriyê de xwedî roleke mezin e. Yanî jin çaresaz e. Niha em ber bi avakirina sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê ve diçin. Divê jin bibe hêza çareseriyê. Bi pêkhateyên din re di nav danûstendin de be. Jin divê xwedî li sîstema federal derkeve. Di beşa siyasî de danasîna wê bike. Pîvanên vê yên civakî di aliyê avakirina ferdên azad destnîşan bike."
 
'Li cihê wenda kir, dê qezenc bike'
 
Dilber wateya xebatên jinê wek nûjenkirina dîrokê nirxnand û wiha berdewam kir: "Jinan bi salan êş kişandin û niha bi ruhê berxwedanê xebateke mezin pêş dixin. Rola wê lewre di her astê de derdikeve pêş. Em baş dizanin ger jin di xebatekê de cih negire, encameke baş jî ji wê xebatê dernakeve. Ji ber tê de valatiya beşeke civakê heye. Ger beşek ji civakê di qadekê de nebe, ew temam nabe. Jinûve dîrok bi pêşengtiya jinê tê nivîsandin. Dîroka nehatiye nivîsandin û hatiye wendakirin dê jinûve were destgirtin. Li cihê ku mirovahiyê wenda kir, dê bi destên jinê dubare qezenc bike. 
Dîber di dawiya gotina xwe de berxwedana Girtîgeha Amedê jî bi bîr anî û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Meha Tîrmehê meheke girîng û xwedî wateya serkeftinê ye. Em dikarin di berxwedana 14 Tîrmehê de jî bibînin ku bingehê berxwedanê hatiye avêtin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji 14 Tîrmehê tê. Li ser vê bingehê jî bi ruhê 19'ê Tîrmehê, jin xwedî li erka xwe ya dîrokî û nasnameya xwe derkevin. Ji tevahiya gelê me re serkeftinê dixwazim."
 
Di şoreşa civakî ya Rojava de Komîn
 
Dema ku dibêjin şoreşa Rojavayê Kurdistanê di warê xebatên civakî de di serî de komîn tê bîra mirov. Ji ber gelê Rojava bi perspektîfa ku xwe birêve bibe û ji navendîbûnê dûr, çand, ziman û hebûna xwe biparêze, komîn û meclîsên xwe ava kiriye. Endama Komîteya Perwerdeya Komînan a Girkê Legê Rêhan Temo û endama Komîna Şehîd Remzî ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, Fehîme Ibrahîm di şoreşa Rojava de fonksyona komînan nirxandin. 
 
'Komîn avakirina mirovên azad hedef dike'
 
Endama Komîteya Perwerdeya komîn û mecalîsan a Girkê Legê, Rêhan Temo jî salvegera şoreşê pîroz kir  û got: "Di serî de şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rêber Apo, hemû malbatên şehîdan, gelê Kurdistanê û jinên cîhanê pîroz dikim. Di şoreşê de gavên girîng hatin avêtin. Yek ji van gavan avakirina sîstema Xweseriya Demokratîk bû, îsal jî îlankirina sîstema Federal Demokratîk a Rojava Bakûrê Sûriyê çêbû. Ji bo em bigihîjin ruhê Netewa Demokratîk û ruhê civakeke exlaqî û polîtîk ku têkîliya tevahiya gelan bi hev re hebe, ev xebat girîng e. Di heman demê de sîstema merkezî ya serdest hate derbaskirin." 
 
Rêhan sedema avabûna komun û meclîsan jî bi gavên azadkirinê û pêkhatina şoreşê ve da girêdan û wiha domand: "Ji bo em karibin bigihîjin kesayeteke azad di civakeke azad de, di asta Rojavayê Kurdistanê de Komîn û meclîs hatine avakirin. Komîn di esas de avakirina mirovên azad hedef dike. Grûbên piçûk yên azad in ku bi hev re dijîn û di tevahiya qadan de bi hev re kar didin meşandin."
 
Rêhan di dewama axaftina xwe de pêşengtiya jinan ji komînan re wiha anî ziman: "Wek di tevahiya xebatan de di komunan de jî jin roleke berçav dileyîze. Jin hem di komînên giştî û komîteyên ser bi komînan de, hem jî bi rêya komînên xwe yên xweser xebateke berfireh dikin. Di komînên xweser de hevalên jin hene ku komîteyên xwe li gor pêwîstiyên civakê hatine sazkirin. Jin di komînên giştî de li ser perwerde û rêxistinkirin û xizmeta civakê dike. Di komînên jinê de ji bi mijarên taybet bi jinê re mijûl dibe."
 
'Komîn şaneya herî piçûk û herî aktîf e'
 
Rêhan di nava civakê de komîn wek şaneya herî piçûk û herî aktîf pênase kir û wiha berdewam kir: "Herî zêde jî komîn bandor li civakê dike. Ji ber civak heya astekê ji hêla desthilatdaran ve hatiye texrîbkirin. Di sîstema serdest a li Sûriyê de li ser civakê yek-rengiya desthilatdariya dewletê pêk dihat. Ji bo em bandora vê yekê ji holê rakin, divê em ji komînan destpê bikin û di destpêkê de jî komîteyên komînan aktîf bikin ku rola xwe ya esasî bileyîzin. Di vir de jî rola sereke dikeve ser milên komîteyên perwerdeyê. Lazim e ew bikaribin her yek ji ferdên civakê perwerde bikin û ji bandora sîstemê rizgar bikin. Di dawiyê de jî ez dubare salvegera şoreşê li gelê me û jinan pîroz dikim." 
 
'Komîn cihê çareseriya pirsgirêkan e'
 
Hevseroka Komîna Şehîd Remzî ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, Fehîme Ibrahîm jî wateya komînan di şoreşa Rojava de bi vî awayî pênase kir: "Komîn tê wateya kombûna mirovan ji bo bixwe pirsgirêkên xwe çareser bikin, parastina xwe û civaka xwe jî bikin. Em jî wek jin li ser vî bingehî karê xwe di nava komînan de didin meşandin û  bi hev re xizmetê dikin."
 
Fehîme sedema avakirina komînan di şoreşa Rojava de wiha anî ziman: "Sedema avakirina komînan ew bû ku her kes di taxa xwe û komîna xwe de xizmeta gelê xwe bike. Em jî wekî hevserok, erkên xwe ji bo xizmeta gel pêktînin. Çi pirsgirêkên ku di civakê de derdikevin holê em bi hev re çareser dikin. Armanca me ya bingehîn ew e ku em parastina gelê xwe ji dijminan bikin û bi fikirê Rêber Apo re em xwe rêxistin dikin. Di nava komînan de 7 lijne hene, her lijneyek erkekî xwe heye û karê xwe ji bo xizmeta gel dike. Lijneya Lihevhatinê, Lijneya Xizmetguzariyê, Lijneya Jinê, Lijneya Parastinê, Lijneya Perwerdeyê û hwd. lijneyên me yên heyî karê xwe li ser bingehê xizmeta civaka xwe didin meşandin."
 
'Piştî şoreşê, em bixwe xizmeta xwe dikin'
 
Fehîme avakirina komînên jinan ên taybet jî bi bîr xist û wiha got: "Wekî Rêber Apo jî dibêje 'Şoreşa Rojava şoreşa Jinê ye', jin jî di nava komînan de cihê xwe bi awayekî aktîf digire. Herî zêde jin karê xizmetê dike, êdî jin bi kar û xebata xwe, hêdî hêdî xwe ji koletiya zilam rizgar dikin. Beriya Şoreşa Rojava rêjîmê gelek zext û zorî li ser me dida meşandin, lê piştî şoreşê êdî em xwe bixwe pirsgirêkên xwe çareser dikin. Em komînên xwe ava dikin û li ser bingehê xizmeta gel kar didin meşandin." 
 
(kom/zt)