Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên mîmarê şoreşê 4 saliya Rojava vedibêjin (2)

Dosya Haber
Tîrmeh 17 / 2016


 

 
'Di kesayeta Rêvana û Arînan de berxwedanek dîrokî hat nîşandan'
 
Binevş Sarya/JINHA
 
KOBANÊ - Hîmê bingehîn yê şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku ji tevahiya mirovahiyê re bûye çavkaniya hêviyê, di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de li Kobanê hate lêkirin. Di lidarketina şoreşê de kedeke mezin ya jinan heye. Me jî nêrînên jinên Kobanê girêdayî şoreşê pirs kir û bersivên pir watedar ji wan wergirt.
 
Di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de gelê Kobanê bi awayeke serkeftî rejîma BEES ji bajar û gundên xwe derxistin û hemû saziyên rêvebiriyê ketin destê gel. Êdî gel bi vîna xwe, xwe birêve birin. Ev pêngav wek agirê azadiyê li tevahiya Rojava deng veda. 19'ê Tîrmehê wek cejneke pîroz pêşwazî dibe, îsal bi serkeftina hêzên şoreşger ber bi Bakûrê Sûriyê ve wateyeke hîna mezintir digire nav xwe. 5 sal ser wê roja pîroz re derbas dibe. Di vê serkeftinê de bêguman herî zêde jî jin xwedî parin. Jinan bi qasî ku karîn şoreşê bi ser bixin û bi rengê xwe pêş bixin, bi heman rengî jiyana wan jî bi derfetên pir mezin yên şoreşê re guherî û hîna bêtir nêzîkî azadiyê bûn. Di van rojên ku gelê Rojava şoreşa xwe wek cejnê pêşwazî dike, jinên Kantonê nêrînên xwe derbarê şoreşê de anîn ziman.
 
'Meha Tîrmehê hîmê avakirina şoreşê ye'
 
Rêvebira Kongra Star Felek Yûsuf ku şahidiya wan rojan kiriye di serî depêvajoya beriya şoreşê nirxand û bal kişand ser asta xebatên jinê yên beriya şoreşê û wiha got: "Beriya şoreşê jî me jinan xwe bi rêxistin kiribû, lê belê bi awayeke veşartî. Ji ber em veşartî dihatin gel hevdu, me gelek zehmetî dikişand. Lê cardin jî me rêxistina xwe xurt dikir. Bo nimûne di wê demê de jî me komîteyên xwe yên tendûrustî, perwerde, xizmetgozarî û hwd. gelek komîte damezirandibûn. Bi şerê li Sûriyê re hinek karê me rehetir bibe jî, bi tevahî îmkanê tevgerêndinê azad nebibû. 19'ê Tîrmehê ji bo me çirûska azadiyê bû, gelê Rojava roja azadî jiya. Guhertineke 180 derece pêk hat. Di vê rojê de hemû kesên ku temsîla rejîmê dikirin, ji Kobanê hatin derxistin. Em nikarin bêjin ku me hema di rojekê de rejîm ji Kobanê derxist û şoreş pêk anî. Beriya wê bi salan ked hatibû dayîn, şehadet, girtin û keda salên dirêj berhema wê şoreşa 19'ê Tîrmehê bû."
 
Felek bîranîna xwe ya roja şoreşê jî wiha bilêv kir: "Ez dixwazim bîranîna xwe ya wê rojê jî bêjim. Roja ku Kobanê ji rejîma BEES hate rizgarkirin, ez li vir bûm. Ew kolanên ku di dema rejîmê de, gelê sivîl nedixwest li bere derbas bibe û cihê hêzên rejîmê bûn, di roja azadiyê de, em bi awayeke bi coş û azad lê geriyan. Ez jî ji malê derketim û min xwest bi çavên xwe bibinim ku çawa li saziyên berê desthilatdariya rejîma BEES bû, ala me hatibû hildan. Ev xewin û xeyala me bû. Me tama azadiyê girt û min zanî ku azadî hesteke çawa ye."
 
Felek girîngiya meha Tîrmehê ji bo gelê Kurd û şoreşê bi bîr xist û got: "Wek mînak di 1'ê Tîrmeha sala 1979'an de Rêber Apo hatiye Kobanê. Di 14'ê Tîrmeha sala 1982'an li girtîgeha Amedê 4 pêşengên PKK'ê ketin rojiya mirinê. Ji bo wê mirov dikare bêje ku hîmê şoreşa Rojava bi van rojan re girêdayî ye, kevirê şoreşê wê demê hatiye danîn. Hemû jî di meha Tîrmehê de ne."
 
'Jin bi şoreşê re xurtir bûn'
 
Felek balkişand ser têkoşîna jinê ya dema pêşketina şoreşê û wiha got: "Dema şoreşê despêkir rêxistina me ya jinan fermî û xurtir bû. Me xwe bi berfirehî rêxistin kir. Piştî pêngava 19'ê Tîrmehê rêxistina jinan li hemû qadan pêş ket. Jin di qada leşkerî de jî bû xwedî hêzeke mezin. Niha jin di nava YPJ,  Asayişa Jinê û HPC'ê de pêşengtiya parastina civakê dike. Jinên ku di dibistana Rêber Apo de perwerde dîtin, di bin ala YPJ'ê de rêya serkeftin û azadiyê dane pêşiya xwe. Jinê bi vîna xwe îsbat kir ku dikare li dijî her cure hêza serdest li ber xwe bide. Jina Kurd li jêr ala YPJ'ê DAIŞ hilweşand. Îro jî berxwedaniya jinê di qada leşkerî, civakî û siyasetê de berdewam dike."
 
'Bi şoreşê re her tişt guherî'
 
Endama Tevgera Jinên Ciwan Bêrîvan Îsmaîl li ser girîngî û wateya rojê wiha axivî: "Bi 19'ê Tîrmehê re pêngava azadiya jinan li Rojava xurtir bû. Me wek jinên ciwan jî bi şoreşê re gavên hîna mezintir avêtin. Navend û sazîbûna me çêbû. Perwerdeyên me pêk tên. Serokatî dibêje 'Jin, Jiyan, Azadî' lewma divê jin xwe bigihîne azadiyê. Me bi şoreşê re ev pêk anî. Beriya şoreşê, li vir jin bi tu awayî nedikarîn xwe îfade bikin. Heta ez dikarim bêjim ku di herêma me de mafê zilaman hebû ku her tiştekê bikin, lê bi tu awayî maf ji jinan ra nedihat dayîn. Lê bi şoreşê re li vir her tişt hate guhertin. Êdî livir dengê jinan bilind bû û ji jinan re qada jiyanê berfirehtir bû. Ez bi boneya salvegera 19'ê Tîrmehê, bang li hemû jinên ciwan dikim ku xwedî li vîna xwe derkevin û bibin pêşengên şoreşê."
 
'Guhertin bi keda jinê pêk hat'
 
Endama Asayişa Jinê Şîlan Osê jî rola jinê di pêvajoya şoreşê di qada ewlekariyê de wiha anî ziman, "Di serî de ez 19'ê Tîrmehê li hemû gelan pîroz dikim. Bi pêngava şoreşê re di herêma me de guhertinên girîng qewimîn. Bêguman ev bi ked û têkoşîna jinan pêk hat. Wek mînak di destpêka xebatên ewlekariyê yên Asayişa Gel de, zilaman tevlîbûna jinê nedipejirandin. Lê bi demê re hêza jinê hate dîtin û jinan jî bi kedeke mezin xwe pêşxistin. Ji ber vê êdî baweriya civakê bi jinan zêdetir bû. Ez di kesayeta xwe de jî bigrim dest, beriya ez werim Asayişê, min nedikarî bi awayeke baş xwe îfade bikim, lê piştî ez tevlî vê qadê bûm di min de guhertin pêk hat. Bi pêngava şoreşê re tev jin guherîn û gavên xurt avêtin. Ev bi keda şehîdên wek Rêvana, Arîn û şehîdên jin pêk hat." 
 
'Şahiya azadiyê li dar xistin'
 
Endama Asayişa Jinê Berfîn Mihemed jî wiha behsa girîngiya 19'ê Tîrmehê kir: "Di serî de ez 19'ê Tîrmehê li hemû gelê kurd pîrozdikim, bi taybet jî li jina Kurd pîroz be. Ez dikarim bêjim bi şoreşa Rojava re jinê dest bi nasîna xwe kir. Dema şoreş pêkhat ez hîna piçûk bûm, baş tê bîra min ku her kes şahiya serkeftinê dikir û bi coşa azadiyê ber bi bajarê Kobanê vebaz dan ku hemû bi hev re vê tama serkeftinê parve bikin û şahiya azadiyê lidar bixin."
 
Berfîn da zanîn ku hêza şoreşê ya guhertina civakê pir mezine û wiha domand, "Pêşiya şoreşê, ez tenê dihizirîm ku dibistanê bixwînim û bibim memûrek. Min di derabarê kurd û Kurdistanê de tiştek nedizanî. Lê bi şoreşê re, min jî wek bi sedan jinan di nav refên Asayişa Jinê de cih girt û min dît ku ev sîstema xweser çendî mirov pêş dixîne. Bi taybet jî jinan digihîne asta herî jor. Wek jinek, bi şoreşê re ez pêşketim. Di şoreşê de herî zêde jî li Kobanê di jin û zilam de guhertin pêkhat. 
 
Xebateke wek Asayişa Jinê jî tevlîbûna jinê zêde nedihate xwestin. Ji ber jin ji malê qut dibûn. Di Kobanê de heya me hevalên jin yên Asayişê zêde kir, kedeke mezin hate dayîn. Hêdî hêdî guhertin çêdibe. Di şoreşê de zimanê me yê Kurdî jî pêşket. Beriya wê me tev bi Erebî dixwend û kurdiya me jî asîmîle dibû. Niha dibistanên me bi zimanê Kurdî pêş dikeve. Di dawî de jî ez cardin 19'ê Tîrmehê li hemû jinan pîroz dikim û bang li hemû jinan dikim ku xwe di zansta jinê de kûr bikin û bibin xwedî hêza serkeftinê."
 
(en/zt)