Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên mîmarê şoreşê 4 saliya Rojava vedibêjin (1)

Dosya Haber
Tîrmeh 16 / 2016


 

 
Li Rojava jiyana nû bi jinan şêwe digire 
 
JINHA 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Slavan heya Arînan, ji Ivanayan heya Gulanan, ji Sibelan heya Peymanan bi hezaran jinan bi tilîliyên berxwedanê şoreşa Rovaja gav bi gav honandin. Bi ketina sala 4'an ya şoreşa rojava re jinên pêşengiya şoreşê kirine di serî de parastina cewherî û siyaset di her aliyê jiyanê de xwe rêxistin dikin û modela jiyana nû pêşkêşî hemû cîhanê dikin.
 
Kurdên li Suriyê dijîn her çendî bi salan dibin deshilatiya rejîma Bees de mabin jî, niha berxwedana herî dîrokî didin meşandin. Kurdên rojava li gel hemû tindiyan jî di avakirina pergala xwe de bibiriyarin. Di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de xebatên avakirinê dibin banê xweseriya demokratîk de despêkirin. Kurdên Rojava hem ji bo hemû mirovahiyê şerê rometê dikin, hem jî xebatên xwe yên avakirinê berdewam dikin. Li gelek bajarên Rojava jin di asayîş, meclisên gel, kooperatîfan, wexfên jinan, komunên jinan, rêxistinên jinan, dadgehan, malên gel, malên çand û hunerê, malên ciwanan, wezareta jinan û akademiyên jinan de cîh digirin. Di van saziyên ku têde Ermenî, Suryanî, Ereb û Asurî jî cîh digirin gav bi gav xebatên avakirinê pêşde diçin. Ev pergala bi pêşengiya jinan pêşdikeve li tevahiya cîhanê bi navê "Şoreşa Roava Şoreşa Jinane" tê nasîn. Her çendî bi hezaran sale jin li hemberî hişmendiya deshilatiya mêran têkoşînê dikin jî yekem care cîhan bi pêşengiya jinan şahidiyê ji şoreşekê re dikin.
 
Wezîrareta Jinê 
 
Di 27. madeya Hevpeyîmana Civakiya Rojava de bi awayê "Mafê jinê di siyasî, civakî, ekonomî, çandî û her awayê civakê de heye" cîh girt. 28. made "Jin xwediyê mafê parastina cewherî û bi her awayî red kirina newekheviya zayendiye" cîh digire. Di kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê de wezîrên jin hene. Wezaret di serî de maliye, mafê zarokan, proje, mevzuat û karê derve jî di navê de ji 5 beşan pêktê. Daçuna wezîran ji aliyê kantonan ve tên diyarkirin. Di kantonên pir zimanî de piraniya kar ser milê wezîrên jin diçe. Wezîrên jin ên ji rêveberiya civakî re vekirî pêşniyaran ji hemû rêxistinên jinan re dikin. Wezîrên jin bi rêxistinên jinan re tevdigerin.
 
Jin bi Kongra Star re bihişmendî dibin
 
Jinên kurd ên pêşengiya şoreşê dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû jinên di nava xebatan de li Suriyê, ji bo nasname û nêrîna wan têkoşîn dikin. Jinan bi pêşengiya Yekîtiya Star navê wê yê niha Kongra Star de li her deverên Rojava komunên xwe vekirine. Ji bo rêxistinkirina xebatên xwe jinan di hemû komunan de komute lidarxistine. Jinan meclis avakirine. Jin bi navê xwe yê niha Kongra Star rêxistinbûna xwe bi awayek berfirek li tevahiya Rojava birêve dibin. Di aliyê siyasî, romanî, parastinê û rêxistinbûnê de di nava xebatên Rojava de yekîtiya jinan hîn mezintir dike. Ji bo hişmendîkirina jinan Kongra Star li her deverên Rojava navendên perwerdê vekirine.
   
Komunên jinan hatin vekirin
 
Yek ji xebatên jinan ên dinê jî komunin. Di kantonan, bajaran, taxan, gondan û kolanan de jin civînan çêdikin û komunan avadikin. Komunên jinan ên li hemberî êrîşên çeteyan hatîn çêkirin ji bo gelê Rojava xwediyê giringiyek mezinin. Cardin çareseriya pirsgirêkên jinan bi van komunan tên çareserkirin. Jin di van komunan de projeyên xwe pêşdixin û aboriya xwe berfireh dikin. Her wiha jin bi van komunan di harî aliyî de dikarin xwe biparêzin. Jin bi hilbijartinê dikarin rêveberiyên komunên xwe hilbijêrin.
 
Jin bi HPC'ê deskeftiyên xwe digirin bin ewlehiyê
 
Di konferansa ku di adara sala 2015'an de li Rojava hatî lidarxistin de Hêzên Parastina Civakî (HPC) hat îlankirin. Jin dibin banê HPC'ê de deskeftiyên xwe dixin bin ewlehiyê. HPC di hemû kantonan de hat avakirin. Di Kantona Cizîrê ya ku pergal tê de xwe bicihkirî de dewreyên perwerdê despêkirin, ji 7 heya  70 salî her kes perwerdeyên îdeolojîk û parastinê dibînin. Li gelek eyaletên Cizîrê dewreyên perwerdê despêkirin. Parastina cewherî ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên li Rojava dijîn tê dayîn. Ji gelên Suriyan û Ereb jî beşdariya nava refên HPC'ê çêdibin. Her gel bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibîne. HPC li hemberî hemû êrîşên ser bedena jinan dikeve dewrê. Herî zêde jî jin tevlî nava refên HPC'ê dibin. Gelek jinên perwerde qedandine di nava xebatên şoreşa Rojava de cîh girtine.
   
Akademiyên jinan vebûne 
 
Jin bi giyana seferberiyê beşdarî nava xebatên ji nû ve avakirinêbûne, li hemberî şidet, tindî û kuştinên jinan xebatên xwe hîn zêdetir dibiniya komunan de mezin kirine. Ji bo gihandina qadroyên avakarên civakek polîtîk û ehlaqî Kongra Star li gelek deverên Rojava Akademiyên Jinan vekirine. Ji dema vekirina akademiyan heya niha gelek jinan perwerde dîtin û hîna jî perwerde berdewam dike.
  
Zimanê dayikê bi jinan pêşdikeve
 
Di nava şoreşa Rojava de jin bi rengê xwe çanda kurdewarî hîn zêdetir dewlemend dikin. Jin di nava xebatên rêxistinî, leşkerî, ekonomî, tevgera çand û hunera demokratîk de cîh girtine. Ji despêka şoreşê ve zimanê kurdî bi pêşengiya jinan pêşdikeve. Di van mijaran de gavên dîrokî hatine avêtin. Yek ji mijarên sereke yên şoreşa Rojava jî pêşxistina zimanê kurdiye. Ji bo wê jî ji hemû beşên civakê welatî beşdarî perwerdeyên ziman bûne. Jin di nava xebatên Tevgera Ziman û Perwerdê (TZP) ê de cîh digirin.
 
Di qada dîplomasî de jî deskeftiyên mezin hatin destxistin
 
Jinên kurd deskeftiyên mezin di aliyê diplomasî de jî bidestxistine. Şervana YPJ'ê Nesrîn Temir di merasîma Xelatdayînê ya Îbrahîm Ehmed ya kesayetên serketî ku li bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê bi merasîmekê hatî lidarxistin de xelat girt. Hevseroka Meclisa Gel a Kobanê Ayşe Efendî xelata Sakine Cansiz a ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxazên Kurdistanê ve li bajarê Silêmaniyê hatî organîzakirin girt. Hevdîtina Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abudllah bi Serokomarê Fransayê François Hollande li Saraya Elysee ya Parisê de di aliyê diplomasiya jinan de giringe.
   
Di aliyê parastina cewherî de gavên giring hatin avêtin 
 
Di rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava de jinan cihekî giring girtiye. Tayîbetî jî bi avabûna YPJ'ê re ev hêz hîn zêdetir xweda hev û parastina civakê kir. Jinan li Rojava pergala xwe ya parastinê avakirin û li hemberî şideta ser jinan sekinîn. Jinên kurd bi rengê xwe rastiya jinan temsîlkirin û di şoreşê de pêşengî kirin. Di şikestina çeteyên DAIŞ'ê de jî rolek giring girtin. Jin di heman demê de li hemberî paşverutiyên civkî jî şer dikin û rêyên çareseriyê pêşdixin. Di her sê kantonên rojava de jinan di asta rêveberiyê de cîh girtine.
 
Pergala hevserokatiyê bingeh girtin
 
Pergala hevserokatiyê jî di nava rêveberiyê de xistin meriyetê. Têkoşîna jinên kurd li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dayîn hemû dîwarên tirsê bi erdê ve kirin yek. Polîtîkayên pergala deshilatiyê ser jinan dane meşandin jî, jinan bi qehremaniya xwe ya li hember çeteyên DAIŞ'ê dan guhertin. Jinan hemû zincî qetandin, li hemberî zilm û zorbeyê têkoşîn kirin. Jinan di nava refên YPJ'ê de berxwedanek dîrokiya ku mînakên wê di dîrokê de nehatîn jiyandin nîşandan. Ev têkoşîn ji bo hemû jinên cîhanê bû ronahiyek. 
 
Arîn Mîrkan: Dê ticarî vîna jina azad neşikê 
 
Arîn Mîrkan a ku berxwedanek efsanewî nîşanda, li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê çalekiyek fedayî kir û bi dehan çete kuşt. Arîn bi çalakiya xwe peyamek zelal û vekirî da çeteyan. Di peyama xwe de wiha digot ku: Jinên ku we di derbarê wan de fermana qetilkirinê û di bazaran de firotinê dayî niha di çeperên berxwedanê de li hemberî we têkoşînê mezin dikin û ticarî vîna jina azad naşikê. 
 
Çalakiya Arîn Mîrkan di nava jinên navnetewî de deng veda û bi jinên cîhanê da bihîstin ku jinên kurd ticarî koletiyê napejirînin. Bu sembola berxwedana jinên kurd û hemû jinên cîhanê. Dengê şoreşa Rojava dabihîstin. Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê têkoşîna jinên kurd rupelek nû vekir û hamleya parastina nirxên mirovahiyê berdewam dikin.
  
Sibê: Jinên Rojava 4 salên şoreşê vedibêjin.
 
 
(zt)