Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Piştî komkujiyê şahîdên berxwedanê (3)

Dosya Haber
Hezîran 24 / 2016


 

 
Bi komkujiyan ew ê nekaribin vîna gel bişkînin
 
Binevş Sarya/JINHA
 
KOBANÊ - Fermandara YPJ'ê Sorxwîn Rojhilat bi wesîleya 1.salvegera komkujiya Kobanê nirxandin kir û qala girîngiya parastinê kir. Sorxwîn diyar kir ku her zindiyek li ser rûyê gerdûnê xwedî mafê parastinê ye û wiha got, "Eger gelê me xwedî artêş nebûya dê bi tunebûnê re rûbirû bimaya. Ji bo em dubare rewşa komkujiyên Şengal û Kobanê nejîn, em ê di hemû deman artêşbûna jinê, hêza parastinê xurt bikin ku em bikaribin weke jin jiyanê biparêzin. Ji ber parastin bingeha serkeftinê ye."  
 
Di 25'ê Hezîrana sala 2015'an de li navenda bajar û gelek gundên Kobanê, di demjimêr 4'ê sibehê, bi alîgiriya dewleta Tirk, çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin û komkujî pêk anîn. Di vê komkujiyê de bi giştî 252 kes hatin qetilkirin. Fermandara YPJ'ê ya Kobanê Sorxwîn Rojhilat têkîldarê komkujiyê û wateya xwe parastinê nirxandinên girîng kir. Sorxwîn diyar kir ku ji dîrokê heya roja îro gelek komkujî hember gelê Kurd hatî pêk anîn û wiha got,  "Ger em ji dîrokê ve bigrin dest heya niha hêzên dagirker xwestine gelê Kurd tune bikin. Gelek caran komkujiyên mezin li ser gelê me pêk anîn. Komkujiya Kobanê jî yek ji komkujiyên wek Helepçe, geliyê Zîlan, Dêrsim, Amed û di sala par jî ya Pîrsûs, Enqerê bûn."
 
'Gel li hember êrîşan dê xwe biparêzin û xwe bihêz bikin'
 
Sorxwînê destnîşan kir ku hêzên dagirker û desthilatdar di encamê tirsên xwe de komkujî pêk tînin û wiha pêde çû, "Bi qetilkirin û zilmê re hewil didin vîna gelek tune bikin. Lê mirov vê rastiyê dibîne ku tu gel bi kuştinên fîzîkî tune nabin. Ew çend ji bo tunekirinê bi ser gelan de werin, dê ew çend gel xwe biparêzin û bi hêz bikin."
 
'Gelê Kurd tucar serî netewandiye'
 
Sorxwînê balkişand ser komkujiya 25'ê Hezîranê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dema di Kobanê de komkujî pêk anîn xwestin vê ji Kobanê re bêjin 'ger hûn çendî li axa xwe vegerin jî, emê dîsan we li ser xaka we tune bikin'. Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê xwe li beramberî girêdana gel a bi axa xwe re ranegirtin, ji bo çavên gel bidin tirsandin, ev komkujî pêk anîn. Ji milê din ve jî armanca vê komkijiyê ew bû ku berxwedana li Kobanê hatibû kirin, di bin bandora komkujiyê de bihêlin û gel ji Kobanê bidin revandin. Lê gel netirsiya, ji ser axa xwe nereviya. Tu caran gelê Kurd ji destihilatdaran netirsiyaye û serê xwe natewînin. Di hemû deman de xwedî li vîna xwe derketiye."
 
'Parastin bingeha serkeftinê ye'
 
Sorxwînê pêşketinên YPJ'ê û gavên ji boyî xweparastinê ku di nava gel de hatine avêtin jî nirxand û wiha domkir, "Beriya komkujiyê jî, li vir berxwedanên mezin hatin jiyîn. Di berxwedana Kobanê de DAIŞ têk çû. Gelê ku ji kobanê koçber bibû hîna nû vedigeriya hîna bi awayeke xurt di mijara ewlehiyê de xwe birxistin nekiribû. Hêzên erka xweparastinê jî di nava gel de hîna bi awayeke sîstamatîk nehatibû sazkirin. Lê niha di nava gel de parastina cewherî û erka xweparastinê pêşketiye. Jixwe erka xweparastinê hêza bingehîn ya civakê ye. Di her civakekê de xala sereke ew ku wê xwe çawa biparêze û bikaribe parastina xwe û çanda xwe bike. Êdî li Rojava jiyan li gor şer hatiye birêxistinkirin. Ji ber ku gelê me dizane ku di nava şereke giran de ye. Zarokên me êdî li ser şêwayê xweparastinê mezin dibin. Ji milê din ve jî YPJ hêzeke bingehîn a parastina Rojava ye. Jin hetanî nebibû artêş, nedikarî xwe biparêze, axa xwe biparêze. Ji bo wê jî YPJ'ê hêza bingehîn ya vîna jinan e. Ger gelê me xwedî artêş nebûya dê bi tunebûnê re rûbirû bimaya. Ji bo em dubare rewşa komkujiyên Şengal û Kobanê nejîn, em ê di hemû deman artêşbûna jinê, hêza parastinê xurt bikin ku em bikaribin weke jin jiyanê biparêzin. Ji ber parastin bingeha serkeftinê ye."  
 
QEDIYA
 
(en/rc)